Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Karasû: Ji bo Şengalê statuyek divê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku mirovahî li pêşberî êzidiyan xwedî berpirsyarî ye û diyar kir ku ji bo pêşî li êrîşên dewleta tirk bêne girtin divê statuyek ji êzidiyan re bê naskirin, ji aliyê qanûnê ve bêne parastin

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû tev li ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên li ser rojevê.

Karasû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Pêngava Dem Dema Azadiyê ye ku salekê li pey xwe dihêle û wiha got: “Em dixwazin vê pêngavê xurtir bikin û bikin ku gelê me û Rêber Apo azad bibe. Di vê mijarê de bêguman hestiyariyeke girîng bi gel re heye. Ji çar parçeyên Kurdistanê tevlibûn çêbû.

Ev pêngav dê bêhtir xurt bibe. Yanî bi vî rengî xuya dike. Bêguman armanca vê pêngavê şikandina tecrîdê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo êdî ne tenê meseleyeke kurdan e, ne tenê meseleyeke gelên Rojhilata Navîn, meseleya gelên cîhanê hemûyan e.”

Karasû ragihand ku pêngav têkoşîna li dijî faşîzmê xist rojevê û ev tişt anî ziman: “Niha her kes dibêje; AKP gelekî lawaz bûye, li ber hilweşînê ye. Li dijî AKP’ê divê muxalefeta civakî bê mezinkirin. Hêzên demokrasiyê, gelê kurd, kedkar, jin desthilatdariya AKP-MHP’ê qebûl nakin. Ev yek aşkera bû.”

‘Divê ev têkoşîn êdî bigihêje encameke’

Karasû diyar kir ku têkoşîna gerîla ya ku 23’ê Nîsanê li dijî dagirkeriyê dest pê kir, weke parçeyek ji pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi rê ve diçe û wiha domand: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rengekî yekpare êrîşî kurdan û hêzên demokrasiyê dike. Têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê jî ji aliyê siyasî, leşkerî, çandî û civakî ve, yanî ji gelek aliyan ve dewam dike.

Divê ev têkoşîn êdî bigihêje encamekê, ji ber ku li hemberî me faşîzm heye. Hemû derfetên xwe bi kar tîne û êrîş dike. Li hemberî vê bêguman divê hêzên demokrasiyê, gelê kurd jî derfetên xwe hemûyan bi kar bînin û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin.”

Êrîşên li ser Şengalê divê çawa bêne nirxandin?

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê û wiha pêde çû: “Êrîşên li ser Şengalê nû nîne. Dewleta tirk gelek caran êrîş bir ser Şengalê. Li hemberî van êrîşan ne Iraq, ne PDK, ne jî Neteweyên Yekbûyî, her wiha ne DYE ku qada hewayî ya Iraqê kontrol dike, nerazîbûnê nîşan nadin. Lewma jî êrîş tên asayîkirin. Dewleta tirk bi hêsanî êrîş dike. Ev êrîş ji bo wê yekê ye ku Peymana Şengalê ya ku 9’ê Cotmehê di navbera PDK û Iraqê de hat kirin, bi zorê bidin qebûlkirin, êzidiyan bi zorê ji hev belav bikin. Bi rengekî aşkera tê wê wateyê, ‘ya hûn ê peymanê qebûl bikin, ya jî vaye dewleta tirk bombeyan dibarîne.’

Eger PDK û Iraq li ber van êrîşan ranabin, hingî ji bo bicihanîna vê peymanê Tirkiyeyê bi kar tînin. Êrîşên Tirkiyeyê weke şantajekê bi kar tînin. Ya ku destpêkê tê aqlê mirovan ev e. Jixwe Kazimî çend roj berî vê êrîşê gotibû divê ev peyman bi cih were anîn. Cihê şermê ye ku dema Kazimî çû wê derê ev êrîş hat kirin. Yanî divê Iraq li ber vê rabe, nerazîbûnê nîşan bide. Serokwezîrek diçe Şengalê, Şengal jî parçeyek ji Iraqê ye lê bombe li wê derê tê barandin. Ev yek êrîşek yekser li ser Kazimî ye, heqaret e. Ne tenê heqaretek li ser şengaliyan e, heqaretek li dijî tevahiya iraqiyan e.”

Mûstafa Karasû diyar kir ku pêkhatina êrîşeke bi vî rengî di dema çûyîna Kazimî de cidî ye û wiha got: “Ya esasî bêhelwestî û bêdengiya PDK’ê ya li hemberî êrîşê rewşeke hîn cidî ye. Ev bêdengî tê wateya normalkirina êrîşan.”

Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de ji fermandarên YBŞ’ê Seîd Hesen û cangoriyên nexweşxaneya Sikêniyê yên di bombardûmana dewleta tirk de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî.

Nêzikatiya PDK’ê ya li Şengalê

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku nêzîkatiya PDK’ê ya li Şengalê divê bê nirxandin û wiha dewam kir: “PDK êzidiyên ku ji Rêbertî hez dikin weke dijmin dibîne, wan dike hedef. Ji wan re dibêje ‘hêzên li derveyî qanûnan’. YBŞ ji zarokên xelkê êzidî pêk tê. Ew ji aliyê HPG, YJA Star, YPG’ê hatin perwerdekirin; ew hêza xweparastinê ya êzidiyan e. Baş e wê hêza parastinê çi kiriye? Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kiriye. Niha PDK dijberiyê li vê yekê dike. Bi deh hezaran êzidiyên ku ji aliyê vê hêzê ve hatine rizgarikrin niha li kampên di bin kontola PDK’ê de ne. PDK wan naşîne. Weke ku kli wir hêzeke neqanûnî heye! Qaşo YBŞ asteng dike. Yên ku êzidî ji komkujiyê rizgar kirin, gelo çawa dibe ku li pêşiya vegera li Şengalê bibin asteng. Eger ew niha sax bin, ev yek bi saya sekna HPG û YPG’ê ye. Niha van hêzan sûcdar dikin. Çima? Ji ber ku ji Rêber Apo, ji gerîla hez dikin, sempatiya wan heye. Di vê astê de bêexlaqî nabe. Bêguman wê ji hêzên ku ew ji qirkirinê rizgar kirin hez bikin. Bêguman wê bi sempatî nêzî Rêber Apo bibin. Rêber Apo beriya wê komkujiyê jî xwestibû ku xwedî li êzidiyan bê derketin. Êzidî bi hesasiyeta Rêber Apo ya têkildarî êzidiyan zanin. Zanin ku êzidî ji bo Rêber Apo çiqasî hêja ne. Niha PDK dijberiyê li vê dike. Ev jî têrê nake, ji dewleta tirk re dike hedef. Bi gotina ‘HPG, PKK’î li wir e, hêzên neqanûnî li wir e’ ji dewleta tirk re dike hedef, dewleta tirk jî lê dide. Dewleta tirk jî dibêje ‘Ez li êzidiyan, li kurdan naxim, li PKK’ê dixim’. Êrîşa li dijî sivîlan sûcekî giran e. PDK bêdeng e. Aşkera ye ku PDK hevparê van êrîşan e. Eger ne hevpar be bila li ber rabe.”

‘Pêwîst e statuyek ji êzidiyan re bê dayîn’

Karasû destnîşan kir ku dewlet û welatên li ber van êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê dengê xwe nakin, hingî tu wateya pênaseya wan a naskirina qirkirina êzidiyan nîne û ev nirxandin kir: “Eger tê gotin ku qirkirin e, wê demê divê statuyek ji êzidiyan re bê naskirin ku ji êrîşan bêne parastin, êrîş li dijî wan neyê kirin. Divê êzidî xwedî statuyekê bin. Divê êzidî karibin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Pêwîst e êzidî ji aliyê qanûnî ve bêne parastin. Şengal niha navenda êzidiyan e, her roj êrîş li dij tê kirin. Çima dengê xwe nakin? Ev yek bi rastî jî cihê şermê ye. Di vê mijarê de divê Ewropa, DYE, Neteweyên Yekbûyî helwesteke rast nîşan bidin.

Di mijara êzidiyan de berpirsyariya her kesî heye. Mirovahî li pêşberî êzidiyan xwedî berpirsyariyê ne. Li pêşiya çavên mirovahiyê hat xwestin ku bêne qirkirin. 5 hezar jin hîn jî êsîr in. Çawa dibe ku ev nebe rojev? Eger li cihekî 5 hezar jinên alman, 5 hezar jinên îngilîz, 5 hezar jinên amerîkî yan jî ji civakeke cuda di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî bûna gelo ev ê her roj nebûya rojev? Raya giştî wê xwedî li civakeke wiha derneketibûya? Dema ku mijar dibe êzidî, dibe kurd hingî bêdeng dimînin. Me fêhm kir, di vê mijarê de berjewendiyên xwe biparêzin, lê qet nebe di mijara Şengalê de berjewendiyên xwe deynin aliyekî. Jixwe çend hezar mirov jê mane, qet nebe xwedî li yek ji baweriyên herî kevn ên cîhanê derkeve.”

‘Êzidî hemû divê li hev bicivin’

Karasû bi bîr xist ku êzidî gelekî welê ye ku qirkirin lê bûye û wiha axivî: “Eger êzidî bixebitin wê karibin xwerêveberî û xweseriya xwe bidin qebûlkirin. Qirkirin wê ji aliyê hemû dewletan ve bê qebûlkirin. Li ser vê bingehê dikarin xweserî û xwerêveberiyê misoger bikin. Lewma divê bi rastî jî bixebitin. Her wiha divê yekitiya xwe biparêzin. Nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe, nêzî kîjan partiyê dibe bila bibe, têkiliya xwe bi kê re hebe bila hebe, divê êzidî cudahiyên xwe deynin aliyekî û li hev bicivin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi dewamî destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hem dijminê kurdan e hem jî dijminê hêzên demokrasiyê ye û wiha domand: “Dijminê tevahiya gelê kurd ê li çar parçeyan e. Dijminê tevahiya hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Dijminê her çalakiyeke demokratîk e. Ji ber vê yekê dijminê jinan e, dijminê dînamîka demokratîk e. Divê kurd helwesteke hevpar nîşan bidin. li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat divê helwesteke hevpar bê nîşandan. Ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê pêwîst e kurd hemû hîn bêhtir hewl bidin. Mayindekirina destketiyên li Rojava, Başûr, mayindekirina çareseriya pirsgirêka kurd li tevahiya Rojhilata Navîn bi têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê dibe. Naxwe tu ji destkeftiyên kurdan mayinde nîne. Divê her kes bi vê zanibe. Divê Rojava, Başûr û kurd hemû bi vê zanibin. Lewma li dijî faşîzma AKP-MHP’ê divê kurd hemû helwestê nîşan bidin. Pêwîstî bi helwesteke topyekûn heye. Eger kurd vê fêhm nakin hingî di nava xefletekê de ne. Ji ber ku sekneke parçebûyî nîşan didin, di têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP’ê de lawazî rû dide. Eger kurd helwesteke yekgirtî nîşan bidin wê temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê kêm be, wê zû hilweşe. Wê vê zîhniyeta qirker têk bibin. Wê bên bê ber Rojava, Bşaûr, kurdên li tevahiya Rojhilata Navîn. Wê li Bakur jî pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd vebe lê belê divê ev desthlatdarî biçe.”

‘Divê kurd qebûl nekin ku afgan li Kurdistanê bêne bicihkirin’

Karasû di dewama axaftina xwe de mijara afganistanê jî nirxand: “DYE’yê bi Talîbanê re li hev kir. Talîbanê hin soz dan DYE’yê. Bi vî rengî vekişîn pêk hat. DYE dibêje ‘Ez vekişim, bila Çîn, Îran, Rûsya bi Talîbanê re mijûl bibe’. Bi hesabê ku Talîban bandorê li civakên îslamê yên li vê derê bike, ji bo wan pirsgirêkan biafirîne, planeke wiha kir. Jixwe yê ku Talîban afirand DYE ye. Bêguman Talîban wê yekser ji Îran, Rûsya û Çînê re nebe pirsgirêk. Wê bixwaze desthilatdariya xwe xurt bike lê belê hebûna Talîbanê wê bandorê bike. Ji bo çeteyên dewleta tirk ên li Idlibê bû mîna cejnê. Li gelek deveran wê motîvasyoneke wiha çêbibe. Jixwe kes ne li bendê ye ku li wê derê di demeke nêz de aramî pêk were. Hêzên li dora Afganistanê bi esasî li dijî DYE’yê ne. Bi nêzîkatiya, eger li gorî wê nabe hingî bila bibe pirsgirêk ji hinekî din re û bi vî rengî vekişiya.

Niha propagandaya Talîbanê ji aliyê AKP’ê, Erdogan ve tê kirin. Yê ku bingeh ji DAIŞ’ê re amade kir Erdogan e, Tirkiye ye. Yên ku bingehê pêşkêşî El Qaîdeyê, El Nûsrayê û rêxistiniyên bi vî rengî dike desthilatdariya AKP’ê ye, Erdogan e… Têkiliya wan bi Talîbanê re bi rastî jî wiha ye. Dixwaze sûdê jê werbigire, lê belê dema ku sûdê wedigire jî meylên bi vî rengî teşwîq dike. Dive her kes vê bibîne. Bêguman a li bendê bû bi dest nexist. Wê balafirgeha li wir biparasta, dema ku ev dikir wê pere ji DYE’yê wergirtibûya lê ev nebû. Niha dibêje, ‘ez balafirgehê bi kar bînim’. Mîna çaqalan îllehî li pey bidestxistina tiştekî ye. Dibe ku wê bazirganiya eroînê bike.

Li aliyê din wê penaber bên. Wê sûdê ji wan penaberan werbigire. Di ser penaberan re wê şantajê li Ewrpoayê bike, hewl bide pereyan jê bistîne. Di vir de dixwazim vê yekê bêjim. Penaber wê bên. Wê van penaberan li ku bi cih bikin? Wê yekser li Kurdistanê bi cih bikin. Divê kurd vê yekê qebûl nekin. Belê, em dijberiyê li penaberan nakin lê belê nabe ku yekser li vir bên bicihkirin. Nabe ku afgan bibin amûra guhertina demografîk. Ji ber vê yekê divê kurd hemû li ber rabin. Kurdên ku dengê xwe didin HDP’ê, AKP’ê, CHP’ê, ÎYÎ Partî, kurdên ku dengê xwe didin partiyên cuda yên kurdan divê hemû li ber vê polîtîkayê rabin. Divê qebûl nekin ku afgan li Kurdistanê bêne bicihkirin.”

Daxuyaniya Beşar Esad a li ser pergalê

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû daxuyaniyên Beşar Esad ên li ser pergala rêvebirinê ya Sûriyeyê nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me ev daxuyanî erênî pêşwazî kir. Em alîgirê wê ne ku daxuyaniyên bi vî rengî bêne teşwîqkirin. Bêguman daxuyaniyên bi vî rengî pirsgirêkê di cih de çareser nakin lê belê girîng e. Divê girîng bê dîtin. Li gorî me divê kurdên li Rojava, rêveberiya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê vê daxuyaniyê teşwîq bike. Ev yek zemîneke girîng e. Jixwe rêyeke din jî nîne. Pirsgirêk wê li nava Sûriyeyê bêne çarserkirin. Vaye îro model ji xwe heye. Modeleke ku ereb, kurd, suryan herkes lê bûne yek, heye. Eger di rêveberiya heyî de guhertineke bi vî rengî pêk were pirsgirêk dikare çareser bibe.

Rejîma heyî vê dibîne: Veger li beriya 2011’an nabe. Eger bibe çareserî nabe. Lewma em di wê baweriyê de ne ku divê rejîm hin rastiyan bibîne, rastiyên rêveberiya Sûriyeyê ya heyî bibîne, xwe biguherîne, bi gelê kurd, civakên ereb, civakên suryanî re li hev bike û dest bi pêvajoyeke nû bike. Em hêvîdar in ku wê ev yek pêk were.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar