Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Daristanên 4 bajarên Kurdistanê têne şewitandin

Li Dêrsim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê şewata ku ji aliyê dewleta tirk ve li daristanan tê derxistin, mezin dibe. Destûr nayê dayîn ku şewat bê vemirandin

Navenda Nûçeyan |

Ji ber êrîşên leşkerên tirk ên dagirker, daristanên bakurê Kurdistanê bi rojane dişewitin. Li Dêrsim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê destûr nayê dayîn ku şewat bê vemirandin.

Li Dêrsimê, li sê herêmên cuda yên agir bi daristanan ketiye, dû bilind dibe. Li bejahiya navçeya Xozadê, şewata ku piştî êrîşên leşkerî di 17’ê tebaxê de dest pê kir gihîşt gundên navçeya Pulurê.

Tîmên arkujiyê yên Şaredariya Dêrsimê, rêxistinên civakî yên sivîl û xelkê herêmê ji bo vemirandina şewatê rojên destpêkê çûn qadê lê belê hatin astengkirin. Ji ber vê yekê qadeke ji hezaran hektarî şewitî. Ji ber zêdebûna nerazîbûna raya giştî piştî 13 rojan dest bi vemirandina şewatê hat kirin. Şewat di roja 15’an de ye û hîn jî dewam dike.

Şewata li Xozadê hîn nehatiye vemirandin, vê carê 29’ê tebaxê li derdora Kaniya Firtina Velî ya li Geliyê Mûnzûrê û Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemuriyê agir bi daristanan ket. Tenê tîmên arkujiyê yên Şaredariya Dêrsimê û xelkê herêmê hewl didin şewatê vemirînin. Lê belê bi bandora bê şewat li qadeke berfireh belav bû.

Ji bo vemirandina şewata li Geliyê Pîlemuriyê heta niha tiştek nehatiye kirin. Şewat piştî ku leşkerên tirk ên dagirker bombe li qadê barandin, rû da.

Çewlik

Li navçeya Xolxol a Çewlikê, agirê ku 29’ê tebaxê bi daristana li gundikê Xarsak ê gundê Conagê ket hîn jî nehatiye kontrolkirin. Xelkê herêmê hewl dide bi derfetên xwe şewatê vemirîne. Şewat hîn jî dewam dike.

Bedlîs

Li Bedlîsê jî şewata ku duh saet di 10:00 de li herêma Ava Weqfê rû da, hîn jî dewam dike. Xebatkarekî Miduriyeta Herêmê ya Daristanê ku tev li karê vemirandina şewatê bûye diyar kir ku hewldana ji bo vemirandinê têrê nake. Xebatkar anî ziman ku divê tavilê ji hewayê ve dest li şewatê bê werdan û bang li xelkê herêmê kir ku tev li karê vemirandina şewatê bibe.

Şirnex

Li Şirnexê şewata li du herêmên cuda dewam dike. Li qada Qurta Xanê ya li herêma Bestayê, şewat 29’ê tebaxê di dema operasyonê de ji aliyê leşkerên tirk ên dagirker ve hat derxistin. Rayedarên ku ji bo vemirandina şewatê tiştekî nakin, her wiha nahêlin ku xelkê herêmê jî şewatê vemirîne.

Şewata li herêma Girêbestkê jî dewam dike.

Li qada daristanî ya li gundê Mêhrînê ya li herêma Bestayê şewata ku beriya 5 rojan di encama bombardûmana helîkopterên artêşa tirk de rû da, ji ber xwe ve vemirî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar