Nêrgiz Ismayil |
Wekî çanda resen a herêmê her sala li qiraxa Çemê Firatê Karnevala Aştiyê dihat destpêkirin. Karnaval rojekê bû û ger rêya keştiyên ku her deme ji bo ger, seyran û girtiyan masiyan dihat kirin. Ev karnaval ku wek çanda gelê herêmê bû, ji sala 2012’an û şûn ve hat sekinandin.
Lê karnaval piştî amadekariyên mezin îro saet 6’ê sibehê dîsa destpê kir.
Têkildarî karnavalê Berpirsê Karên Peywendiyan ê Komeleya Marî ya Çand û Hunerê û Ekolojiyê Serdar Şerîf behsa vê destpêşxeriyê kir û da diyarkirin ku armanca serke ew e ku bikaribin bi rêka çalakiyên civaka sivîl wan hest, raman û hişmendiya gelê bakur û rojhilatê Sûriyayê bi awayeke zindî bidin diyarkirin û got ku lê karnaval 2012’an de ji ber rewşa ewlakarî û êrîşên li ser gelek herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatiye rawestandin.
Xelkên vê herêmê şer naxwazin
Şerîf diyar kir ku hemû xelkên herêmê ku jig elek pêkate, mezheb û neteweyan pêk tên bi vê çalakiya xwe yekitiya çand û hevgirtina civakî pêş dixistin û wiha got: “Her wextê ava Firatê ku bi rengê xwe yê hêşîn tê naskirin, bûye sembola aramî û aştiyê. Di heman wextê de bi tama masiyên xwe tê naskirin ku hem reng hem tama wê xweş e. Lewra ev gaveke gelekî serkeftî ye ku piştî ew qas salên zilim, zor û talankirinên ku terorîstan di herêmê de çêkirine, çalakiyeke bi vî rengê xwe yê civakî li dar bikeve. Ev bi serê xwe serkeftineke û dide diyarkirin ku vîna gelan hetanî dawî dikare bibe xwedî hebûn û bi ser bikeve.”
Çalakiya me peyameke aştiyane ye
Serdar Şerîf destnîşan kir ku bêguman ekîpa Marî piştî nirxandina biryar da karnaval careke din yanî îro dîsa destpê bike û wiha behsa projeyê kir: “Proje li ser vî esasî ye; keştî bi hejmareke 50 kesî hilbigire, ew kes jî yên ku kar û barê xebatên sivîl di herêmê de didin meşandin.
Wê karneval ji demjimêra şeşê sibehê heta şeşê êvarê berdewam bike. Ji herêma Mensûra destpê bike heta bigihêje Reqayê. Dema gihişt Reqayê jî dê ji aliyê sazî û dezgehên civaka sivîl ve bên pêşwazîkirin. Her wiha dê saziyên rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê hebin. Di dema gerê de dê li hin cîhan rawestin û bêhn vedin, di wê bêhnvedanê de dê semînerên li ser aştî, aramî, hevgirtin û pev re jiyandinê bêne pêşkêşkirin.”
Helwesta rast ew e em jî xwediyê aşîtiyê ne
Her wiha di dawiya axaftina xwe de Berpirsê Karên Peywendiyan ê Komeleya Marî ya Çand û Hunerê û Ekolojiyê Serdar Şerîf ev tişt got: “Bila hemû cîhan bizanibe ku em ne ji wan gela ne ku her demê şer dixwazin. Em û hemû gelên li vê derê dijîn bi taybetî jî herêma Reqayê, me gelek zehmetî ji destên DAIŞ’ê dît. Zilmeke ku dîrok bi xwe jî nikare di dilê xwe de hilbigire. Lewra ev Karnevala Aştiyê ne sembol e, ew rastiya xelkên vê herêmê ne ku ji bo aşîtî li her deverê cîhanê çêbibe em ê her demê wekî sazî, dezgeh û komeleyên sivîl di nava tekoşînê de bin. Jiyan li ser xaka Mezopotamyayê dest pê kir û dê li vê derê jiyan azad bijî. Ji ber em ew miletin ku hêja ne di nava bextewariyê de bijîn.”