Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Li tûnelên şer berxwedana gerîla didome

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand dewleta tirk a dagirker li dijî tûnelên şer çekên kimyewî bi kar tîne, li tûnelên berxwedaniya gerîlayan didome

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî êrîşên dewleta tirk ên li ser Wan, Metîna, Avaşîn û Şirnexê û berxwedana gerîla agahî da.

Daxuyanî HPG’ê wiha ye:

“Artêşa TC’ê ya dagirker 19’ê tebaxê li Şaxê ya Wanê, qada Kato Xelîla piştî ku bi balafirên şer û helîkoptêrên êrîşê bombe kir operasyoneke berfireh a dagirkirinê da destpêkirin. Agahiyên berfireh ên derbarê operasyona domdar piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

Li herêma Metîna;

  • 20’ê tebaxê saet di navbera 20:00-22:30’î de li xeta Qaşûra tevgera helîkoptêran çêbûye. Heman saetan li navçeya Amediyê Kanî Masiyê gundê Kêste, Hirorê, Serarû, Deşîşê, Êdinê, qadên Koordîne, Girê Zendûra, Kela Qumriyê bi helîkoptêrên êrîşê û obûsên qereqolên li ser sînor hatine bombekirin.

Li herêma Avaşînê;

  • Ji 19’ê tebaxê û pê de artêşa TC’ê tûnelên şer ên li qada Werxêlê bi çekên giran bombe dike.
  • 20’ê tebaxê saet heta 10:00’an tûnelên şer ên li qada Girê Sor bi teqemenî û çekên giran hatiye bombekirin.
  • 20’ê tebaxê saet di navbera 10:30-14:30’an li dijî tûnelên şer ên li qada Werxêlê gaza kimyewî hatiye bikaranîn. Heman rojê saet di navbera 14:30-01:00’an de li dijî tûnelên şer çekên giran û teqemenî hatiye bikaranîn.

Li ser qadê tevgera dronan didome.

Di daxuyaniya xwe de ya 16’ê tebaxê me bi raya giştî re parve kiribû, artêşa TC’ê ya dagirker 27’ê tîrmeha 2021’an li ser Elkê ya Şirnexê li qada Meydana operasyoneke berfireh a dagirkeriyê daye destpêkirin, dema êrîşên giran ên hewayî û şer hevrêyê me Jîn Ronî (Dîcle Uzum) bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye. Dema şer hevrêya me Gulgeş Zîlan Serhat (Gulgeş Tatli) birîndar bûye di destê dijmin de hêsîr bûye. Hevrêya me Gulgeş li gel îşkenceya dij mirovî jî serê xwe li ber dewleta TC’ê ya dagirker netewandiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar