Gerîla ji bo azadiya gelê Kurdistanê û rizgariya Kurdistanê xwe li çiyayan girtine. Ji ber ku gerîlayên Kurdistanê çiyayan kirine rastiya gel. Ji ber ku çiyayên wan gelê wan bû. Gerîlayên azadiyê niha bê rawest çalakiyan li ser hev dike. Li devera ku artêşa tirk ne li bendê ye bi carekê re derbê ji gerîla dixwe û gerîla mîna reşeyan vedikişe. Li çalakiya 2017’an a li Amedê ya li qereqola polîsan bifikirin. Bawer im bi bîra gelekan ji we tê. Gerîla tûnelê di bin qereqolê de çêdike, wêneyan digire û vedikişe. Û bi carekê re wê diteqîne. Gerîlayên HPG, YJA Starê ne cara pêşî û ne jî cara dawî ye ku bi vê şêwaza reşeyî çalakiyên wiha dikin.
Çi ye ya ku ev şêwaz kirî? Cihêtî û afirandêriya di şerê serdema nû ya gerîla de çi derket holê? Tûnelên şer ên li Vîetnamê qedera şer guherand û bûbû kabûsa leşkerên amerîkî yên mêtinger. Baş e, gerîla di van tûnelên şer de çawa şer dike û li ber xwe dide? Mirov dikare bibêje şerê gerîla yê ji serê sala 2021’an ve destwerdaneke li artêşa tirk a mêtinger, dijminê azadî û jinan e. Li berxwedana Garê û siyasetê ya ku gerîla Şoreş Beytûşebbab kirî ev e. Şoreş Beytûşşebab berxwedan geş kiriye û berxwedaniyek ji fedayîtiyê wêdetir daniye. Em dikarin vê di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de bibînin ku ji 23’yê Nîsanê ve didome.
Gerîla ev ne ku tenê bi teknîkê kir. Gerîla hem ji bo cezakirina dagirkerên pê li axa Kurdistanê dikin û hem jî di şêwaza û taktîka şer de jî nûjenî danî. Pêvajoyeke wiha ye ku bi çarçoweya ji nû ve avabûnê yên grîlayên HPG, YJA Starê cara pêşî ye ku gelek taktîk ketine zik hev de. Şêwaza şer a gerîla a li cîhanê xwedî karakterekî asîmetrîk e. Niha şerê li Zap, Metîna û Avaşînê pratîka vê ye. Artêşa tirk ji bo ku têkeve tûnelên şer çeka kimyewî jî avêt lê 11 rojan nekarî bikeve tûnela şer a li Mam Reşo ya li Avaşînê. Ev tam 35 roj in nekarî têkeve tûnelên şer ên li Girê Zendûra ya Metînayê. Her wiha Cîloya Biçûk a li qada Zapê.
Gerîlayên azadiya Kurdsitanê ne tenê bi afirandêrî û zengîniya taktîk her wiha îdeolohiya azadiyê ku pêgirê wê ye û di ber de berdêl daye jî ji bo perwerdebûn û profesyonelbûna gerîla bi rola xwe rabûye. Tûnelên şer ên Vîetnamê ku sala 1945’an yek ji kabûsa leşkerên amerîkî bû, yek ji mînaka vê ya herî baş e. Tûnelên şer ên Vîetnamê qedera şer guherandine. Weke berxwedana li Siyaneyê ku şehîd Şoreş Bêytûşşeban di tûnelên şer de mudaxele li dîrokê kirî. Yanî bi tirsa ku kemînek tê de heye dagirker newêrin bikevin tûnelên şer ên li Siyaneyê û Mam Reş, li gel ku çekên kimyewî ve avêtinê, xwe nêzîkî wan nekirine û vekişiyane. Ji ber ku tûnelên şer gerîla xeftir kiriye û rengekî reşeyê daye wan. Gerîlayên HPG, YJA Starê bêguman têgîneke nû çênekirine. Tûnelên şer jixwe hebûn lê gerîlayan kirin ku têgîna fedayîtiyê ji nû ve were pênasekirin, berxwedaniyeke wiha derxistin holê.
Yek ji pêngava din jî ya gerîla Zap, Metîna û Avaşîn e ku ez ê behsa wê nekim, ji ber ku jixwe ji salên 1980’yî ve gerîla li qada Behdînanê bi cih bûye. Li vir gelek berdêl daye, gelek çalakî kiriye, gelek şer kiriye û pêngav avêtine. Bîranîneke xwe li bin her dar, kevirekî emanet daniye li parçeyê herî biêş ê welatê Kurdistanê Başûr. Ev qad di bin serweriya gerîla de ne. Û rajoriya di şer de yê ku 23’yê Nîsanê û wir ve didome, nîşan dide ku inîsîyatîf di dest gerîla de ye. Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku rastiya, ‘xwe veşêre û dijmin bike ber kontrolê’ ku yek ji rêgeza şer a gerîla ye, gerîlayên Kurdistanê pir bi kar tînin.
Hem tûnelên şer hem jî nediyar bê ka gerîla li eraziyê kengî, ji ku derê vê dê derkeve tesîreke derûnî li ser artêşa tirk kiriye. Gerîla li qada Cîloya Biçûk gelek çalakiyên wiha kiriye. Dema ku dagirker li eraziyê digerin gerîla bi carekê re derdikeve holê, derbê li dijmin dide û dîsa vedikişe cihê ku xwe lê vedişêre. Her wiha li qada Konferansa Dola ya Avaşînê piştî çalakiya YJA Starê ji bo ku nekarî xwe li wir bireve û vekişe tevahiya qadê dide ber bomeyan û vedikişe.
Niha em werin ser Hêzên Berevaniya Ezmanî ya Şehîd Delal ku bi derfetên kêm ên teknîkî çalakiyan dike. Dewleta tirk niha bi rehetî dikare bibêje, ‘li welatê me problema bekayê heye’. Bawer im piştî çalakiyên Amed, Êlih û Şirnexê hevokeke wiha ya AKP’ê wê bibe replîkeke herî bimantiq a meclisê. Sînorên ku li Kurdistanê danîne, pergala berevanya sînor ku xwedêgiravî wê diparêze, tevahai pergala sînor a dewleta tirk a faşîst pûç dike.
Gerîlayên HPG û YJA Starê gelek caran gotin ew ê bi perspektîfa ‘şerê şoreşgerî yê gel’ şer bikin. Gerîla dibe ku li çiya bin lê tu caran ji gel qut nebûn, ji ber ku çiya kirin rastiya gel. Û ew kirin dergeha bêrîkirina li azadiyê û hêviya rizgariya gel. Lê ev weke bizmarekê tim li bîrê kutayî hiştin. Çiyayê rastî yê gerîlayan ku Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ne, kurd û Kurdistan bû. Çavkanî: ANF / Laleş Rênas – BEHDÎNAN