Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêberê dilnizm, felsefeyeke mezin e

Berhevkar: Nêrgiz Ismayîl

Yadê Eyşê: Dayika Ş.Rîhan û Ebas

Me jî di demên berê de dostanî bi hevalan re dikir, em ji zû ve hevalan nas dikir, di destpêkê de heval dihatin mala me cem kurê min Ebas, wê çaxê Ebas dixwend, hevalê Hesen, Bawer, Ednan, Elî Hesen, Kemal, Egîd û gelek hevalên din jî dihatin mala me. Jixwe hevalê Cemal (Murad Karayilan) jî tev wan hevalan li cem me bû, ji cem me berê xwe da welat. Min rojekê masî çêkiribûn, 10 heval wê rojê li cem me bûn, hevalê Murad gote min: “Dayê ma qey te xwarin xilas nekir?” Min jê re got: “Kurê min hûn gelek in, divê ez gelek xwarinê çêbikim.” Hevalê Murad got: “Dayê, em sê heval karê me heye û divê em zû derkevin.” Min li metbexê xwarin da wan, xwarin û xatir ji min xwestin û çûn lê hevalên din demeke baş li cem me man, hevalê Kenan, Mehsûm, Denîz, Cemal, hema gelek heval hatine cem me.

Di wan deman de hevalên keç û xort dihatin mala me, hevalê Merwan ji serê çiyê bi min re axivî, got: “Dayê ez silavên xwe ji wê mala we re dişînim, ew mala ku me hemû hembêz kirin û me hewand, em silava ji xwediyê malê re dişînin, me gelek nan û ava wê malê vexwar. Ji min pirsî: Hûn çawa ne? Min got; Em gelekî baş in, em ê her demê berxwedanê bikin, berxwedan jiyan e û em ê serbikevin, kesê ku tiştên biha û hêja ji xwe re bike armanc wê bikaribe wan tiştan bi cî bîne. Qelenê welatan xwîn e, dema mirov daxwaza welatekî bike pêwîst e tiştên herî biha û hêja jî bide. Welatê Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan û ava bûye, em ê hemû li ser şopa wan bimînin heta ku em serbikevin, divê ku em hemû berxwedanê bikin, em li welatê xwe û miletê xwe xwedî derkevin, bi van peyvan hevalê Merwan gelekî kêfxweş bû.

Di wê demê de min bi xwe re birin çiyê û roportaj bi min re kirin, wê çaxê T.V tunebûn lê radyo hebû, hevalan got: “Dayê ka tê çi ji me re bêjî?” Em li Zellê bûn û baran jî dihat, hevala Ronahî ya ku çû Ewropayê wê û hevalê Erarat roportaj bi min re kirin, min got: “Kurê min dema ku kurdan daxwaza maf û welatê xwe kirin, gelek şehîd danîn û şer berdewam kirin, dayikan dergûşên zarokên xwe bombe dikirin û di nava tangên dijmin de diteqandin, ji bo ku welatê xwe rizgar bikin. Dayikên ku deh zarok tanîn dido diyarî welat dikirin, me digot wekî me ew zarok neanîne dinyayê, bila fedekar bin ji bo welatê xwe, bila parastina welat û miletê xwe bikin. Ez ê ji we re behsa dayikeke Vêtnamî bikim, dema şoreşa Vêtnamê dest pê kir, wê dayikê zarokên xwe derbasî malê dikir û mala xwe ji ber Vêtnamiyan digirt, dema ku şoreşgerên Vêtnamî welatê xwe rizgar kirin, kêf, şahî û dîlan lidarxistin, ew dayik li ber deriyê xwe rûniştîbû û digiriya, jê pirsîn ‘Dayê çima tu digirî, me welat rizgar kiriye û em kêf û şahiyê dikin û tu digirî?’ Got: “Min can û malê xwe ne da vî welatî, min parastina hevalên xwe nekir, cihê min jî di vî welatî de tune ye, divê ez jê derkevim.”

Em kurd wisa nabêjin, em nabêjin bila zarokên me di himbêza me de bin, bila nere ji bo ku şehîd nekeve, dayika ku wisa bibêje, ji welatê xwe Kurdistanê hez nake, çima evqas ciwan diçin şer dikin di ber milet û welatê xwe de şehîd dikevin? Çima ez ê zarokên xwe neşînim ji bo parastina Kurdistanê, ev rê rêya azadiyê ye, pêwîst e her kes parastinê bike,  bila zarokên me şervanên welatê xwe bin. Eger ez nekim û yê din jî nekin wê welatê me jî têkeve destên dijmin de, pêwîst e her mirovek parastina welatê xwe bike.

Ez çûm gundê Fîsê, cihê ku partî lê çêbû. Rojekê jinbira min hat ji min re got: “Min zilamek di xewna xwe de dîtiye,” dema wêneya Rêber APO dît ji min re got: “Min ev zilam di xewna xwe de dîtiye” min jê pirsî: “Te çi dît?” Got: “Min dît mirêkek di aniya wî de bû, dema mirov li wê mirêkê meyîze dikir gelek ciwanên xort û qîz di aniya wî de derdiketin, li serê çiyakî bû û dora wî jî gelek xort û qîz hebûn, ji wê rojê de Rêber APO kete dilê me de.

Demekê ez çûm hecê, min jî Rêber APO di xewnê de dît, min dît ku du bozin pişta xwe dane hevdu, wexta ez nêzîk bûm min dît ku Rêber APO jî bi wan re ye û hevalên Ebdela û Mustefa ne, min ji wan pirsî: Ka hûn çi dikin? Ji min re gotin: Dayê tiştê ku em dikin hemû ji bo welatê me ye, evqas pirtûk ji me re hatin û em ê jî wan bişînin cihekî din, bi van bozingan em ê bişînin. Min ev hemû di xewna xwe de dît. Carekê din jî min dît ku Miletê Qamişlo kom bûye, min digot: Qey çi çêbûye? Digotin: Vaye Rêber APO hat, em diçûne pêşiya wî min didît ku sê kes in, didu ji wan mele bûn û yê din jî Rêber Ebdelah Ocelan e, ji min re digotin: Dayika Rîhan tu hatî, du çente didan min. Digot, vî çenteyî bibe mala Hesen û yê din jî bibe mala xwe.

Ez gelek caran çûme cem Serok, ez sê caran çûm Libnanê, wê demê keça min biçûk bû, gotin waye Serok li wî xaniyê ye, em çûn ber sîka dîwarê xanî rûniştin, keça min ji min re got: Dayê waye Serok û çar hevalên din li wê derê ne û xwarinê dixwin, wê demê newal hebûn, keça min Rîhan û kurê min Ebas li wir perwerde didîtin, carekê jî em çûn wê derê şahiyek hebû, Sahak Fereh li qampê hebû, bi demjiêran Serok ji milet re diaxivî, berî roj here ava nû civîn xilas dibû, piştre her kes diçû ji bo ku Rêber APO bibîne, cara yekemîn min Serok li wêderê dît. Carekê li Şamê min ew dît, li wir em bi hev re rûniştin, ji min re got: Dayika Ebas ez te nas dikim, te carnan alîkariya me dikir. Rastî dema ku çavên min li yê Serok ketin min ew ne weke însanek li ber xwe dît, min felsefeyeke kurd dît. Ma ew çi însan e!! Ewqasî bi heybet e, ewqasî rêzê dide dayikan, ewqasî peyv şêrîn e, hema ez nizanim tiştekî bêjim!!

Dema ku yadê Uwêş çû ser dilovaniya xwedê ez çûm serdana malbata Serok. Carekê min wêne birin ji Serok re di sala 1993’an de, yek bi yek li wan meyîze kir, em çûn hebsa Ceyhanê me hebsî dîtin, Hisên Şawîş jî li wir bû, dayika wî jî bi min re bû, wê jî kurê xwe dît û em çûn cem Serok, destpêkê em çûn Serhedê û piştre em çûn hebsa Ceyhanê, Serok ji min re got: Dayê tu çawa malbata min dibînî? Min gotê pir baş in, dema ku ez li ser te diaxivim  pir kêfa wan dihat, lê bi tirs bûn, bersiva ku Serok ji min re got ji bîra min nare, got: Miletê kurd hemû bi xwe hesiyan û şiyar bûn û li xwe xwedî derketin, dayê ez pir kêfxweş im bi kar û xizmeta ku tu dikî.

Rêber APO mirovekî pir bêhn fireh bû, dema ku me didît dikeniya û kêfxweş dibû, ji min re digot: Min Rîhan ji tiştê mezin re hazir kiribû, min jê re got: Rîhan neçe Mêrdînê. Min, te ji tiştên mezin re hazir kiriye, lê wê biya min nekir. Keça min Rîhan şehîd ketibû, lê Serok ji min re negot, hevalan ji min re gotin. Keça min Rîhan ji Serok re gotibû: Min hevalê xwe şandine wê derê û hinek hevalên min şehîd ketine, ez dixwazim herim li kêleka hevalên xwe şer bikim, ez ê rajim çek û rextên wan. Dema ku Rîhan got ez ê herim, Serok sê carî telefon ji me re vekir û got Rîhan neçe Mêrdînê. Rîhan hat çentê xwe hazir kir û çû mala birê xwe û şevekê li wir raza, gote min: Dayê ev şeş sal e ku Ebas çûye welat, here wî bibîne berî ku şehîd bikeve, ez û dayika Hisên Şawîş û dayika Mihdî û dayika Ednan Melek em her çar li Nisêbînê bûn, min ji wan re got: Gelî dayikan! Hûn ê bên em herin Heftanînê, gotin dayê em ser van sînoran ditirsin, em nayên. Ez û keça xwe çûn cem Bahoz min jê re got: Kurê min, ez dixwazim herim Heftanînê.

Ez du caran çûm Diyarbekirê, du zindan li wir hebûn, a jinan û ya xortan. Ez çûm herdu zindanan, dema ku ez ji Heftanînê vegeriyam hevalan ji min re gotin: Dayê du hevalên me winda bûne û em dixwazin ku tu li wan bigere, bipirse bê ew li zindanê ne yan na? Dema ku ez çûm zindanê, min ban gelek jinan kir ji bo ku ez ya windayî bibînim, dema ku min bang a windayî kir, navê wê jî Şervîn ji Efrînê bû, min dît hat ber şibakê, min jê re got: Hevala Şervîn ev du meh in ku heval li te digerin ji ber vê yekê ez li te digerim, got: Dayê em çar heval hatin girtin lê bîst hevalên din li wê zindanê bûn. Ez çûm zindana xortan jî li hevalê Salih pirsî lê ew ne li wir bû.

Dema ku ez çûm Heftanînê hevalê Kemal ji min re got: Te çawa kir dayê? Min gote wî: Min hevala jin dît lê min hevalê xort nedît û hîna ez wêneya hevala Şervîn şanî wan dikim, me dît ku hevalê Salih hat wê derê, ew û du heval din bûn. Me ji wan re got: Heval, ev sê meh in ku em li we digerin, ma qey hûn li ku mane? Got: Heval karê me hebû. Ez 15 rojan li cem hevalan mam lê min hevalê Cemal nedît, me got hevalan bila jê re bêjin dayika Ebas dixwaze te bibîne, min dît carekê ji wir de tê û dikene, ez çûme pêşiya wî, min gotê: Îro sê rojên min li vê derê me û min dixwest te bibînim. Em li hêviya te bûn lê tu nehatî, got: Dayê karê min gelek hebû û em ne vala bûn.

Dema ku Serok hat girtin, gelek kesan got: Waye Serokê wan hat girtin wê kurd nemînin, lê me soz bi Serok û zarokên xwe re daye û em ji vê riyê venagerin. Rojekê me civîn li mala dayika Dijwar çêkir, ez ji wan re peyivîm: Hevalino pêwîst e mirov bi hêz û qewet be, pêwîst e em li keda Serok û Şehîdên xwe xwedî derkevin, her kes tiştê ku jê bê xwestin divê bike, dema ku em vegeriyan malê me dît ku leşkerên sûrî hatin mala me, ji bavê Ebas re gotin: Tu sibe nasnameya dayika Ebas bîne.

Her car dihatin mala me, ji me re digotin kanî zarokên we, min digot: Em hemû zanin bê zarokên me li kuderê ne, ev xwesteka wan bû, gotin: Hûn çawa zarokên xwe dişînin? Min got: Em pir kêfxweş in bi tevlibûna zarokên xwe, ji ber ku pêwîst e em li welatê xwe xwedî derkevin, dema ku em ji dev welatê xwe berdin em ê kole bibin. Gelek caran hatin cem me, bavê Ebas 24 rojan di zindanê de ma û ew birîndar birin nexweşxaneya Şamê.

* Ji pirtûka Rûpelên Jînê hatiye wergirtin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar