PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Êzidxan bi xweseriyê bîranîna Mam Zekî zindî dike

Piştî 4 salan ji şehdeta Mam Zekî Şengalî, civaka êzidî xewn û xeyalên wî pêk tîne û ber bi Xweseriya Şengalê ve gavên mezin diavêjin. Malbatên êzidî ji bo ku Mamê xwe her tim di nava wan de bijî, navê ‘Zekî’ li zarokên xwe dikin

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî di 15’ê Tebaxa 2018’an de tev li merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de pêk anî bû, dibe. Piştî merasîmê Mam Zekî berê xwe dide Şengalê. Lê dewlet tirk a dagirker ku tevî ewqas êşên hatine kişandin jî êrîşî Şengalê dikir, Mam Zekî jî kiribû hedef. Dema wesayîta Mam Zekî digihîje Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, balafirên şer ên dewleta tirk bombebaran dikin. Di encama bombebaranê de Mam Zekî şehîd bû.

Di salvegera şehadeta Mam Zekî de, civaka Şengalê li ser şopa wî dimeşe.

Kurtejiyana Mam Zekî

Mam Zekî di 28’ê Kanûna sala 1952’yan de li gundê Şahîsma yê girêdayî bajarê  Êlihê yê bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1969’an, ji ber zilma dewleta tirk a li ser Kurdan û taybet ser civaka êzidî, wekî gelek malbatên êzidî, bi malbata xwe re koçî Ewropayê dike.

Sala 1979’an pêwendî bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çêdike û di nava civaka êzidî ya Ewropayê de xebat dide meşandin. Di rêxistinkirina civaka êzidî ya li Ewropayê de rolek sereke dilîze.

Di 1989’an de bi awayekî fermî beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Sala 1990’an ji aliyê dewleta alman ve tê girtin û demek dirêj li girtîgehê dimîne.

Kurê wî û xwarziyê wî şehîd bûn

Piştî ji girtîgehê derdikeve, xebatên xwe berfirehtir dike û tevî malbata xwe bi hemû hêza xwe ji bo civaka êzidî û azadiya Kurdistanê xebat dimeşîne. Di vê navberê de kurê Zekî Şengalî yê bi navê Qasim Ozden (Sîpan) û kurê xwîşka wî Xanê Demîr di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd dibin.

Zekî Şengalî sala 1999’an biryar vegera welat dide û berê xwe dide Kurdistanê. Bi têkoşîn, xebat û pêwendiyên xwe bandorek mezin çêdike. Di nava Tevgera Azadiyê Kurdistanê de jî rolek girîng dilîze û dibe Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK).

Şengalî, di gelek waran de kar û xebatên girîng dimeşîne lê bi taybet ji civaka êzidî û yekitiya gelê êzidî têdikoşe.

Mam Zekî kesayetek neteweyî bû û xwedî hestekî şoreşgerî bû. Qet fikir û hizrê wî Kurdistan parçe nekir. Timî ji bo yekitiya neteweyî kar dikir. Lewma di sala 2013’yan de pêşengtiya civînên ji bo kongreya neteweyî dike. Hewl dide ku nakokiyên di navbera aliyan de bi dawî bike û nêzî hev bike û hêviya gelê kurd a bi salan pêk bîne. Lê xêrnexwazan nehişt ev hewldan bigihêje armancê.

Dijî fermanê berê xwe da Şengalê

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran pêşmerge ji Şengalê vekişiyan, kesên ku xwe wek pêşengên êzidiyan didîtin, di nava 24 saetan de dest ji gel û axa Şengalê berdan û êzidî bi tenê hiştin. Lê Mamê Êzidxanê Zekî Şengalî ji her kesî cudatir berê xwe da wargeha miqedes û bi hawara  gelê xwe ve çû.

Sembola yekitiya êzidiyan

Zekî Şengalî di demek kurt de cihê xwe di dilê civaka êzidî de çêkir, loma civaka êzidî wî wek sembola yekitiya êzidiyan dibînin.

Eliays Qasim ku di demên herî zehmet de bi Mam Zekî re bû, wiha behsa wan rojan dike: “Em di rewşekî pir zehmet debûn, her kes ji Şengalê direviya lê Mam Zekî berê xwe da Şengalê, di nava şert û mercên giran de Mam Zekî jiyan li Şengalê hilbijart û herdem hewl dida ku tevhiya gelê êzidî bike yek dest û ji bo Şengalek xweser kar bikin. Dijim ji vê ked û xebatên wî tirsiya loma ew kirin hedef û Şehîd xistin.”

Eliays Qasim

Pêşengiya parastina Şengalê

Parastina Êzidxanê dibe yek ji qadên ku Mam Zekî pêşengiyê dike. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê re, civaka êzidî ya bê parastin hatiye hiştin, di komkujiyê re hat derbaskirin. Lewma li gel berxwedanê, ji bo avakirina hêzên parastina Êzidxanê jî bi lez û bez xebat tên meşandin. Mam Zekî di vê xabetê de jî rolek sereke dilîze û pêşengiya avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Asayîşa Êzidxanê dike. Hêzên YBŞ/YJŞ li aliyekê bi perwerdeyan hatin mezinkirin, li aliyekê di rizgarkirina herêmê de rolek girîng lîstin.

Di nava 7 salan de bi hezaran şagirtên Zekî Şengalê li her çar aliyên Şengalê, bi şev û roj li ser pêyan e û parastina gelê xwe dikin. Her wiha şagirtên ku bi  ked û perwerdeya Mam Zekî, Dilşêr û Egîdan  hatine gihandin, di têkbirina DAIŞ’ê de rola serke lîstin û heya Reqayê li pey çeteyan bûn û tola keç û jinên êzidî hildan.

Pêşengiya xebatên siyasî

Ked û pêşengiya Mam Zekî, di nava civaka êzidî de cihekî mayinde ava kir, ew bû Mamê Êzîdxanê û di dilê êzidiyan de hêlîn çêkir.  Ji bo gelê êzidî di aliyê siyasî de bibe xwedî îrade û karibe di her qadê beşdarî pêvajoya siyasî de bike di sala 2017’an Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ)  avakiribû û di heman salê de ji Iraqê fermiyeta xwe wergirt, her wiha PADÊ’ê di sala 2018’an de beşdarî di hilbijartinên parlemantoya Iraqê bû.

‘Hedefa wî avakirina yekitiya êzidiyan bû’

Endamê Meclisa PADÊ’yê Heyder Şengalî ku yek ji kesên di nava PADÊ de bi Mam Zekî re kar kiriye li ser kesayeta Zekî Şengalê wiha axivî: “Ji bo wî tu cudahiya kesên belengaz û dewlemend nebû. Li ku derê alîkarî jê hatiba xwestin bi derdora xwe re dibû alîkar, bi berdewamî serdana malbatên êzidî dikir, feqîr û dewlemend ji bo wî ne girîng bû. Hedefa wî her tim yekitiya êzidiyan bû. Ji bo ku partiyên siyasî yên êzidî bibin yek, herdem di nava hewldanan de bû û xwesteka wî ya sereke ew bû ku êzidiyan li hev kom bike.”

Heyder Şengalî

Bû hedefa dijminên civaka êzidiyan  

Xêrnexwazên ku li ser Êzidxanê hesabên wan ên tarî hebûn, ev rola Mam Zekî dîtin û ew kirin hedef. Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Mam Zekî tev li merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de pêk anî bû dibe. Piştî merasîmê Mam Zekî berê xwe dide Şengalê. Lê dewlet tirk a dagirker ku tevî ewqas êşên hatine kişandin jî êrîşî Şengalê dikir, Mam Zekî jî kiribû hedef. Dema wesayîta Mam Zekî digihîje Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, balafirên şer ên dewleta tirk bombebaran dikin. Di encama bombebaranê de Mam Zekî şehîd dibe.

Dema nûçeya şehîdbûna Mam Zekî belav bû, bi sedhezaran kes li Rojava, Bakur, Başûr û Ewropayê rabûn ser pêyan û êrîşa tirsonek şermezar kirin.

Cenazeyê Mam Zekî, di 19’ê Tebaxa 2018’an de li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê, bi beşdariya hezaran kesan hat oxirkirin.

Civaka êzidî li ser şopa Mamê xwe ye

Gelê êzidî piştî şehadeta Mam Zekî, li ser şopa wî îradeya xwe hîn xurt kir. Li aliyekê bîranîna Mamê xwe didin jiyandin, li aliyekê ji bo naskirina pergala xweser a Êzidxanê têdikoşin. Li cihê ku Mam Zekî lê hatiye şehîdkirin, bîrdariyek hatiye avakirin û ji aliyê gel ve tê ziyaretkirin.

‘Bi mîsogerkirina xweseriya Şengalê em ê xeyala Mamê xwe pêk bînin’

Malbatên Êzidî jî navê ‘Zekî’ li zarokên xwe dikin û Mamê xwe didin jiyandin. Yek ji van zarokan  kurê welatiyê bi navê Xelîl Hecî ku di roja şehadeta Mam Zekî hatiye dinê ye. Xelîl dibêje ku di saeta Mam Zekî şehîd bûye de zarokê wî çêbûye û wan jî heman rojê navê Zekî danîne û wiha dibêje: “Mam Zekî ji bo malbata me û tevahiya Êzidxanê pir girîng bû. Em çi bikin jî nikarin ji heqê Mamê xwe bidin, tenê tişta ji me tê xwestin ew e em Xweseriya Şengalê mîsoger bikin. Bi vê yekê em dikarin xewn û xeyala Mamê xwe pêk bînin.”

Xelîl Hecî

Çavkanî: Îbrahîm Êzidî / Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar