Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KJK: Divê mekanîzmaya xwerêveberiyê bê geşkirin

Koordînasyona KJK'ê têkilî êrîşên tirk ên li ser Şengalê û Rojava daxuyanî da û diyar kir bi van êrîşan dixwazin xwerêveberiya Şengalê û Şoreşa Rojava tasfiye bikin

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê û Rojava daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman: “Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi êrîşên 16-17’ê Tebaxê ya li ser Şengalê û piştre jî 19’ê Tebaxê li Rojava li ser biryargeha leşkerî ya Til Temirê ve şervanên azadiyê û ewladên pêşeng û birûmet ên gelê me yê êzidî Hemîd Sadun (Qîran Sîba), Xidir Şeref (Pîr Xidir), Ramî El Salim (Ronî), Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar), Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed), Egîd Girkêlegê (Peyvan Remedan), Rûbar Hesekê (Elî El Xerze) û Seyfûllah Ehmed li gel xebatkarên tendirustiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlîse Sîdar şehîd kirin.

Em ji gelê me yê êzidî ku ji dîrokê heya roja me ya îro bi qirkirin û qetlîamên hêzên desthilat ve rû bi rû mane û gelê me yê Rojava, ji malbatên wan re sersaxî dixwazin. Her wiha hêviya başbûna lezgîn ji heval û şervanên ku li Şengalê birîndar bûn re dixwazin.

Komkujiyên li ser Şengalê dewama qirkirinê ya li ser êzidiyan e. Dixwazin ku tim tirsa fermanê li ser gelê me yê êzidî hebe. Hikûmeta AKP-MHP ya TC’ê ya faşîst qirkirina ku bi maşikê xwe DAIŞ’ê nekarîn bikin niha ew bi xwe dixwazin bikin û temam bikin. Fermana li ser êzidiyan nûjen dikin, di şexsê êzidiyan de li dijî hemû kurdan êrîşên nijadperest, milliyetgir û hovane tînin. Ev êrîşên li ser gelê me yê êzidî, peymanên kirêt û bêexlaq, êrîşên li ser Rojava, her wiha bi rengekî nûjenkirî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ye. Li hemû parçeyên Kurdistanê rejîma darbekar a faşîst a AKP-MHP’ê li dijî kurdan û gelan şerê qirkirinê dike, dixwaze polîtîkayên Osmanî pêk bîne. Ji ber vê komkujî û êrîşên li ser Şengalê, Rojava, her wiha parçeyek ji plana komkujiya li ser Iraqê û gelên başûrê Kurdistanê ye, parçeyek ji plana dagirkirina Başûr e.

Kazimî teslîmî şerê qirkirinê yê TC’yê bûye

Balkêş e ku dema ku Serokwezîrê Iraqê wê serdana Şengalê bikira li Şengalê Fermandarê YBŞ’ê heval Seîd kirine hedef û piştî komkujiyê Kazimî tu daxuyanî neda. Di rewşeke wiha de ku êşa gelê êzidî hebû, daxuyaniyên Kazimî ku gotibû ew ê peymana 9’ê Cotmehê bi cih bînin, nîşan dide ku teslîmî şerê qirkirinê yên TC’ê bûne û bûne hevkar. Tê zanîn ku armanca vê peymanê ew e ku TC, Iraq û PDK xwerêveberî û xweparastina êzidiyan tune bikin. Bêparastin, bêxwerêveberî hiştina êzidiyan tê maneya qirkirina wan. Hêzên noker-xayîn çawa ku dema fermana Şengalê êzidî neparastin û rê li komkujiyê vekirin niha jî bi hêzên dagirker re hevkariyê dikin. Li şûna ku li dijî êrîşên dewleta TC’ê bibin xwedî helwest, xizmetê ji wan hêzan re dikin ku dixwazin destkefiyên gelê Şengalê ku bi berdelên giran hatin bi dest xistin tune bikin. Gelê Şengalê û jinên kurd dê vê ji bîr nekin.

Dixwazin şoreşa Rojava biqedînin

Şoreşa Rojava hêviya mirovahiyê ye. Êrîşên dewleta TC’ê ne tenê qirkirina gelê kurd e. Her wiha bi desteka DYE, Rûsyayê tê xwestin ku vîna şoreşa Rojava were şikandin. Tê xwestin Şoreşa Rojava ku hêviya mirovahiyê ye were qedandin.

Heke mirov bala xwe bide ser DYE, Rûsya û welatên YE’yê ku îro xwe kar dikin rêxistina herî paşverû ya cîhanê li Afganistanê Talîbanê nas bikin, daxwazên şervanên azadiyê yên li Rojava û Şengalê nabîne. Şengal û Rojava ku xeta jinên azad bi radîkal diparêze, dike hedef. Statûya rêveberiya xweser qebûl nakin. DYE’yê li Afganistanê propanganda li ser azadkirina jinan kiribû. DYE’yê azadî ji gelê afgan re neanî bi ser de nehişt ku xeta azadiya radîkal a alternatîf geş bibe. Dawiyê gel û jinên afganî radestî Talîbanê kir ku hêza herî paşverû û dijminê jinan e. Polîtîkaya DYE’yê ya li Afganista, Iraq û Sûriyeyê fiyasko ye. Bi DAIŞ’ê re çawa ku Rojhilata Navîn hatibe serûbinkirin niha jî bi Talîbanê di serî de parzemîna Asya, Îranê dê bikin hedef û serûbin bikin. Ji bo berjewendiya van hêzan dê gelan, jinan bixin nav şer, koçberî û hilweşandinê. Cografyaya Asyaya Naverastê û Başûr, gelên vir û jinan wê bikin qurbanên têkoşîna di navbera DYE û Çînê de. Ev hemû siyaset nîşaneya herî berbiçav a welatên wekî DYE, Rûsya û YE’yê ye.

TC li ber çavê cîhanê sûc dike

TC bi êrîşên li ser Şengalê û Rojava li ber çavê cîhanê sûcê qirkirin û mirovahiyê dike. Dewleta TC’ê DAIŞ’a fermî ye. Bêdengiya sazî û dewletên navnetewî tê maneya ku vê komkujiyê dipejirînin, teşwîq dikin. Dewletên ewropî ku dibêjin ew qirkirina êzidiyan nas dikin jî li bara faşîzma TC’ê bi bêhelwestiya xwe polîtîkayên xwe yên dirû careke din nîşan didin.

Dîroka nêz jî nîşan daye yên ku ne xwedî pergal û heza xweparastinê bin nikarin azad bibin. Ji ber vê êzidî û gelê me yê Rojava ji bo ku xwe biparêzin divê xwerêveberî û xweparastina xwe biparêzin û xurt bikin. Em jin û gel divê xweparastin, hêza xwe, mekanîzmaya xwerêveberiyê geş bikin.

Statûya xweser a Rojava û Şengalê divê ji hêla hemû hêzên navneteweyî ve were naskirin. Kurd li her deverê li dijî dewleta TC’ê ya faşîst li ber xwe bidin. Dîktator Erdogan di dema xwe ya herî qesl de ye. Hemû derewên din derketine holê, maskeya wî ketiye. Tu meşrûdiyeta wî nemaye. Tirkiye ketiye destê çete, mafya, bazirganên çek û madeyên hişbirê. Dewlet weke ku di şewatên dawî yên daristanan û bobeletên lehiyê de hatî dîtin tu tevdîrekê nastîne. Ji ber ku hemû hewldana Erdogan û Bahçelî ew e ku xwe û derdora xwe zengîn bikin.

Ji her demê zêdetir divê têkoşîn were geşkirin

Bi vê çarçoweyê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn, li cîhanê hêzên demokrasî û azadiyê divê bibin yek û vê desthilata faşîst hilweşînin. Jin weke pêşengên hêzên demokrasî û azadiyê ji her demê zêdetir divê têkoşînê geş bikin.

Bi vê bingehê li dijî TC’ê û nokerên wê ku li ser Şengalê şerê qirkirinê dikin, di serî de kurd û jin, em bang li hemû jin û gelan dikin ku dilxwazên azadaiyê ne, bang li hêzên demokratîk ên civakê dikin ku li her deverê têkoşînê geş bikin, xwedî li Şengalê û Rojavayê û tevahiya Kurdistanê derkevin. Li dijî hebûna dewleta tirk a faşîst a li Başûr divê gelê me yê Başûr helwestê nîşan bide û qebûl neke. Dewleta tirk dixwaze dagirkeriya li Kurdistanê geş bike û sazûmanî bike. Em jin pêşengiyê li têkoşîna azadiyê û demokrasiyê bikin. Bi berxwedana gelê me, jinan, hêzên demokrasî û azadiyê bi teqezî em ê bi ser bikevin. Em ê li Kurdistana azad bi azadî bijîn. Em bang li her kesî dikin ku têkoşîn û berxwedanê geş bikin û faşîzmê hilweşînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar