PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berdevkê YPG’ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê dê sibe bandorê li welatên ku çavê xwe jê digirin jî bike û got ku dewleta tirk ji bo Rojhilata Navîn xetereyeke mezin e

Navenda Nûçeyan | 

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê, Herêma Federel a Kurdistanê û gelek herêmên din ji ajansa ANF’ê re nirxand.

Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya gelê kurd gavek hat avêtin û wiha axivî: “Bi vê pêşengiyê hem gelê herêmê hem jî gelê kurd bi rola xwe rabûn. Projeyeke demokratîk afirandin ku ji bo vê herêmê tiştekî nû ye. Dewleta tirk a ku li ser esasên şovenîzm û nijadperestiyê ava bûye, di serî de neteweya kurd nasname, hebûn û çanda neteweyan hemûyan her tim ji bo xwe weke metirsiyê dîtiye. Ji ber vê yekê jî êrîşî Efrîn, Şehba, Til Temir, Eyn Îsa û Şengalê dike ya ku modela Rojava ji xwe re kiriye esas. Mejiyê dewleta tirk ev e. Zîhniyeta îslamê ya siyasî ku AKP bi salên dawî bi vê yekê tevdigere, bi faşîzma MHP’ê re bû yek û li ser vê bingehê polîtîkayên welê meşand ku li berjewendiyên gelên herêmê, Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî nayê. Ev desthilatdarî bi tu pîvan, tifaq û qanûnan ne girêdayî ye. Erdogan tevî Bahçelî hewl dide dîktatoriyê ava bike.”

‘Bi derfetên NATO’yê artêşeke ji çeteyan ava kiriye’

Têkildarî êrîşên dewleta tirk, Mehmûd ev tişt anî ziman: “Artêşa tirk ji Yekitiya Ewropayê, ji NATO’yê piştgiriyê werdigire. Lê belê van derfetan li dijî gelên herêmê yên ku dixwazin bi rengekî bi rûmet, azad û demokratîk bijîn bi kar tîne. Dewleta tirk ji valahiya navbera hêzên navneteweyî sûdê werdigire.”

Mehmûd anî ziman ku desthilatdariya li Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî polîtîkayê dimeşîne û wiha domand: “Ji bo vê yekê bike jî li pey avakirina artêşeke cuda ye. Ev artêş jî artêşa çeteyan e. Bi derfetên NATO’yê hatiye avakirin. Bi derfetên NATO’yê piştgiriyê dide Cebhet El Nûsra, El Qaîde, Îxwani Muslimîn. Ji Afganistanê jî mirovan tîne. Tirkiye bi vê siyasetê ne tenê li Tirkiyeyê her wiha demografiya herêmê diguherîne.”

‘AKP-MHP bi derfetên NATO’yê êrîşî HSD’ê dike’

Têkildarî bêdengiya hêzên garantor li dijî êrîşên dewleta tirk jî, Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ev nirxandin kir:

“Bi garantoriya Rûsya û DYE’yê gavên mezin bi desthilatdariya dewleta tirk dan avêtin. Tevî ku DYE’yê gelek caran ji raya giştî re ragihandiye ku ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê dijî terora DAIŞ’ê de tifaqa me ye’ Tirkiye bi hêsanî êrîşî vê hêzê dike. Di serî de DYE û Rûsya tevî ku welatên di nava koalîsyonê de û cîhanê tev nîşan daye ku bi HSD’ê re dixebitin, em dibînin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi derfetên NATO’yê êrîşî HSD’ê dike. DYE, Rûsya û welatên di nava koalîsyonê de ne, her wiha NATO bi xwe li ber van êrîşên Tirkiyeyê dengê xwe nakin. Hikûmeta AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê stratejiyeke cîhadîst ava kiriye û şantajê li welatên Ewropayê dike. Lawaziya hikûmetên li Ewropa, Amerîka û Asyayê dibe sedem ku çavên xwe li desthilatdariya tirk re bigirin. Ya rast, qanûn û biryarên xwe bi cih nînin. Li dijî Tirkiyeyê tifaqên xwe naxin nava liv û tevgerê.

Artêşeke NATO’yê xistiye xizmeta DAIŞ’ê

Tirkiyeyê li dijî NATO’yê, artêşeke NATO’yê xistiye xizmeta DAIŞ’ê, Îxwanî Muslimîn û El Qaîdeyê. Hebûna Amerîka û Rûsyayê ya li herêmê li berjewendiyê hikûmeta heyî ye. Rûsya û Amerîka tevî ku tifaqeke navneteweyî ne, li gorî xalên 1, 2 û 3’ê yên têkildarî garantoriya wan a li herêmê, divê Tirkiye tevbigere. Lê belê em dibînin ku Tirkiye qada hewayî ya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne, bi balafiran êrîş dike. Weke ku tê zanîn balafir û teknîka li Tirkiyeyê ji teknolojiya pêşketî ya NATO’yê ye. Her wiha komên çete, El Qaîde û DAIŞ’ê li wir bi rêxistin dike. Jixwe Erdogan demekê ev yek weke ‘Artêşa Mûhammed’ pênase kiribû. Tu eleqeya van bi ‘Artêşa Mûhammed’ re nîne. Erdogan îro jî van koman bi rengekî aşkera bi kar tîne. Lê belê derfetên ku dide van koman derfetên NATO, Ewropa û Amerîkayê ye. Erdogan bi navê dewletbûna Tirkiyeyê artêşeke wiha ava dike. Bi qîrîna dirûşmên îslamê, îslama siyasî ya dûrî îslama rasteqîn bi kar tîne. Bi heman rengî koman ava dike û dide êrîşkirin. Li gel van hemûyan bêdengiyeke mezin heye. Bi heman rengî dozên dost û muxalîf ên Amerîka û Rûsyayê hene ku dane HSD’ê, hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê belê li hemberî bêedaletiya dewleta tirk tu ji wan sekneke rast nîşan nedane, nîşan nadin.

Bi navê YPG’ê bêguman em timî dibêjin ku divê Amerîka û Rûsya li ser ‘xalên ku di navbera HSD û Tirkiyeyê de hatine diyarkirin bisekinin’. Divê alî li ser êrîşên dewleta tirk nîqaşan bikin ku her roj li pêş çavên tevahiya cîhanê êrîşî herêmê dike. Amerîka û Rûsya li gorî pîvanên garantoriyê tevnagerin, têkildarî vê yekê tiştekî nabêjin.”

Piştî têkbirina DAIŞ’ê

Nûrî Mehmûd diyar kir ku herdu welatên garantor Rûsya û DYE bi vê nêzîkatiyê prestîja xwe winda dikin û wiha pêde çû : “Şehadeta 3 jinan li Kobanê, şehadeta fermandariya me ya li Til Temirê, êrîşên korsan ên li Şengalê û li ser rêya Alîfero nîşan didin ku ev nêzîkatî nêzîkatiyeke leşkerî ye ku ji hev cuda nîne… Ev hemû bi navê NATO’yê tênekirin. Dewleta tirk bi navê NATO’yê van dike. Ev yek li dijî pîvanên NATO’yê ne. Yên li Kobanê hatin qetilkirin 3 jin ên sivîl bûn, li Eyn Îsayê zarok şehîd xistin, li Zirganê, li Til Temirê êrîşî sivîlan kirin.”

Mehmûd anî ziman ku piştî têkbirina DAIŞ’ê diviyabû li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî bihata afirandin û wiha dewam kir: “Li gel hevdîtinên li Cenevre, Astana û Soçiyê heta niha çareseriyek nehatiye peydakirin. Lê belê em dibînin ku meseleya çareseriyê ya li Sûriyeyê salên dawî ji destê sûriyeyiyan derketiye û ketiye destê desthilatdariya AKP-MHP’ê. Komên çete yên li herêmên dagirkirî li gel Erdogan dixebitin û ji raya giştî ya navneteweyî re dibêjin, ‘Em amade ne biçin Lîbyayê, biçin Ermenistanê, nizanim li ku deverê şer bike.’

Kiryarên Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn xeteriyeke mezin e

Li pêş çavên tevahiya cîhanê li wan herêman Xîlafeta Osmanî tê meşandin. Ji ber bandora van hemûyan çareserî pêk nayê. Li Rojava, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kurd, ereb, tirkmen, çerkez, suryanî, baweriyên misilman, xiristiyan, êzidî bi hêsanî bi hev re dijîn.

Li şehîdgehan şehîdên ji her ziman û her olî hene. Gelo bêyî gelên Sûriyeyê li Sûriyeyê çareseriyek pêkan e? Dewleta tirk û komên çete, Sûriyeyê ji çareseriyê vedigirin. Divê civaka navneteweyî vê rastiyê bibîne.”

Her wiha Nûrî Mehmûd êrîşên dewleta tirk ne tenê bandorê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike, ev êrîş wê bandorê li wan welatan jî bike ku niha ji nedîtî ve tên û axaftian xwe wiha bi dawî kir: “Wê bandorê li xelkê van welatan bike. Kiryarên Tirkiyeyê ne tenê ji bo Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn metirsiyeke mezin e. Ev yek ne tenê meseleya Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê ye, meseleyeke navneteweyî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar