Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kalkan: Dijmin carekê li me bixe divê em du caran lê bixin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan diyar kir ku kurdên ku ji bilî mirinê tiştek jê re rewa nayê dîtin, divê sînoran daneyne pêşiya xwe û wiha got: “Ger ew carekê li me bixe, divê em du caran lê bixin. Bi vî rengî em ê karibin dest û milê dijmin bişikînin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû û anî ziman ku weke tevger û gel bi rengekî xurt dest bi sala 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê kirine.

Dûran Kalkan diyar kir ku di pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ew gihîştine asta herî bilind û wiha got: “Ya ku mohra xwe li vê asta bilind xist, çalakiyên gerîla yên ji bo silavkirina sala 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê bûn. Ya esasî û diyarker jî ev bû. Ev gelekî girîng û bi wate bû. Li her derê çalakî bûn. Ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku hewl didin dagir bikin, her wiha li tevahiya eyaletên bingehîn ên bakurê Kurdistanê li Gever, Botan, Serhed, Dêrsim, Amed, li her derê çalakî hatin lidarxistin û derbên giran hat xistin.”

Kalkan destnîşan kir ku ev çalakiyên gerîla nîşan didin ku sala 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê wê bibe sala mezinkirina têkoşînê, sala serketinê.

Pêvajoya nû ya çalakiyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi bîr xist ku li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ji 23’ê Nîsanê ve berxwedan dewam dike û ev tişta anî ziman: “Heftanîn û Xakurkê jî li vê zêde dibe. Ji Xakurkê heta Geverê, heta Şemzînanê çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Wê çalakiyên hîn xurtir bêne kirin. Pêvajoya li pêşiya me ew pêvajo ye ku ji aliyê leşkerî ve em ê pêngavan bi hîn behtir çalakiyan mezin bikin. Em vê pêvajoyê weke pêvajoya çalakiyan xurt ên gerîla dinirxînin ku wê derbeke nû ya têkbirinê li faşîzma AKP-MHP’ê bixe. Pêvajoyeke bi vî rengî wê bi rê ve biçe.”

Dûran Kalkan anî ziman gerîlayên ku xwedî ewqas tecrûbe ye, heta niha hemû zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakiriye, xwedî wê hêzê ye ku bi pêngavekê dagirkeriyê têk bibe û destnîşan kir ku di vê mijarê de rêbaza dijmin, plansaziya dijmin di asteke girîng de hatiye têkbirin.

Ger PDK bi rengekî neyînî tevnegere

Kalkan diyar kir ku gerîla wê çalakiyên xwe berfirehtir bikin û wiha dewam kir: “Bêguman ger PDK bi rengekî neyînî hîn jî tevnegere. Hîn jî li wê eniyê rewşeke metirsîdar heye. Biryargeha me aşkera kir. Tiştekî ku em lê zêde bikin nîne. Ne pêwîst e ku em dubare bikin. Gef û metirsî dewam dike. Pozîsyona bêberpirsyarî ya PDK’ê dewam dike. Ev pozîsyon dibe asteng ku derbeke girantir li dagirkeran bê xistin û dagirkerî bê şikandin. Divê her kes bi vê zanibe. Jixwe tê aşkerakirin. Ger ev astengî dewam neke, pêvajoya bê wê bibe ew pêvajo ku derba girantir li dagirkeran bê xistin û dagirker bêne têk birin.”

PKK her bi êzidiyan re ye

Di dewama axaftina xwe de Kalkan bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê û anî ziman ku faşîzma AKP-MHP’ê ji xwe re kiriye mîna kevneşopî ku di her salvegera 15’ê Tebaxê de êrîşî Şengalê bike.

Kalkan êrîşa herî dawî weke êrîşeke hovanepênase kir û wiha domand: “Li nexweşxaneyê xist. Tu eleqeya Şengalê bi sînorên dewleta tirk re nîne. Li cihekî ku tu eleqeya xwe bi rêveberiya dewleta tirk re nîne, li Şengalê bi rengekî hovane êrîş li dijî civaka kurd a êzidî tê kirin. Ev yek jî li pêş çavên cîhanê tê kirin. Êrîşên herî dawî li dijî nexweşxaneyê hat kirin. Beriya wê îradeya Şengalê, îradeya azad, ewladê leheng, şorşeger û welatparêzê kurd ê mezin Seîd Hesen qetil kirin, tevî ewlekarê wî. Yê ku herî zêde bi Mam Zekî re kar kir ew bû. Di pêşîgirtina qirkeriya DAIŞ’ê de, di îradebûna azad a li ser bingeha xweseriya demokratîk a Şengalê de para xwe gelekî zêde bû. Rêberekî rasteqîn ê gel bû. Lîder û îradeya kurdên êzidî yên li Şengalê bû. Civak, îradeya xweser a demokratîk temsîl dikir, fermiyeta xwe hebû. Kesekî bi vî rengî bêguman bi zanebûn, bi plankirî qetil kirin. Seîd Hesen bû şehîdekî 15’ê Tebaxê. Mîna Mam Zekî. Bi navê rêveberiya PKK’ê vî şehîdê mezin bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînim. Sersaxiyê ji malbata wî û xizmên wî re dixwazim. Êşa gelê me parve dikin. Me her tim ev tişt got; PKK û kurd hemû her tim bi êzidiyan re ne. Îradeya xwe ya azad dikin esas. Bêşert wê her tim piştgiriyê bide vê sekna bi îrade, vê sekna azad. Divê ev yek bê zanîn. Tu hêz nikare PKK û gelê kurd ji vê helwestê vegerîne.”

‘Mesele ew e ku em ê çi bikin’

Kalkan destnîşan kir ku rastiya fikrên PKK’ê careke din piştrast bû û ev tişt anî ziman: “Kurdîtiya êzidî ya li Şengalê, xelkên Şengalê divê li ser bingeha xweseriya demokratîk azad be. Pêwîst e di wê astê de bin ku karibin xwe bi rê ve bibin, xwe biparêzin. Eger ev nebe wê çi bibe? Mîna 16 û 17’ê Tebaxê wê komkujî bibe. Ev aşkera bû. Niha hinek radibin dibêjin ‘rêveberiya xwe, hêzên xwe yên parastinê ji hev belav bikin’. Çima wê vê bikin? Ji bo dewleta tirk li wan bixe, xera bike, hilweşîne û tune bike gelo divê vê bikin? Dihat gotin ku pêwîstî bi vê nîne. Baş e, yê ku dibêjin pêwîstî pê nîne li ku ne? Dema ku balafirên tirk li nexweşxaneyê xistin, li ku bûn? Li dijî vê çi kirin? Tiştek nekirin. Lewma êdî tiştekî ku ew bêjin nemaye. Gelo bi rastî jî Iraqek maye? Dewleteke Iraqê heye? Li Bexdayê rêveberiyek heye? Ev mijareke bûye cihê nîqaşê. Eger hebe, li ku ye? Yên ku ewqas gotinan li dijî êzidiyan dibêjin, dema ku balafirên tirk li nexweşxaneyê xistin, dema ku fermandar, dîplomatê civaka êzidî li naverastê qetil kirin, li ku bûn? Civaka êzidî wê hînê ji çi yê van bawer bike? Wê baweriya xwe bi kîjan gotinê bîne? Lewma rewş aşkera bûye, li pêş çavan e. Her tişt ji bo dek û dolaban, ji bo berjewendiyan e. Dikare bê gotin ku her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Belê, em jî dixwazin welê bikin. Her tişt li pêş çavan e. Naxwazim bêjim filan kesî ev tişt kir, bêvan kesî ev tişt kir. Ya muhîm ew e ku em ê çi bikin? Mesele ew e.”

Mirov tenê bi têkoşînê dikare li ser pêyan bimîne

Dûran Kalkan destnîşan kir ku divê ders ji van bûyeran bêne derxistin û wiha got: “Mirov tenê bi têkoşînê, bi şer dikare li ser pêyan bimîne. Divê em têbikoşin. Kurdên êzidî jiyana xwe ya xweseriya demokratîk dikare bi xwe ava bike, bi xwe bi rêxistin bike. Kes vê yekê nade wan. Divê mirov li benda kesî nemîne ku bide mirovan.”

Kalkan destnîşan kir ku divê mirov xwe birêxistin bike, perwerde bike, dijminê xwe nas bike, li dij têbikoşe, dest û milê dijmin bişikîne û wiha dewam kir: “Divê mirov welê li dijmin bike ku nikaribe êrîşî te bike. Ew çawa êrîşî te dike, çawa dijminatiyê li te dike, herî kêm bi qasî wî divê tu jî di pozîsyona êrîşa dijî dijmin de be, têbikoşe. Ev dinya bi vî rengî ye, jiyan bi vî rengî ye. Divê em xwe bi vî rengî perwerde û bi rêxistin bikin û têbikoşin. Di vir de hinekî lawazî hebû. Li hemberî êrîşan, di wergirtina tedbîran de lawazî heye. Va ye êrîş kirin, bi rastî jî gelekî giran bû. Di asteke welê de ye ku kes ji me nikare qebûl bike. Li aliyê din, di seferberkirina derfetan ji bo têkoşîna hilweşandina faşîzmê de lawazî heye. Tenê daxuyanî tê dayîn. Çima? Kes bi dest û milê me digire? Eger dijmin carekê li me dixe, divê em du caran lê bixe, herî kêm divê me carekê lê bixe. Gelo lêdan ne mafê me ye? Eger hinek radibe li me dixe, wê demê çima lêxistin ne mafê me jî be? Çi dikare pêşî li me bigire? Gelo ev ne parastina rewa ye? Dane nava hin pênaseyan. Nizanim bê kê ev afirandiye. Mîna ku hiqûqeke navneteweyî hebe, mîna ku li cîhanê edalet heye em hewl didin bi hiqûq-edaletê xwe bi sînor bikin. Tiştekî kurdan nîne ku xwe pê bi sînor bike, astengiyan deyne pêşiya xwe. Li vê cîhanê ji bilî mirinê tiştek ji kurdan re nayê dayîn. Divê em bi aqilane tevbigerin. Eger em bi vî rengî têbikoşin hingî dikarin dest û milê dijmin bişikînin. Dijmin ji lawaziya me sûdê werdigire. Faşîzma AKP-MHP’ê ya li ber hilweşînê ye, ewqasî teşhîr bûye, ji gerîla derbê dixwe. Binêrin hatiye vê noqtê.”

‘Her tişt bi têkoşînê bi dest dikeve’

Dûran Kalkan destnîşan kir ku bûyerên diqewimin divê rast bêne fêhmkirin û wiha axivî: “Divê em zanibin ku em her tiştî dikarin bi têkoşînê bi dest bixin. Em ê xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin, têbikoşin, ji hêza xwe piştrast bin. Rewabûna me em bi xwe ne. Fermiyeta me em bi xwe ne. Pêwîstî pê nîne ku em bi derdorê re dema xwe derbas bikin.”

Kalkan diyar kir ku bûyera qewimî gelekî giran bû, divê dersên girîng jê bêne derxistin û wiha got: “Ji bo bîranîna Mam Zekî û Seîd Hesen, divê em bi sekneke rast, bi rêxistiniyeke rast têbikoşin.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku tola Mam Zekî jî tola Seîd Hesen jî wê qat bi qat bê pirsîn.

Têkildarî daxuyaniyên Beşar Esad

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dawiya axaftina xwe de daxuyaniyên Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad nirxand ku qala pêwîstiya bi rêveberiya nenavendî ya li Sûriyeyê dikir.

Kalkan diyar kir ku wan daxuyaniyên Beşar Esad ji ser çapemeniyê şopand, gelekî girîng û bi wate dît û wiha domand: “Jixwe dema ku Sûriye ava bû, navendî nebû. Ji rêveberiyên herêman pêk dihat. Avakirina rêveberiyeke navendî ya ewqasî giran li Sûriyeyê ji aliyê cografî jî ji aliyê civakî jî nepêkan bû. Cihêrengî gelekî zêde ye. Mirov dikare vê bêje; ferzkirina rêveberiya navendî Sûriye xiste nava vî şerê ku 10 sal in dewam dike. Ev yek Sûriyeyê parçe dike. Dikarim bi rengekî aşkera bêjim. Eger navendîbûn bê ferzkirin, ev yek wê Sûriyeyê parçe bike. Rêbazeke rêveberiyê ya nenavendî, ya rêveberiya xurt a herêmî wê yekitiya Sûriyeyê misoger bike.

Ji aliyê siyasî ve nêzîkatiya rast bi vî rengî ye. Çima? Ji ber ku her kes hingî dikare xwe bi rengekî azad îfade bike, xwe bi rê ve bibe. Wê hingî xwedî li yekparebûna Sûriyeyê derkeve. Eger di nava piştevaniyê de rêveberiya xwe ava bikin, wê ew piştevanî Sûriyeyê xurt bike. Kes wê li ber ranebe, wê parçe nebe. Mirov hingî çima li ber rabe, çima parçe bike? Ev girîng e. Bi dîtina me divê ev yek hatibe dîtin. Ji ber ku gelek komên olî, neteweyî û etnîkî hene. Bi taybetî kurd û civakên ji gelên cuda hene. Xwerêveberî bêguman girîng e. Vaye mezhebên cuda hene. Divê ew bên dîtin. Bajar çêbûn, herêmên Sûriyeyê hene. Em jî nas dikin yanî. Berê jî rêveberiyên herêmî hebûn.”

Dûran Kalkan da zanîn ku berê li Sûriyeyê rêveberiyeke welê navendî tune bû û ev tişt anî ziman: “Em hêvîdar in ku van hemûyan dinirxînin. Çareyeke cuda nemaye. Divê êdî dereng nemîne. Niha şer gihîştiye astekê, lewma divê mirov çareseriyê peyda bike. Naxwe ger dem di ser re derbas bibe wê firsendên çareseriyê jî ji holê rabin. Em hêvîdar in ku encameke van hemûyan hebe. Me girîng, bi wate dît, em ê bişopînin.”

Her wiha Dûran Kalkan destnîşan kir ku avabûna Sûriyeyeke demokratîk, rêveberiyên xwecihî û herêmî, parastina xweseriyê gelekî girîng û bi bandor e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek wê Sûriyeyê li herêmê bike modeleke çareseriyê. Hem wê yekitiyê biparêze, hem jî wê bike modela çareseriyê, wê bike pêşeng û xurt bike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar