Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: 9 dagirker hatin kuştin

Li Geverê li dijî 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kîrpî, gerîla çalakiya sabotajê kir. Di encamê de wesayîteke Kîrpî bi temamî îmha bû, 9 leşkerên tirk ên dagirker jî hatin kuştin. Çalakî ji bo hilanîna tola Îbrahîm Hesen ê başûrê Kurdistanê hat kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

16’ê tebaxê saet di 12:00 û 17:30’î de bi çekên giran 2 caran derb li dagirkerên li qada Girê Kato hate xistin. Di her du çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin, bi serketî li wan hat xistin.

Sibeha 16’ê tebaxê li dijî dagirkerên ku li Geliyê Girê Azad tevdigeriyan, hêzên me bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hat cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

16’ê tebaxê saet di 23:30’î de hêzên me li du helîkopterên êrîşê xistin ku dixwest bombeyan li qada Stûnê ya Avaşînê bibarînin. Helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji herêmê biçin.

16’ê tebaxê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kîrpî ku ji Qereqola Wargenima diçû gundê Kendalokê ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin û kontrolkirin. Saet di 06:45’an li dijî wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiya sabotajê hat kirin. Di encamê de wesayîta bi tîpa Kîrpî bi temamî hat îmhakirin, bi zelalî 9 dagirker hatin cezakirin.

Ev çalakiya serketî ku bi rêbaza gerîlayê profesyonel ji aliyê hêzên me ve hat kirin, ji bo hilanîna tola welatparêzê me yê hêja yê ji başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hesen pêk hat ku Hesen li gundê Dêşîşê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatibû şehîdxistin.

Li herêmên Avaşîn û Zapê;

16’ê tebaxê saet di navbera 21:10-00:00 de li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Banista, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman helîkopter geriyan.

16’ê tebaxê danê sibehê û 17’ê tebaxê saet di 08:30’î de tunelên şer ên li qada Girê Sor bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombekirin.

16’ê tebaxê saet di navbera 10:00-15:30’î de û 17’ê tebaxê saet di 06:00 li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê 2 caran gazên kîmyewî hatin bikaranîn.

16’ê tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de li qada Werxelê bi helîkopterên êrîşê û teqemeniyan bombe li tunelên şer hatin barandin. Her wiha liv û tevgereke berfireh a droneyan li ser herêmê dewam dike.

Ji ber bombardûmana bi obus û hawanan a artêşa tirk a dagirker a ji qereqolên li ser sînorê qada Stûnê, şewata li herêmê derketiye dewam dike.

16’ê tebaxê saet di navbera 21:15-23:00 de li herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê bombe li qada Tîpa T hat barandin.

12’ê tebaxê saet di navbera 21:00-00:00 de li herêma Heftanînê helîkopterên êrîşê bombe li derdora gundê Banîkê barandin.

16’ê tebaxê saet di navbera 20:00-01:00 de li qada Qaşûrayê liv û tevgera helîkopteran hebû. Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê jî bi helîkopterên êrîşê û obusan bombe li derdora gundên Kêste, Hirorê û Girê Zendûrayê hatin barandin. Bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên xelkê me yê sivîl kir.

16’ê tebaxê saet di navbera 13:50-13:55’an de li herêm Garê balafirên şer 2 caran bombe li qada Kafyayê barandin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar