Navena Nûçeyan |
Êrîşên dewleta tirk ku di 23’yê Nîsanê de li qadên Zapê, Metîna û Avaşînê yên girêdayî başûrê Kurdistanê hem bejahî û hem hewayî dabûn destpêkirin, dewam dikin.
Di şerên ku ji Çiyayê Cûdî heta sînor ê xeta Heftanîn û Metîna dewam dike de, di rojên dawî de, gelek leşker hatin kuştin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku pevçûnên herî dijwar di 4 mehên dawî de li herêmê rû dane û qadên Zinara Kestel, Mizorê, Hirorê û Derarê yên herêma Metîna bi tevahî bûne qadên şer û pevçûnan.
Cerdevanan dişînin
Çavkaniyên herêmî dest nîşan kirin ku şer û pevçûnên ji 17’ê tebaxê û vir ve dijwar bûne, piştî windahiyên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê zêde bûne, hatiye xwestin ku cerdevanan bixin dewrê. Çavkaniyan da zanîn ku li navend û navçeyên Qilaban, Elkê û Hezexê yên Şirnexê cerdevan hatine kom kirin û ji bo ku kemînan deynin pêş de hatine şandin û hat diyarkirin ku piştî şerê 17’ê tebaxê û zêdebûna windahiyên leşkeran zêdetirîn 200 cerdevanan îstîfa kirine.
Liv û tevgera helîkopteran
Hat diyarkirin ku li gundê Elemûne yê girêdayî Qilabanê ku dikeve navbera navçeya Qilabanê ya Şirnexê û navçeya Çelê ya Colemêrgê ku yek ji navendên fermandariya êrîşan e, berê roja 5-6 caran top dihatin avêtin lê di rojên dawî de ev avêtina topan derketiye 20’an.
Her wiha hat destnîşankirin ku liv û tevgera helîkopteran jî di rojên dawî de bi avêtina topan zêde bûye û hat hînbûn ku di pêvajoya dawiyê de herî kêm 12 helîkopterên Skorsky û 2 helîkopterên kobra timî li ser herêmê digerin.