Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çarenûsa Rojhilata Navîn: Şengal û Afganistan

Wêneyê yekem: Dema pêşmerge ji Şengal vedikişin-Wêneyê duyem: Dema mirov ji ber Talîbanê ji Kabîlê direvin

Zinar Ronî |

Bi ketina paytexta Afganistanê, Kabîlê re dîmenên balkêş tên. Piştî ku hêzên Talîban desthilat gav bi gav bi dest xist kesên naxwazin bikevin bin serweriya Talîbanê ber bi sînoran ve meşiyan. Beriya çend mehan jixwe bi sedhezaran mirov ketibûn ser rêyên penaberiyê. Dev ji welatê xwe ber didan hewl didan xwe bigihînin dewletên Ewropayê. Ji ber ku Tirkiye ji bo derbasbûna wan dibû qonaxek rewşa penaberên afgan demek dirêj e di rojevê de ye. Ewropa bûye hêviya xelasiya wan. Çi rewşek nakok e. Wekî ku yên  welatê wan xistin vê rewşê ne modernîteya Ewropayê ye berê xwe didin wir. Mîna ku ji ber baranê xwe bidin ber teyrokê. Yên naxwazin li ber baranê şil bibin xwe didin ber derbên teyrokê.

Di dîmenên ku ji Afganistanê tên de hin rewşen sosret hene. Di dîmenekê de bi hezaran kesên ku dixwazin li balafira kargo ya Amerîkayê siwar bibin ber bi balafirê re baz didin. Li gel ku balafir amadekariya firînê dike jî gelek kes xwe bi derî, teker û derdorên balafirê ve digirin. Piştre balafir difire. Di dîmenek din de ew kesên ku xwe bi balafirê girtine dikevin xuya dikin. Ji asîmanan mirov dikevin ser malan. (Aşkera bû ku du kesên ji balafirê ketine birayên hev in û hêj pir ciwan in. Lîstikvanê futbolê ne.) Ravekirina vê rewşê ji bo min gelek zehmet e. Mirov bêje trajedî têrê nake. Mirov bêje nezanî dîsa têrê nake. Bi dogmatîzm û paşverûtiyê jî îzaha vî tiştî nayê kirin. Gelek kes dibêjin qeder ango çarenûs. Gelo bi rastî ev çarenûs e? Yanî rewşeke ku kes û tu hêz nikare biguhere û bide guhertin? Bêguman tu rewşen mirovî tune ne ku dîsa bi destê mirovan neyên guhertin. Heke ev rewş encama polîtîkayên mirovan bin, dîsa bi destê mirovan dikare were guhertin.

Dema min ev dîmen dîtin bi yek carê Şengal hat bîra min. Dema DAIŞ’ê êrîş kir li wir jî hinek dîmenên sosret derketin holê. Ew dîmen heqîqet bûn. Niha dîmenên ji Afganistanê tên jî heqîqet in. Tu caran ji bîra min naçe. Piştî êrîşa DAIŞ’ê pêşmerge paş ve vedikişiyan. Nuçegihanek dipirsî : “Çima hûn vedikişin? Çima hûn Şengalê naparêzin?” Bersiva pêşmerge wiha bû: “Em şikestin.” Belê ew şikesti bûn û parastina Şengalê bi hêviya neh deh gerîla ve mabû. Berxwedana wan gerîlayan pêşiya komkujiyeke gelek mezin girt û îro rewşek cuda heye. Lê gelo çima pêşmerge li ber xwe neda? Li gel ewqas çekên modern û teknîkê çima şikestin? Serokê Amerîkayê jî ji ber rexneyên ku çima ew ji Afganistanê vekişîn wiha bersiv da: “Me artêşa Afganistanê perwerde kir û her cure çek û cebilxane dane wan.  Lê wan şer nekir. Ji me dixwestin di cihê wan de em şer bikin. Lê li qisurê nenêrin em nikarin di cihê wan de şer bikin.” Tiştek balkêş ew bû ku pêşmerge jî ji aliyê heman hêzan ve hatibû perwerdekirin. Têra wan çek û cebilxane jî dabû wan. Lê ne artêşa Afganistanê li hember Talîbanê xwe girt û ne jî pêşmerge xwe li hemberî DAIŞ’ê xwe girt. Her du hêz jî şikestin. Şikestin çi ye? Dema tiştek dişike hew bi kêr tê. Dema darek dişike edî şixulkeriya wî namîne. Dema kevirek dişike êdî ew ne kevirê berê ye. Dîmena ku pêşmergeyek dikir nedikir nikarî xwe biavêje pişta wesayîta leşkerî û dîmena kesên afgan ku xwe bi tekerlekê balafirê digire encama heman tiştî ye. Qeremên wan şikestin û êdî hêza şerkirinê di wan de neman. Heke mirov ji hêla hest û raman ve bişike êdî nikare tiştek bike.

Lê di mînaka Afganistan û Şengalê de encamek cuda heye. Dibe ku Şengal û Rojava ji gelê azadîxwaz ê Afganistanê re bibe mînak. Di pêşengiya çend gerîlayan de li Şengalê berxwedanek mezin pêş ket û piştre Şengal hat rizgarkirin. Bêguman gelek bedel hatin dayîn he jî têne dayîn. Di van kêliyan bi xwe de jî di encama êrîşeke hewayî ya dewleta tirk de fermandarekî Şengalê û biraziyê wî şehîd ketin. Lê niha Şengal xwedî hêza leşkerî, aborî û siyasî ye. Êzidiyan fam kirin ku heke ew xwe bi xwe neparêzin kes wan naparêze. Gotinên dewletên serdest ên demokrasî û azadiyê heya sînorê berjewendiyên wan in. Îro dewlet yek bi yek aşkera dikin ku ew ê desthilata Talîbanê nas bikin û pê re danûstandinan bikin. Heke DAIŞ bi ser ketibûya niha ew ê bibûya muxatabê fermî yê dewletên serdest.

Di şerê berxwedana Kobanê de ji ber alîkariya êrîşên hewayî li ser sînor hinek kesan sloganên ‘bijî serok Obama’ diavêtin. Amerîka wekî hêza rizgariyê dihat nîşandayîn. Digotin heke ne ji ber alîkariya Amerîkayê bûya her tişt çûbû. Belê bêguman alîkariya Amerîkayê û hêzên din girîng bû. Niha jî girîng e. Lê ya herî girîng berxwedana gel bi xwe ye. Heke berxwedana bi hezaran şehîdan nebûya êrîşên hewayî bi kêrî tiştekî nedihat. Tiştek din ku dihat jibîrkirin; Ew sînorê ku gel li ser dima bi xwe ji aliyê wan dewletên ku êrîşên hewayê pêk dianîn ve hatiye danîn. Mîmarê vê aloziya Rojhilata Navîn bi xwe heman hêz in. Amerîkayê bi xwe Talîbanê li hemberî Sovyetan perwerde kir û afirand. DAIŞ ji bo tehdîtkirina aktorên ku li gorî modernîteya rojava tevnagerin hat damezrandin. Lê dema dîtin rewş diguhure mecbur mudaxale kirin. Trajediya Rojhilata navîn ew e ku hê jî xwe û dijminê xwe baş nas nake. Modernîteya rojava ev 200 sal in ewqasî qeyran û pevçûn daye domandin êdî hişê îro Rojhilata Navîn bi awayekî baş naxebite. Ew balafira ku xwe bi tekerlekê wê ve digirtin bi xwe sedema vê heqîqetê ye. Lê di cihê ku ew xwe birêxistin bikin û welatê xwe biparêzin de hemû hêviya xwe bi Amerîkayê ve girê dan. Lê nizanîbûn rojek were ew hêz bêjin êdî li çareya serê xwe binêrin.

Di Rojhilata Navîn de he tişt bi çarenûsê ve tê girê dan. Lê wekî di çîroka mankurt a Cengîz Aytmatov de xuya dike hemû mesele li ser bîr û hişmendiyê ye. Dema tu kesekî ji aliyê bîr û hişmendî ve dagir bikî êdî heqîqeta te dibe rastiya wî. Civak jî wisa ye. Civaka Rojhilata Navîn hişê xwe naşixulîne. Bîra wê nema ye. Hucreyên mirov ên ku li hemberî nexweşiyan şer dikin bi xwe jî xwedî bîr in. Dema mirov carek nexweş dikeve ew şane (hucre) wê nexweşiyê nas dikin. Ji bo careke din, li hemberî wê nexweşiyê tedbîrên xwe digirin. Lê mixabin bîra Rojhilata Navîn bi qasî ya şaneyekê jî nehiştine. Bîra ku jê re hiştine olperestî, mezheperestî, eşîrperestî û malbatperestî ye. Ev jî amurên herî rihet ên kontrolkirina civakê ne. Lewma civak hew dizane ka çawa ketine vê rewşê. Bi milyonan mirov berê xwe didin Ewropayê. Lê nizanin ku sedem Ewropa ye.

Di sedsala 21’emîn de ku mirov hewl didin biçin ser gerestêrkên din, li aliyekî zarok ji ber tîbûnê li sere çiyayan jiyana xwe ji dest didin, li aliyekî jî mirov bêçare xwe bi tekerlekê balafiran ve dikin û ji asîmanan de têne xwarê. Ewqas pergala ku behsa pêşketîbûna wê tê kirin mixabin li ser qirkirina civakê xwe dide jiyandin. Ev sedsal ji hemû sedsalan zêdetir bûye bersûcê mirovahiyê. Sedsala modernîteya kapîtalîst bûye kujerê xeyalên mirovan. Di tu deman de civakê ewqas berê xwe nedaye pergala desthilatê. Çi sosret e ku civak xelasiyê di hembêzkirina kujerê xwe de dibînin. Navê vê pergalê jî bûye teşebbusa azad. Gotina ‘kî keştiya xwe xelas bike ew qaptan e’ wekî alayekê li ser asîmanên vê pergalê liba dibe. Lê ew keştî li ser xwîna milyonan mirovan bilind dibe; Keştiya ku di nav xwînê de rizgar dibe.

Di mînakên Şengal û Kobanê de diyar bû ku çarenûsa civakê di destê wê de ye. Navê wê jî rêvebirin û parastina xwe bi xwe ye. Niha li Kobanê û Şengalê gel xwe bi xwe birêve dibe. Parastina xwe jî bi xwe dike. Heya ku civakek bi çavkaniyên xwe li ber xwe nede û bi ser nekeve tu carî ji xeleka qirkirinê xelas nabin.

Li gel hemû dîmenên neyînî jî helwestên xurt derdikevin holê. Aktîvîsteke jin a afgan dibêje: “Di van bîst salan de dibejên Talîban bi erênî guheriye lê mixabin qet neguheriye. Lê em guherîne. Em di bîst salan de guherîne ku dikarin ji bo azadiya xwe têbikoşin.”

Gelek jinên di bin zext û zora Talîbanê de ne digel ku dizanin wê zehmetî bijîn jî dibêjin em ji vir venaqetin. Wisa xuya dike ku têkoşîna li hemberî zordestiya Talîbanê wê di pêşengiyajinê de mezin bibe. Têkoşîna di pêşengiya jinan de çawa Kobanê û Şengal rizgar kir dê Afganistanê jî rizgar bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar