Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Berpirsyariya her kesî ye ku rê nede qirkirineke nû

Partî û saziyên kurdistanî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar li ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê rabûn û diyar kirin ku dewleta tirk hewl dide êzidiyan qir bike, lewma berpirsyariya her kesî ye ku li ber qirkirineke nû rabe

Navenda Nûçeyan |

Platforma ‘Ji bo yekitiya neteweyî ya Kurdistanê / Ewropa’ ku ji saziyên kurdistanî yên li Ewropayê pêk tê, li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da û banga lezgîn kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşa dewleta tirk a li ser wesayîtek li Şengalê û Nexweşxaneya gundê Sikêniyê ku di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, sûcê şer ê navneteweyî û dijminatiya li civaka êzidî ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk hewl dide qirkirina civaka êzidî ku DAIŞ’ê nekarî bike, dewam bike û wiha hat gotin: “Gelê êzidî gelek caran ji hêzên navneteweyî re gotiye ku Tirkiye ji bo Şengalê gefeke mezin e. Daxwaza naskirina xwerêveberî û xweparastinê kirin. NATO’yê û dewletên din rê dan Tirkiyeyê ku êrîşî êzidiyan bike. Bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî komkujiya li ser êzidiyan hîn jî dewam dike.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku civaka êzidî yek ji civakên herî kevn ê Mezotopamyayê ye û ev tişt hat gotin: “Piştî qirkirina Tebaxa 2014’an, mafê êzidiyan e ku xwe biparêzin. Erk û berpirsyariya navneteweyî ye ku li ber qirkirineke nû bisekine. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze qirkirina ku DAIŞ’ê sala 2014’an kir dewam bike û êzidiya bi rêk û pêk qir bike. Em careke din bang li mirovahiyê dikin ku li dijî êrişên Tirkiyeyê bisekinin û wan rawestînin. Em bang li civaka êzidî, civaka kurd, dostên demokratîk û mafên mirovan dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk seferber bibin, li ber xwe bidin.”

Saziyên ku daxuyanî dane

Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK

Tevgera Goran

KCDK-E (Kongra Civaka Demokratîk a Kurdistanê-Ewropa)

TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa)

Partiya ŞÛÎ – Başûrê Kurdistanê

Kongra Star (Rêxistina Jinan a Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê) Ewropa

Partiya Zahmetkêşan – Başûrê Kurdistanê

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan)

Tevgera Azadî

PYD (Partiya Yekitiya Demokrat)

P.D.K.S (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê)

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye

PÇDKS (Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê)

Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li Sûriye

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriye

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriye

Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriye

Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriye

Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriye

PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)

KKP (Partiya Komînîsta Kurdistan)

Tevgera Kawa

PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistan)

Yakyatî Şoreşgêrî Kurdistan

KODAR (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê)

KJAR (Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê)

Platforma Horam

Platform Zagros

Platform Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Demokrat û Pêşverû Kurdî li Sûriye

Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA ( Federasyona Elewiyên Kurdistanê)

NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiyan)

Kurdische Zentrum Berlin

CIK ( Civaka Îslamî ya Kurdistanê)

Enstîtuta Kurdî – Almanya

Enstîtuta Kurdî – Bruksel

MŞD (Meclisa Şingal a Derveyî Welat)

YMK (Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê)

YES (Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamyayê

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê

Kurdistan human rights Association

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar