Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

KCK: Ji bilî berxwedanê azadiya Êzidxanê nepêkan e!

KCK'ê têkildarî êrîşa dewleta tirk a li ser Şengalê wiha got: “Ji bilî berxwedanê, nepêkan e ku azadiya Êzidxanê û xwerêveberî bê misogerkirin. Dibe ku berdêl bên dayîn lê belê bi berxwedanê dê xweserî û xwerêveberiya Êzidxanê teqez misoger bibe.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta tirk careke din êrîş bir ser Şengalê û nîşan da ku hevkarê DAIŞ’ê ye û wiha hat gotin: “Bi balafirên şer êrîş bir ser wesayîta yek ji pêşengên civaka êzidî Seîd Hesen ku Hesen li dijî êrîşên DAIŞ’ê li refên herî pêş li ber xwe dida û pêşî li êrîşa qirkirinê ya DAIŞ’ê girt. Di vê êrîşê de rêberê gelê êzidî Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê biraziyê wî Îsa Xwedêda şehîd bûn. Em ji malbatên wan ên hêja û tevahiya xelkê êzidî re sersaxiyê dixwazin û pê bawer in ku Êzidxan a azad û xweser û hesreta wan bû, dê pêk were. Rojek piştî vê êrîşê, vê carê êrîş birin ser nexweşxaneyek li Şengalê û di encamê de şervanên YBŞ’ê Hemîd Sadun (Qîran Sîba), Xidir Şeref (Pîr Xidir), Ramî El Salim (Ronî), Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar) û kedkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Mûhlîse Sîdar şehîd bûn. Em sersaxiyê ji malbatên wan û tevahiya gelê êzidî re dixwazin û ji 4 kesên birîndar bûne re şîfa xêrê hêvî dikin.

Şehîd Seîd Hesen baweriya xwe bi fikra Rêbertî anî

KCK’ê destnîşan kir ku ji pêşengên leşkerî û siyasî yê xelkê êzidî Şehîd Seîd Hesen baweriya xwe bi fikrên Rêbertî anî bû û ev nirxandin kir: “Qedir û qîmetê ku Rêber Apo dide êzidiyan dilsoziyeke mezin pê re çêkiribû. Ji bo êzidiyan di çarçoveya fikrên Rêber Apo de perwerde û birêxistin bike, pêşengî ji damezrandina Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (TEVDA) re kir. Ji sala 2004’an heta sala 2014’an bi berpirsyariya TEVDA’yê rabû û ji bo xurtkirina hişmendiya demokrasî û azadiyê li nava êzidiyan hewl da.

Şehîd Seîd Hesen ku rêberê xelkê êzidî bû, bi helwesta xwe ya li dijî DAIŞ’ê ispat kir ku ew rêberekî rasteqîn ê êzidî ye. Dema ku DAIŞ’ê êrîş bir ser Şengalê cihê xwe di nava 12 gerîlayan de girt ku pêşî li êrîşa qirkirinê ya DAIŞ’ê girtin. Tevî malbat û eşîra xwe, pêşengî ji wê yekê re kir ku xelkê êzidî li Şengalê bimîne. Li dijî êrîşên qirkirinê, weke îradeya hebûnê ya xelkê êzidî li Şengalê mil bi mil li gel gerîla li ber xwe da û sekna xwe ya Derwêşê hemdemî nîşan da. Eger tevî deh hezaran mirovên ji xelkê Şengalê li gel serma zivistanê û germa havînê, li gel her cûre bêderfetiyan li çiyayê Şengalê nemabûya, xelkê êzidî wê îro bêxak bûya. Dibe ku êzidî careke din nekarîbûna li Şengalê vegerin. Lewma Şehîd Seîd Hesen mîna Derwêşê hemdemî li gel gerîla êrîşên qirker ên DAIŞ’ê şikand. Ji ber vê yekê jî wê tu carî ji aliyê êzidiyan ve neyê jibîrkirin.

Li gel fermandarên mezin ên gerîla Dilşer, Egîd û Nûjîn mil bi mil li dijî DAIŞ’ê şer kir. Gerîlayên leheng ên ku DAIŞ rawestandin, xwe spartin Şehîd Seîd Hesen û hem li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe dan, hem jî xelkê êzidî li warê wan li Şengalê hiştin. Vê rastiyê raxist pêş çavan ku rêberê xelkê êzidî Şehîd Seîd Hesen çiqasî bi xelkê xwe, bi şehîdên fermana 72’an re dilsoz bû. Şehîd Seîd Hesen di serî de keça xwe Şehîd Bêrîvan Şengal gelek xizmên xwe di têkoşîna azadiya Êzidxanê de şehîd da û ji bo afirandina Êzidxana azad û xweser nîşan da ku xelkê êzidî divê bi vê helwestê tevbigere.

Derwêşê Hemdem Seîd Hesen

Derwêşê hemdem Şehîd Seîd Hesen tevî Dilşer, Egîd û Nûjînan di têkoşîna avêtina DAIŞ’ê ji Şengalê de, YBŞ ava kir û Êzidxan kir xwedî hêza xweparastinê. Eger îro êzidî xwedî hêza xweparastinê be, rola Seîd Hesen gelekî mezin e ku di êrîşa dewleta tirk de şehîd bû. Şehîd Seîd Hesen tevî rola xwe ya li damezrandina YBŞ’ê, di avakirina Meclisa Şengalê de jî tevî Mam Zekî yê êzidiyan bi rola pêşengiyê rabû. Weke dîwana kongreyê kir ku meclis bê avakirin û bi vî rengî weke damezrînerê xweparastin û xwerêveberiyê cihê xwe yê nemir di dîroka êzidiyan de girt. Êzidî wê vê pêşengî û keda Şehîd Seîd Hesen ji bîr nekin. Hewldanên wî wê teqez bi Êzidxana Azad bên tacîdarkirin.

Dixwazin Şengaleke wisa biafirînin ku êzidî bi temamî lê bên qirkirin

Di demekê de ku dihate gotin wê Serokwezîrê Iraqê Kazimî biçe Şengalê ev êrîş hate kirin ku ev yek jî nîşan dide êrîş plankirî ye. Li ser zexta dewleta tirk, li ser şantaja PDK’ê di navbera Iraq û PDK’ê de li hevkirinek hatibû çêkirin. Bi êrîşên dewleta tirk re tê xwestin ku îradeya êzidiyan bê şikandin, ev peyman bi cih bê anîn û Êzidxan li rewşa beriya Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bê vegerandin. Heman piştî êrîşa dewleta tirk Serokwezîrê Iraqê Kazimî ragihand ku wê peymana li ser Şengalê bi cih were anîn û balafirên şer ên tirk jî bombe li nexweşxaneyek li Şengalê barand. Ev yek jî radixe pêş çavan ku bi tasfiyekirina xweparastin û xwerêveberiya êzidiyan dixwazin Şengaleke welê biafirînin ku êzidî bi temamî lê bêne qirkirin. Li hemberî vê rewşê, erk û wezîfeya dikeve ser milê xelkê êzidî, dost û mirovên xwedî wijdan û bi edalet, ew e ku li dijî êrîşan li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê nepêkan e ku Êzidxan azad û xweser bibe. Dibe ku berdêl bêne dayîn lê belê bi berxwedanê wê xweserî û xwerêveberiya Êzidxanê teqez misoger bibe.

Bêguman ger li nava Şengalê xayîn û noker tune bûna, êrîş bi vî rengî nedibûn. Li Şengalê şebekeyeke xiyanetê hatiye birêxistinkirin; ev jî îstîxbaratê dide dewleta tirk ku mîna DAIŞ’ê dijminê ol û nasnameyên cuda ye. Şehîd Seîd Hesen li dijî komkujiyên DAIŞ’ê û revandina bi hezaran jinên êzidî gelekî bi hêrs bû. Li dijî nokerî û xiyanetê gelekî bi hêrs bû. Ji ber vê yekê êrîş birin ser rêberê xelkê êzidî Seîd Hesen. Vê rastiyê careke din raxistiye pêş çavan û nokerî û xiyanet ji bo tevahiya gelê kurd birîneke mezin e. Ji bo dermankirina vê birînê jî divê Êzidxan a Azad pêk were.

Ev êrîş li dijî Iraq û gelê Iraqê ve hatiye kirin

Pêkhatina vê êrîşê di demekê de ku Kazimî wê bihate, nîşan dide ku êrîş ne tenê li ser Şengalê û êzidiyan e. Ev êrîş di heman demê de êrîşa li dijî Iraq û gelên Iraqê ye. Lewma divê Iraq li hemberî êrîşa li ser Şengalê helwestekê nîşan bide. Eger li hemberî vê êrîşa li ser Şengalê ku parçeyek ji Iraqê ye helwesteke bêdeng bê nîşandan, ev ê bê wateya pêkanîna pêleke nû ya êrîşên DAIŞ’ê li ser Şengalê. Ji ber vê yekê êzidî jî, gel hemû jî, her kesên xwedî wijdan û bi edalet ji Iraqê dixwazin ku li hemberî dewleta tirk helwestekê nîşan bide.

Ji êrîşa li ser Şengalê Amerîka berpirsyar e

Ji vê êrîşa li ser Şengalê Amerîka jî berpirsyar e. Qada hewayî di fermiyekê de bi ser Iraqê ve be jî, bi esasî kontrola wê di destê Amerîkayê de ye. Lewma ji her êrîşa hewayî ya li ser Şengalê, ji her windahiyan Amerîka jî berpirsyar e. Bêdengiya li hemberî êrîşa li ser gelê êzidî, bêdengiya li hemberî êrîşa li dijî rêberekî gelê êzidî ku li dijî qirkirinê û DAIŞ’ê li ber xwe dan, di heman demê de bêdengiya li hemberî êrîşa DAIŞ’ê ye. Jixwe dewleta tirk dixwaze armanca DAIŞ’ê bi rêya van êrîşan temam bike.

Ev êrîşên dewleta tirk careke din nîşan dane ku xweserî û xweparastina êzidiyan divê hem ji aliyê Iraqê ve bê qebûlkirin, hem jî saziyên navneteweyî bipejirîne. Tenê bi vî rengî pêşî li êrîşan dikare bê girtin. Divê êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên li dijî êzidiyan, kurdan, bawerî û gelên cuda bêne rawestandin û bi vî rengî nebin hevparê van sûcan. Ji aliyê piraniya mirovahiyê û gelek dewletan ve tê qebûlkirin ku êzidî hatin qirkirin. Wê demê divê xweserî û xweparastina vî gelî jî bê qebûlkirin. Li hemberî qetilkirina bi hezaran êzidiyan, li hemberî revandina bi hezaran jinên êzidî û li pêşberî qirkirina êzidiyan mirovahî bi vî rengî dikare wezîfeya xwe bi cih bîne.

Em rêberê gelê êzidî yê hêja Şehîd Seîd Hesen û şehîdên êzidî hemûyan careke din bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata hêja û xelkê êzidî hemûyan re soz didin ku mîna duh, ji niha û pê ve jî em ê bi her awayî piştgiriya wan bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar