Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

ENKS… ‘Bimir bimir, rab rab!’

Di dîroka kurdan de, gelek kesan destê xwe xistina destên dijminê gelê xwe û her destkeftî winda kirine û rûpelên pirtûkan heta niha jî wê rastiyê li ber çavê her kesî radixînin. Weke Herpatkos ku desthilata kurdên Medî radestî farisan kiriye û kurdan her tişt winda kiriye. Heta Hîtler jî tevî dîktatoriya xwe kesê bi dijminê gelê xwe re kar dike, nefret dike. Ev yek tê wateyê ku kî destê dijminê xwe di nava gelê xwe de dirêj bike, wê tu carî neyê jibîrkirin, dîrok vê yekê piştrast dike. Li Efrîna ku ev bêhtirî 3 sal in di bin dagirkeriyeke hov de ye, ev çîrokên dîrokî xwe zindî dikin û dîsa jî berdêl destkeftiyên gelê kurd e. Lîderên ENKS’ê li pey hev ji koçberên Efrînê re dibêjin ‘vegerin bajarê xwe’ û bêyî ku tu garantiyeke parastina wan sivîlan ji komên radîkal ên Tirkiyeyê hebin. Weke ku bêjin ‘çi bi we tê bile bê, ya girîng hûn vegerin’. Balkêş e ku ev lîder hemû sûc û binpêkirinên li Efrînê, derew dibînin û weke tişekî ji rêzê pênase dikin, tevî ku belge dibêjin ‘8 hezar kes hatine revandin û cihên dîrokî hatine wêrankirin û destdirêjî li jinan tê kirin’. Piştî vê seferberiya daxuyaniyan Erdogan jî qala mijarê kir ku ‘ew cihên ewle ji koçberan re peyda dikin’, bi xwe jî qala deverên metîngeriyê yên ji bo guhertina demografîk dike. Ev plan baş tê zelalkirin. Ev fermaneke dewleta tirk e ku wan deverên dagirkirî şêrîn nîşan bidin û îro jî ev erk a ENKS’ê ye.

Hemwextî vê yekê jî, Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî Rojava derbasî pêvajoyeke nû kiriye. Di nava 72 saetan de 4 êrîşên hewayî li dijî Til Temîr, Qamişlo û Kobanê yên Rojava pêk anîn, bêyî ku welatên garnator weke Rûsya û Amerîkayê deng ji xwe re derbixin. Li kêleka wê jî êrîşên xwe yên li ser deverên koçberên Efrînê lê dimînin, ranawestînin û bi hevkariya rejîma Şamê, dorpêçeke hişk li ser wan sepandine. Ev jî ji bo bê çarehiştina xelkê Efrînê ji vegerê re ye ku tirsê bixe dilê welatiyên Rojava de û pê re jî ENKS’ê mafdar nîşan bide û her kes jî çavê xwe ji ‘sûcên şer’ bigire. Bi vê yekê jî ew projeyên metîngeriyê yên dewleta tirk rewa werin nîşandayîn û xelkê Efrîn ne li malên xwe lê belê li kêleka bajarên xwe weke koçberan bi cih bibin.

Nexasim ku di vê demê jî, nijadperestî li dijî welatiyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê gelekî zêde bûye û helbet desthilata AKP’ê li pey vê planê ye, da ku hem penaberên Sûriyeyê neçarî derketina ji Tirkiyeyê bike û hem jî xewnên xwe yên avakirina herêma tampon bi cih bîne.

Ev tevgera nû ya ku tê kirin, piştî serdanên Rêveberiya Xweser ji welatên derve re û firehkirina projeyên naskirin wê ye. Bi awayekî ji awayan hewl didin vê herêmê weke ‘ne aram’ nîşan bidin û ENKS’ê mercên xwe li ser PYNK’ê û Rêveberiya Xweser di danûstandinan de bisepîne.

Mijara vegera welatiyên Efrînê dozeke vê herêmê tê pênasekirin, lê ew garantiyeke navdewletî dixwazin da ku destdirêjî li wan neyê kirin û bi rûmeta xwe li bajarê xwe bimînin.

Lê belê, hevkarên dagirkeriya Tirkiyeyê hewl didin vê mijarê bidin jibîrkirin û rizgarkirina wan deverên dagirkirî ji rojevê dûr bixin, di wextekê de ku heta niha jî daxuyaniyek ji hêla ENKS’ê ji bo sûcên li dijî kurdan derneketiye.

Nûçeyên Têkildar