Nêrgiz Ismayîl |
Karnavala Aştiyê ku di 18’ê tebaxê de li qiraxa Çemê Feratê destpêkiri bûn, êvara heman rojê bi dawî bû.
Berpirsê Peywendiyên ji Derve yê Komala Marî Serdar Şerîf encama çalakiya Karnevala Aştiyê şîrove kir.
Şerîf di destpêka axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ev ne cara yekem e ku em bi vê destpêşxeriyê dixwazin ji cîhanê re peyama xwe ya aştiyane bidin diyarkirin. Em wekî hemû gelên vê herêmê ji dîrokê û heta îro zarokên dergûşa mirovahiyê ne. Welatê ku her demê ji şer û cengên giran rizgar nebûye. Pêkhateyên çi kurd, ereb, ermen, suryan, tirkmen, çerkez û hemû pêkhate di hemû pêvajoyan de bûne sembola jiyaneke hevgirtî, civakî û xwedî mozaîka çandê.
Em weke Komeleya Marî xwest di wextaka ku êrîşên dijwar li ser nirxên mirovahiyê heye, bi vê çalakiyê rabin. Ne tenê li ser kurdan, li ser tevahiya cîhanê. Em gihiştine wê bîr û baweriyê ku mirovahî bê jiyaneke aram, ewleh û aştiyane nejîn dê tu wateya hebûna miletan wekî civaka mirovahiyê nemîne. Lewma me xwest vê banga xwe ya aştiyê bigihînin hemû cîhanê ku em bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê ne, aşîtiyê dixwazin û em xwediyê aştiyê ne.”
Armanca sereke belavkirina aştiyê ye
Berpirsê Peywendiyên ji Derve yê Komala Marî Serdar Şerîf destnîşan kir ku armanca sereke ya Komeleya Marî ew e ku çanda aştiyê li hemû Sûriye û cîhanê belav bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Karneval roja 18’ê tebaxa 2021’an saet şeşê sibehê dest pê kir û heta şeşê êvarê berdewam kir. Kesên ku li keştiya vê karnevala Çemê Feratê siwar bûn piranî nivîskar, şêwekar û kesên di dezgeh û saziyên sivîl de dixebitin bûn. Sedema tevlibûna wan Karnevala Aştiyê, xwestin peyama xwe ya çanda aştiyê di nav xelkên herêmê û cîhanê de belav bikin.
Karnevala Marî ya Aştiyê rêwîtiya xwe ya di Çemê Feratê de dest pê kir, ji ber ev salên gelek dirêj bûn ku şer û zilm li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatine derbaskirin. Lewma ew çanda resen a civaka Sûriyeyê pêwîstî hebû bê vegerandin û careke din ev milet cewhera xwe bide diyarkirin.
Karneval ji baraja Mensûra li Tebqayê hat destpêkirin heta gihişt pira Reqayê ya kevin ku ew pira dîrokî çend salan di destê DAIŞ’ê de mabû. Komeleya Marî armanca wê ya serke ew e ku çanda aştiyê li tevahî Sûriyeyê û cîhanê belav bike. Dê çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin. Bijî aştiya gelan.”