Navenda Nûçeyan |
Di 16’ê Tebaxê de balafirên dewleta tirk a dagirker wesayîta fermandarê YBŞ’ê Saîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda bombebaran kir. Di encama êrîşê de Seîd Hesen û Îsa Xwedêda şehîd bûn.
Piştî wê bi rojekê carek din balafirên dewleta tirk a dagirker nexweşxaneya gundê Sikêniyê bombebaran kir. Di encama êrîşê de 4 şervanên YBŞ, bijîşkek û 3 sivîl şehîd bibûn.
Komîsyona Alîkariyê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) der barê êrîşa dewleta tirk a li ser Şengalê de daxuyaniyek weşand. UNAMI di daxuyaniya xwe de got ku ew guhertinên ewlekariyê yên metirsîdar ên li bakurê Iraqê, bi guman temaşe dikin û wiha got: “Mixabin li gundê Sikêniyê ziyanên canî yên mezin çêbûne, divê lêkolînek zû der barê bûyerên bi vî awayî de were kirin û berpirsên wan hêzan werin cezakirin.”