Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Rapora APPG: Divê pênaseya ‘terorîst’ a derheqê PKK’ê de ji nû ve were nirxandin

APPG rapora bi mijara li Tirkiyeyê Temsîla Siyasî û Wekheviyê ya Kurdan temam kir. Di raporê de ji hikûmeta îngiliz hat xwestin ku li ber biryara dadgeha Belçîkayê ya derheqê PKK’ê ya pênaseya ‘terorîst’ ji nû ve were nirxandin

Parlamentoya Îngilistanê Koma Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê (APPG) rapora bi mijara li Tirkiyeyê Temsîla Siyasî û Wekheviyê ya Kurdan temam kir. Di raporê de ji hikûmeta îngîliz hat xwestin ku li ber ronkahiya biryara dadgeha Belçîkayê ya derheqê PKK’ê ya pênaseya ‘terorîst’ ji nû ve binirxîne û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê şermezar bike.

Komîsyonê diyar kir ku ji ber operasyonên Tirkiyeyê yên li Kurdistanê sivîl têne kuştin û birîndarkirin û ji hikûmeta îngîliz xwest ji bo pêşî li van kiryarên wiha bigire zêdetir hewl bide.

Rapora ku mijara bihurî xebatên wê dest pê kir ji hêla şandeya bi seroktiya Wekîlê Partiya Karker a Îngiliz Lloyd Russel Moyle hat weşandin. Di raporê de li ser binpêkirina mafan a têkilî kurdan û derdorên din, piştî delîl û raporan nirxandin û pêşniyazan vedihewîne.

Di raporê de polîtîkayên zext û tundiyê yên li ser kurdan tê destnîşankirin û polîtîkayên serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ên van salên dawî kurdan dike hedefa, hat vegotin.

Komîsyonê diyar kir ku wekîlên kurd dibin hedef, têne girtin, îşkencde li wan tê kirin û got ku li ser mijara siyasiyên kurd û girtiyên kurd biryarên DMME’yê werin bicihanîn.

Hin diyarkirin û pêşniyazên di raporê de:

  • APPG hatiye tespîtkirin şaredar dema ku hatin binçavkirin an jî girtin mafên wan hatine binpêkirin.
  • APPG’yê tespît kiriye ku girtiya KCD’ê binpêkirina rêgezên civaka demokratîk e.
  • APPG’ê tespît kiriye bi rengekî sîstematik zext li komên ciwanên siyasî yên kurd û bi ser HDP’ê ve tê kirin.

Di pêşniyazan de her wiha ji Hikûmeta Kraltiya Yekbûyî tê xwestin ku ev problem bi hikûmeta tirk re were gotûbêjkirin, nûnerên Meclisa Parlamenterana Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo ku biryarên DMME û KE’yê bidin pejirandin bi asta Konseya Ewropayê bînin rojevê, ji hikûmeta Kraltiya Yekbûyî her wiha tê xwestin ku ji bo ku li Tirkiyeyê bi asta xwecih hiqûq bi cih were û rêgezên demokratîk geş bibin zext li hikûmeta tirk were kirin û tê xwestin ku hikûmet girtina KCD’ê şermezar bike û ji bo çareseriya demokratîk qewlên hikûmeta tirk bi bîr bixe.

Di raporê de her wiha zex û zordariyên li ser rêxistinên civaka sivîl tê bibîrxistin û tê gotin ku saziyên çandî têne girtin û her wiha li ser ziman û çanda kurdî polîtîkayeke cihêkir heye.

Di raporê de betalkirina Peymana Stenbolê ya ji hêla hikûmeta tirk ve tê bibîrxistin û betalkirina peymanê tê rexnekirin.

Bi berdewamî zext û zordariyên li ser çapemeniyê jî tê bibîrxistin û tê diyarkirin ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê ji hêla hikûmeta tirk ve tê binpêkirin û medyaya kurd ji hêla dewletê ve hedef tê nîşandan.

Di raporê de biryara dadgeha Belçîkayê ya li ser PKK’ê ku gotibû PKK ne rêxistineke terorîst e, tê bibîrxistin û tê gotin ku bingehê yasayî vê pênaseyê ketiye ber pirsan û tê gotin ku li Tirkiyeyê çi kesê ku ji bo mafê mirovan têdikoşin jî weke terorîst têne nirxandin, PKK bi niyeteke baş tev li hevdîtinên aştiyê bûye û ji bo ku derbasî qada siyasî bibe hewldanên xwe hene.

Di raporê de tê gotin ku hikûmeta Kraltiya Yekbûyî heke ceribandinên xwe yên dîrokî ji bo destekdayîna li aştiya Tirkiyeyê bi kar bîne ev ê binirx be, bang li hikûmeta Kraltiya Yekbûyî tê kirin ku bicihanîna etîketa ‘terorîzm’ê li ser siyasiyên kurd û rêxistinên çandî û ji bo kesên ku tenê kurd in û xweseriya kurdan dixwazin nikare were bicihanîn, her wiha ji hikûmetê tê xwestin ku bala xwe bide ser gotinên hikûmeta tirk ên di lêpirsînên HDP’ê de û guh bide ser PKK’ê.

APPG her wiha ji hikûmeta Kraltiya Yekbûyî dixwaze ku ji pênaseya rêxistina terorê ya Tirkiyeyê ya li ser PYD-YPG’ê dûr bikeve û li qadê bi van rêxistinan re bixebite

Her wiha ji hikûmetê tê xwestin ji bo ku PKK û hikûmeta tirk peymaneke aştiyê deynin û destekê bide pêvajoyeke wiha tecrûbeyên xwe yên Îrlandaya Bakur bi kar bîne. LONDON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar