Agirê ku di encama operasyona dewleta tirk a dagirker de 17’ê tebaxê li bejahiya navçeya Xozadê ya Dêrsimê dest pê kir û li gundên ser bi navçeya Pulurê belav bû, dewam dike.
Ji ber nerazîbûna raya giştî piştî 13 rojan hewldana ji bo vemirandina şewatê dest pê kir. Duh jî li qadên Kaniya Firtina Velî ya li Geliyê Mûnzûrê û Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemuriyê agir bi daristanê ket.
Şewata li Geliyê Mûnzûrê bi bandora bê zû belav dibe. Serê sibehê, xelkê herêmê li gel tîmên arkuj ên Şaredariya Dêrsimê dest bi vemirandina şewatê kirin.
Şewata li Geliyê Pîlemuriyê du roj in dewam dike û heta niha ji bo vemirandinê tiştek nehatiye kirin.
Li navçeya Xolxol a Çewlikê jî şewata ku duh li gundikê Xarsakê yê gundê Conagê rû da, bi bandora bê li herêmê belav dibe.
Dû bi ser vê qada daristanî ketiye. DÊRSIM