Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn dabû destpêkirin. Serdozgeriyê biryara binçavkirina 88 kesan dabû. Di 13’yê tebaxê de di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser 104 malan de girtibûn û nûçegîhana Jinnewsê Bêrîtan Canozer û rojnameger Kadîr Bayram jî di nav de 58 kes binçav kiribûn.
Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer piştî ku li midûriyeta polîsan îfade da serbest hat berdan. AMED