Şerê navxweyî yê ku 14’ê adara 2011’an li Sûriyeyê dest pê kir kete sala 9’an. Di vî şerî de bajar ser û bin bûn. Bi sed hezaran mirov hatin kuştin. Bi deh hezaran mirov aqûbeta wan hîn jî nediyar e. Bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bûn. Gelek bajar, navçe, bajarok, gund hilweşiyan û ketin destê çeteyan. Bi dehan komên ku qaşo ji bo rizgarkirina Sûriyeyê ji rêveberiya heyî bi rê ketin, gelek caran nav guhertibin jî hemû ketin bin kontrola Tirkiyeyê û Erdogan. Ji bilî Tirkiye û Erdogan gelek welatan dest dirêjî karên navxweyî yên Sûriyeyê kirin lê şerê navxweyî bi encam nekirin, li pêşiya xelkên Sûriyeyê bûn asteng kirin çareseriyekê peyda bikin. Serokdewletê Sûriyeyê û rêveberiya wî ku ji bo li ser pêyan bimîne piştgirî ji Îran û Rûsyayê wergirt, ji ber vê yekê nekarî bi îradeya xwe çareseriyekê biafirîne. Lewma pirsgirêk girantir bû.
Rojên dawî Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad gotineke ne ji rêzê bilêv kir û wiha got: “Sûriye wê li beriya 2011’e venegere, dikare bi rêveberiyeke nenavendî bê birêvebirin.” Vê daxuyaniyê kir ku nîqaşeke nû dest pê bike. Ev daxuyaniya Beşar Esad ji aliyê gelek derdoran ve hat nirxandin û hîn jî tê nirxandin.
Dê li 2011’ê venegere lê bi ku ve biçe?
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed anî ziman ku daxuyaniya ‘Sûriye dê li beriya 2011’an venegere’ mikurhatineke girîng e lê belê bi qasî vê yekê bersiva li pirsa ‘Sûriye wê ber bi ku ve biçe’ girîng e.
Ehmed li ser gotina ‘Sûriye dikare bi rêveberiyeke nenavendî were birêvebirin’ ku yekemcar ji devê Esad derket, ev nirxandin kir: “Rast e, Sûriye dê li beriya 2011’an venegere. Bi salane em vê yekê dibêjin. Lê belê Sûriye wê ber bi ku ve biçe? Ev pirseke girîng e. Tespîtkirina pirsgirêkê ya bi rengekî rast, tê wateya nîvê çareseriyê. Bersiva rast a li vê pirsê jî temamiya çareseriyê ye. Rejîmê heta niha digot, ‘Sûriye wê her tim mîna xwe bimîne’. Yekemcar Serokdewlet gotina ‘Sûriye bi sîstema beriya 2011’an nikare bê birêvebirin, dikare bi sîstemeke nenavendî bê birêvebirin’ bilêv kir.”
Divê bê guhertin
Ehmed anî ziman ku ji bo daxuyaniyên Serokdewlet Beşar Esad bi cih bê anîn, divê Sûriye ji aliyê hiqûqî, siyasî, çandî, aborî ve di ber çavan re bê derbaskirin, bê guhertin û ev tişt anî ziman: “Dema ku ev hat kirin, hingî wê sîstema navendî bê terikandin û derbasî sîstema nenavendî bibe. Di axaftina Serokdewletê Sûriyeyê de li gotî xala 107’an sîstema nenavendî tê destnîşankirin. Li gorî xala ku qalê kir, qala sîstemeke li ser rêveberiyên xwecihî yanî şaredarî bê meşandin tê kirin. Lê belê ev qanûn jî piştre ji cewhera xwe hate derxistin. Bi xalên cuda bandora wê hate kêmkirin. Naveroka wê hate valakirin. Yanî wê walî, serokê meclisa bajêr, şaredar û hwd. wê berpirsyarên xwerêveberiyê hebin, lê belê ew jî wê bi tayînkirinê bên wezîfedarkirin. Yanî normal li gorî wê xalê diviyabû bi hilbijartinê bihatina wezîfedarkirin. Lê belê bi tayînkirinê re naveroka wê xalê hate pûçkirin.”
Rêya çareseriyê
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di hevdîtinên me hemûyan de yên bi rejîm û rêveberiya Sûriyeyê re hatin kirin, ji me re digotin ’em li ser sîstemekê ku bi tayînkirinê bê meşandin li hev bikin’. Me jî ji wan re digot, sîstemeke bi navê Sîstema Demokratîk a Xweser heye, ger nîqaş wê bê kirin divê li ser vê bê kirin. Eger em ê li hev bikin li ser vê yekê divê em nîqaş bikin, lê zêde bikin, yan jî jê derxînin. Lê belê wan timî digotin, ‘Na, em li ser xala 107’an nîqaş bikin’.
Em ji wê re jî ne girtî bûn. Me ceriband ku xala 107’an jî nîqaş bikin, lê belê di mijara çareseriyê de tiştek jê derneket. Ji ber ku ew naxwazin destûra bingehîn biguherînin. Dema ku destûra bingehîn neyê girtin wê tu encam û çareserî jê dernekeve, tiştek neyê guhertin.
Lê belê gotina ‘Êdî Sûriye li beriya 2011’an venagere, Sûriye êdî bi sîstemeke navendî nikare bê birêvebirin’ gotineke nû ye.
Eger di çarçoveya vê daxuyaniyê de bikevin nava lêgerîn û hewldanan, dest bi hevdîtinan bikin û nîqaşên kûr li ser bê kirin, hingî mirov dikare bêje ku ev yek dikare xizmetê ji çareseriyê re bike.” Çavkanî: ANHA / Seyît Evran-Qamişlo