Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Dewleta tirk a hov êrîş dike, dinya bêdeng e

Dewleta tirk a dagirker ku hemû pîvanên mirovî binpê kiriye bi awayekî hovane êrîşî nexweşxaneya li Şengalê kir, welatiyên ku bi hawara birîndaran çûn jî bûn hedefa balafiran. Lê di serî de Iraq hemû dinya bêdeng e

Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker ku duh li navenda Şengalê seyareya YBŞ’ê bombebaran kiribû û fermandarek YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şehîd kiribû, îro jî nexweşxane kir hedef.

Balafirên ku duh li pêş çavên Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî yê çûbûn Musil û Şengalê bombebaran kiribû, îro dîsa li pêş çavên dinyayê êrîşî nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê başûrê çiyayê Şengalê kirin.

Piştî êrîşa yekemîn, gelê herêmê hewl da ku birîndaran ji avahî derxîne lê balafiran careke din êrîş kir. Li ser van herdu êrîşan welatin xwestin xwe bigihînin nexweşxaneyê û birîndaran rakin lê cara sêyem bombebaran kir.

Piştî sê êrîşan, welatiyan karîbû hinekê xwe nêzî nexweşxaneyê bikin û birîndaran veguhezinîn nexweşxaneyên din.

Ji ber êrîşên hovane, heta niha der barê şehîd û birîndaran de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Gelê Şengalê ku xwe gihandiye cihê êrîş hêrs û nifrîna xwe anî ziman.

Balkêş e ku duh di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ya Musil û Şengalê de êrîş pêk hatibû lê Iraqê bi fermî tu bertek nîşan nedabûn. Îro jî heta niha dijî êrîşê helwestek nehatiye nîşandan û cîhan jî bêdeng e. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar