Xiyaneta 31’ê Tebaxê çawa çêbû?
Di sala 1991’an de gelê kurd li başûrê Kurdistanê li dijî rejima Baasê raperîn kir û beşek mezin ji xaka başûrê Kurdistanê ji destê rejima Baasê derxist. Yekem car deriyên azadiyê li pêşiya xwe vekirin û rûpelek ya serkeftinê li dîroka Kurdistanê zêdekirin.
Lê vê keyfxweşiya gelê Başûr zêde demdirêj nekir. Şoreşgerên duh û desthilatdarên wan rojan li ser lihevnekirina ji bo destkeftiyên şoreşê û raperînê zengila şerê navxweyî lêdan û carek din bû sedem gelê kurd bikeve nava zor û zehmetiyan. Her wiha bûn metirsî li ser tunebûna destkeftên ku bi xwîna hezaran kes hatibûn bidestxistin.
Piştî raperînê, nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê yên ku ji berê de hebûn, berdewam kirin û di destpêka meha Gulanê ya sala 1994’an de veguherîn pevçûnan. Pevçûna yekem li navçeya Ranyayê di navbera Yekitiya Nîştimanî Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistan de derket. Piştre ev şer belavî tevayî başûrê Kurdistanê bû. Baregehên YNK’ê li Dihokê û yên PDK’ê jî li Silêmanî hatin girtin.
Roja 4’ê Gulana sala 1994’an Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî daxwaza rawestana şer û civîna Eniya Kurdistanî ya ji hev belavbûyî kir. Lê ev daxwaz encam negirt û roja 15’ê Gulanê şerê YNK û PDK’ê gihîşt nava bajarê Hewlêrê.
Roja 19’ê Gulana sala 1994’an li seyrangeha (Havînahawar) a bajaroka Pîrmam a Hewlêrê Odeya Çalakiyên Aştiyê hat avakirin. Piştî civîna Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî biryara rawestandina şer di navbera herdu aliyan de hat dayîn. Lê ev biyar jî bê encam ma û şer berdewam kir.
Roja 3’yê Hezîrana sala 1994’an Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî yekalî agirbest ragihand. Ev biryar li gel kontrolkirina navçeyên Qeladiz û Pêncwên ji aliyê hêzên PDK’ê û Tevgera Îslamî ve hemwext bû.
Roja 31’ê Hezîrana heman salê bi amadebûna Celal Talebanî û Mesûd Barzanî Parlamentoya Herêma Kurdistanê civiya. Ev civîn karî heya astekî şer û aloziyan kêm bike. Lê heya dawiya sala 1994’an jî li hinek cihan navber bi navber pevçûn berdewam dikirin.
Destpêka sala 1995’an carek din şer di navbera YNK û PDK’ê de destpêkir. Roja 15’ê Çileyê hêzên girêdayî YNK’ê bajarê Hewlêrê xistin bin kontrola xwe. Şer heya 9’ê Tebaxa sala 1995’an bi vî awayî berdewam kir. Herdu Polîtburoyên YNK û PDK’ê bi navbeynkariya Amerîkayê li paytexta Îrlanda Doblînê civiyan. Lê ev civîn jî bi serneketin û nekarîn rewşa heyî kontrol bikin.
Roja 28’ê Tîrmeha sala 1996’an hêzek a Supayê Pasdarên Îranê bi hevkariya YNK’ê sînorê başûrê Kurdistanê derbaskirin û hatin li çiyayê Heybet Sultan êrîşê ser baregehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê kirin.
Şeva 17 li ser 18’ê Tebaxa sala 1996’an cara sêyem şerê navxwe li Rewanduzê di navbera YNK û PDK’ê de destpêkir. YNK’ê Sefîn û Şeqlawe girt û nêzî bajarokê Pîrmam bûn. Di wê demê de di destê PDK’ê de ji sêyan yek kêmtir xaka Başûr mabû.
Roja 22’yê Hezîrana heman salê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokê rejima Baasê Sedam Hisên re dişîne û ji Sedam daxwaza hevdîtinê dike. Name bi van gotinan destpê dike; “Birêz serokê hêja, hûn bi jêhatina xwe fikra deswerdana îraniyan a karûbarên Iraqê bikin.”
Piştî şandina vê namê çend rojek, Mesûd Barzanî diçe Bexda û li gel Sedam Hisên hevdîtinek dike û lihevhatinek dikin.
Li gorî vê lihevkirinê artêşa Baasê dê alîkariya PDK’ê bikira ku Hewlêrê bigire. Li beramber ve jî PDK’ê dê rê bi artêşa Baasê dabû ku li Hewlêr û Pîrmamê alîgir û karmendên muxalîf ên Iraqê bigirtana û dest bi ser baregehên wan de bigirtiban.
Ev lihevkirin wisa dike ku Mesûd Barzanî lez bike ji bo bicihanîna xalên vê lihevkirina li gel Sedam Hisên da. Li aliyê din jî roja 21’ê Tebaxê yanî rojek ji beriya Mesûd Barzanî name ji Sedam Hisên re bişîne, Celal Talebanî jî nameyek ji Fermandarê Giştî yê Supayê Pasdarên Îranê Mihemed Cehferî re dişîne û di nameyê de daxwaz tê kirin ku di demek zû de hêz ji bo deverên dibin destê YNK’ê de were şandin.
Di sibeha 31’ê Tebaxê de hêzên artêşa Baasê ji Kerkûk û Musilê ber bi Hewlêrê ve ketin tevgerê. Hejmar artêşa Iraqê digihişt 30 hezar leşker û 150 tankan. Yekem şikestina hêzên YNK li ser rêya Guwêr-Hewlêrê bû. YNK bêyî ku parastinê bike Hewlêrê berda û rejima Baasê Hewlêrê dagir kir. Tankên rejimê gihiştin ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê.
Piştî ku YNK ji Hewlêrê bi paşde kişiya û ket destê PDK’ê û rejima Baasê, hêzên YNK’ê li gundê Kanî Wetman a ser bi bajarokê Dukanê bicihbûn. Roja 9’ê Îlonê jî YNK’ê Silêmanî berda û ber bi sînorê rojhilatê Kurdistanê ve paşde kişand.
Mehek piştî bûyerên 31’ê Tebaxê hêzên YNK’ê bi alîkariya Supayê Pasdarê Îranê carek din êrîş dikin û Silêmanî bidest dixin û heya nêzî Hewlêrê hatin. Lê rejim gef li YNK’ê kir ji wê zêdetir bi pêşde werin dê alîkariya PDK’ê bikin û carek din êrîş bikin.
Piştî van gefên rejima Baasê balafirên şer ên dewleta tirk ji bo pêşî li pêşdehatina hêzên YNK’ê bigirin, li navçeya Koyê, Şeqlawe û Ranyayê êrîşî hêzên YNK’ê kirin. Bombebaranên Tirkiyeyê nehişt ku YNK bi pêşde biçe û li sînorên xwe yên berê bicih bû.
Vê yekê jî rê vekir ku beşa başûrê Kurdistanê ya di bin kontrola herdu partiyan de jî parçe bibe. Piştî vê demê bi awayekî fîlî du rêveberiyên herêmê hatin avakirin. Her çiqasî di fermiyetê de yek hikûmet û herêmek federe hebe jî, di fîiliyatê de du navend çêbûn. Navendek Hewler û Duhok ên dibin kontorla PDK’ê de, navendek jî Silêmanî û Germiyan ên girêdayî YNK’ê ye. Dikare bê gotin ku rêveberiya du navendî îro jî berdewam dike.
Hejmara kesên di 31’ê Tebaxê de hatin kuştin
Di encama êrîşa roja 31’ê Tebaxê de 450 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn. Her wiha zêdetirî 100 kes jî windabûn. Tê gotin di şerê navxweyî de kesên jiyana xwe ji destdane zêdetetirî 12 hezar kes in. Lê hinek çavkanî jî diyar dikin ev hejmar hîn zêdetir e. Ji bilî ku heta niha bi sedana kes winda ne.
Navbeynkariya Rêber Ocalan
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema aloziya navbera PDK û YNK’ê de her tim rolê navbeynkar dilîst û hewl dida peywendiya xwe bi her du aliyan re ji bo pêkanîna aştiyê û bidawîhatina şer berdewam bike.
Rêber Ocalan di hevpeyvînek xwe ya wê demê li gel Rojnameya Şerqil Ewset a erebî de carek din diyar dike ew amade ye navbeynkariyê bilîze û wiha dibêje: “Em wek PKK’ê rola navbeynkarî û aştiya navbera her du aliyan didin. Em yekitiyek demokratîk û neteweyî ji bo kurdan esas digirin. Di dîrokê de jî şerên di navbera aliyan de ziyanek mezin bi gelê me gihandiye. Em dixwazin ev alozî bi yekitiyê û hemahengiyê were çareserkirin.”
Rêber Ocalan di heman hevpeyvînê de nirxandinek dîrokî ji bo aloziya navbera YNK û PDK’ê dike û dibêje: “Aloziyên navbera PDK û YNK’ê beşeke ji aloziyên di dîroka têkoşîna gelê kurd de wek rêbazek berdewam e. Lê belê derketiye ku ev rêbaz tu destkeftek ji bo kurdan bidest naxe. Demek dirêj e em vê xalê wek nêrîna xwe ya siyasî tînin ziman.”
Rêber Ocalan di dewama axaftina xwe de wiha dibêje: “Heya niha li gel her du aliyan li ser bingeha dostaniyê peywendiyên me hene. Em dixwazin ev peywendiyên me ji bo rawestandina aloziya navbera her du aliyan be û di warê erênî de bikar bînin. Tu nêzîkatiyek me ya wisa nine ku em li gel aliyek dijbertiya aliyek din bikin. Ger me wisa bikira me dikarî hîn zû aliyek din tune bikin. Lê em vê yekê rast nabînin û dadperwerane nabînin.”
Têkildarî pêkanîna yekitiya gelê kurd Rêber Ocalan hîn wê demê digot: “Ji bo yekitiya nava aliyan de pêk bê em hewldanên xwe zêdetir dikin. Lê her aliyek neyê nava vê yekitiyê û di helwesta xwe ya nerênî de israr bike, em ê ji wî alî dûrkevin. Em ê xwe nêzî aliyên ku xwedî helwesta erênî ne bikin. Ne tenê PDK û YNK belku gelek eşîr, rêkxiraw û sazî hene em dikarin peywendiyên xwe li gel wan de bi pêş bixin.”
Di heman hevpeyvînê de Rêberê Gelê Kurd hebûna destê dewleta tirk di bûyerên 31’ê Tebaxê de aşkera dike û dibêje: “Ji beriya êrîşê du wezîrên Tirkiyeyê çûn Bexdayê û hinek hevdîtin pêkanîn. Wê demê her du wezîran daxuyanî dan û gotin, Iraq dikare hêza xwe li hemû aliyek de nîşan bide û xwe bide ferzkirin. Ji van gotinên wezîran diyar dibe ku ji beriya êrîşa li ser Hewlêrê, peywendiya PDK’ê li gel Iraq û Tirkiyeyê hebû. Li gel vê yekê de jî Tirkiyeyê piştgiriya êrîşa Iraqê kiriye.”
Li ser pirsa rojnamevan a ku gotibû ger YNK vegere deverên ku di 31’ê Tebaxê de ji destdabûn, wê PKK piştgiriya wê bike? Rêber Ocalan wiha bersiv dabû: “YNK xwedî wê hêzê ye ku vegera wan deverên ji destdayî. Her çiqas ew biryara YNK’ê bi xwe ye lê ger hûn ji me dipirsin, em li gel wê yekê ne ku pirsgirêk bi rêya giftûgoyê were çareserkirin, ne bi şer.”
Domandina xiyaneta 31’ê Tebaxê
PDK’ê bi dirêjahiya temenê xwe heta roja me ya îro gelek caran xiyaneta neteweyî kiriye. Lê her tim şanaziyê bi dîroka xwe kiriye û wek destkeftî pênase kiriye. Gelek caran jî di bin dirûşmên cûda de van rojên reş bi bîr tîne. Hinek ji xiyanetên ku PDK’ê li xak û gelê Kurdistanê kirine wiha ne; Aşbetaliya sala 1975’an, karesata Hekarî ya sala 1978’an, 31’ê Tebaxa 1996’an û 3’yê Tebaxa 2014’an ku Şengal radestî çeteyên DAIŞ’ê hat kirin.
Tevî ku niha hemû welatiyên Herêma Federal a Kurdistanê û piraniya aliyên siyasî dixwazin hemû hizbên kurdî yekbin lê PDK ji bo dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê hevkariyê li gel dewleta tirk dike.
Li cem PDK’ê bersiva aştiyê şer e
Heta niha jî PKK ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî û aştiya nava aliyên kurdî hewldanan dike. Li aliyê din jî PDK heman hevkariya li gel dagirkerên Kurdistanê berdewam dike û hewla dûrketina ji hêzên kurdî dide.
Di beramberî dirêjkirina destê aştî yê PKK’ê de, PDK bi şandina hêzên xwe ji bo dorpêçkirina gerîla, êrîşkirina gerîla û windakirina gerîlayan bersiv dide. Bûyera herî dawiyê jî di 24’ê tîrmeha 2021’an de dema ku koma gerîla ya ji sê kesan pêk dihat xwestin di gundê Bêxme yê Xelîfanê re derbas bin, hêzên PDK’ê ew dorpêçkirin û êrîşê ser wan kirin. Ji bo aşkerakirina çarenûsa her sê gerîlayan, heta niha PKK’ê çend carek daxwaz ji PDK’ê kiriye. Lê PDK’ê heta niha bersiv nedaye û çarenûsa gerîlayan aşkera nekiriye. Çavkanî: Rojnews