Îro asta em gihane taybet li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelê kurd; bi ziman, çand û hemû aliyên din de di bin bandora bişaftineke giran de ye. Bêguman ne tenê bişaftin û karesata wî derxistî holê ye. Di heman radeyê de xwe bişaftineke kembax a kur jî heye.
Yek jî tişta herî mirov xemgîn dike jî ev e. Bi giştî li Kurdistanê û diyasporayê ziman û çanda kurdî di bin bandora bişaftin û xwe bişaftinê de li ber pêlên helandin û lewazbûnê ye.
Li aliyê din ji bo azadî, wekhevî û parastina neteweyî jî têkoşînek bêhempa heye û bedelên giran jî têne dayîn.
Bêguman bi avabûna netew-dewletan; gelên cîhanî gelekan dewletên neteweyî ava kirin, an jî di nava dewletên heyî de dewlet heta radeyekî demokratîkkirin û bi cureyên xweserî, federasyon, kanton, eyalet û hwd. de nasname, ziman û çanda xwe heta astekê parastin û xwe bi rêve birin.
Bi peymana Lozanê gelê kurd û welatê wan ji hêla dewletên emperyal û mêtînger ve hat parçekirin. Ji bo tunekirina gelê kurd hemû amûr, zext û zora tê aqilê mirovan hat ceribandin.
Hemû serhildan û berxwedanên di nava van du sed salên borî de û yên vê gavê jî berdewam dikin; ji bo azadî, wekhevî, parastina nasnameya xwe û yên gelên bi kurdan re dijîn e. Di heman demê de ji bo azadiya jinan, civakê û parastina xwezayê û jiyaneke bi rumet e.
Di sala 1925’an de bi Plana Islahata Şarqê; ziman, çand û nasnameya kurdan hat qedexekirin. Bi gelek zagon û kiryaran ev heta îro jî bi cureyên cuda û hewldanên zirav têne berdewamkirin.
Di makezagonê de hejmara 42’an de dibêje; ji xeynî tirkî tu ziman wekî zimanê dayikê li saziyên perwerde û hîndikariyê ji bo welatiyên tirk nikare bê dayîn. Ev feraset nêzî sed sal in bênavber berdewam e.
Ev siyaseta qirkirina spî ne tenê bandor li çand û zimanê kurdan kiriye. Di heman demê de li feraset û bîr û boçîna wan jî kiriye. Navê zarokên xwe dikin Berxwedan, Bêrîvan, Şivan, Şervan, Azad, Mazlum, Egîd, Zîlan û hwd. lê kurdî hînê wan nakin.
Wekî tê gotin; dê û bavê wan tirkî nizanin, zarokên wan jî kurdî nizanin. Malbatên herî welatparêz û bedel dayîn, kesên herî siyasetmedar, hunermend, xwendekar, ronakbîr jî piranî di vê rewşê de ne. Hemû fedekariyan dikin û bedelan didin lê ziman û çanda xwe xwedî dernakevin û hînê nifşên nû nakin. An jî kêm dikin.
Di qada siyasetê de siyaseta wê heta astekê tê kirin. Belê bi xwe naaxivin, naxwînin û nanivîsin. An jî gelek kêm dikin. An bi zanîn an jî bê zanîn ji civaka kurd re dibin mînakên xirab. Baweriyê lewaz dikin. Ji bo wê jî bang û gotinên di vê hêlê de têne kirin baweriyeke xurt nade gelê kurd. Gotin bivê û nevê li hewayê dimîne. Mixabin ev rewş jî bişaftin û xwe bişaftinê xurtir dike.
Beriya 40-50 salan bişaftin wekî ya îro bi kurahî neketibû nava her malê, gundî û deverê. Bi amûrên wekî televîzyon, telefon, zêdebûna dibistanan, têkiliya xurtbûna gund û bajaran, heta welatan û israra siyaseta bişaftinê; karesata bişaftinê meztir û kurtir kiriye.
Ji ber hindê di vî warî de taluke mezin e, hewcehî bi rawestinek, siyasetek, ferasetek û kiryarên nû heye. Bi bersivdayîna rewşa heyî û kiryar û siyaseta heyî ev karesat nayê rawestandin. Divê di serî de siyaset û siyasetmedarê kurd, ronakbîr, hunermend, nivîskar, xwendekar û bi giştî gelê kurd; bi plan û projeyên nû, bi hewldan û kiryarên nû, bi ferasetek û rawestaneke nû di vî babetê de bikeve nava tevgerek xurt. An em ê gelek dereng bimînîn û gelek tiştan jî winda bikin.
Gotina ziman hebûn e. Ziman rûmet e têr nake. Roj roja li ziman, çand û nasnameya xwe derketinê ye. Zimanê xwe bixwîne, binivîse û biaxive.