Pirsgirêka dewleta tirk a bi kurdan re ji dema avakirina komarê û vir ve bênavber dewam dike. Beriya wê jî ango di dema Osmaniyan de jî heman pirsgirêk hebûn. Pirsgirêka esasî nenaskirin an jî tunehesibandin e. Dewleta tirk bi tu awayî kurdan qebûl nake û nas nake. Tevî vê yekê jî wekî ku pirsgirêk a kurdan be pênase dikin. Lê di esasê xwe de pirsgirêk dewleta tirk bi xwe ye.
Li dijî vê pirsgirêkê jî kurdan dehan caran serî hildan. Ji bo ku nasnameyek, statuyek an jî hebûna kurdan were qebûlkirin berxwedanek bênavber hat meşandin û ev têkoşîn hê jî dewam dike. Di encama vê têkoşînê de hin destkeftî hene lê têr nakin. Ji ber ku hê jî ji kurdan re hiqûq û qanûn tuneye. Dema mijar dibe kurd qanûn tune ne. Rêber Apo beriya bi 2 salan dema ku bi parêzerên xwe re hevdîtin kir bal kişand ser vê mijarê. Armanceke Rêber Apo ya ji hevdîtinên bi dewletê re vekirina cihekî ji kurdan re bû. Ji bo vê yekê jî pirs kiribû û gotibû: „Ma wê hiqûqeke kurdan hebe gelo?“ Ev pirs rewşa li Kurdistanê û ya kurdan radixîne ber çavan. Ji ber ku em hê jî qala hiqûq û qanûnên dewletê dikin. Ew qanûnên ku kurdan tune dihesibîne û nas nake. Tevî vê yekê jî wekî ku li Tirkiyeyê hiqûq û qanûn hene em tevdigerin.
Çavekî li dîroka nêz bigerînin û temaşe bikin. Bi dehan komkujî bi serê kurdan de hatin. Ji salên 1990’î û vir ve dîrokeke êş di bîra me de ye. Ji şewitandina gundan heta revandina mirovan gelek bûyer qewimîn. Di van bûyeran de navê JÎTEM û kontrayên dewletê derbas bûn. Ji bo aşkerakirina kujeran doz hatin vekirin û bêencam man. Li gorî min ev yek xapandineke pergala dewleta tirk bi xwe ye. Wekî ku hiqûq û qanûn hebe em tevdigerin û serî li dozgerên dewletê didin. Wekî ku hiqûq hebe em li mafê xwe dipirsin. Lê di esasê xwe de ji kurdan re hiqûq tuneye. Bi vê yekê em hiqûq û qanûnên dewleta tirk rewa nîşan didin. Rêber Apo dema ku bi parêzerên xwe re hevdîtin dikir jî qala vê mijarê dikir. Parêzertî divê ne li gorî hiqûqa dewletê be. Eger tu li gorî hiqûqa dewletê bimeşe wê demê tu yê jî bibe perçeyek ji wê pergala qirker.
Ji bo vê yekê jî divê hin mijar rast werin pênasekirin. Mesela dewlet bi xwe kontrayên xwe dişîne ser kurdan û wan dikuje. Piştre jî em ji dewletê daxwaza cezakirina kujeran dikin. Bi vî rengî doz tên vekirin û bi salan dewam dikin. Wekî lîstikek şanoyê ye û lîstikvan rola xwe dilîzin. Divê em çerxa qirkirinê baş fêm bikin. Dewleteke kujer heye û çênabe mirov jê bixwaze. Yê ku dikuje û winda dike dewlet bi xwe ye. Heman dewlet wê çawa edaletê pêk bîne.
Meseleya demokrasiyê û hilbijartinê jî bi vî rengî ye. Li Tirkiyê hilbijartin pêk tê û encama wê jî desthilatdarî diyar dike. Wekî ku demokrasî hebe û mirov diçin hilbijartinê nîşan didin. Lê di encamê de bi ya dewletê dibe. Çûyîna me ya ser sindoqan û çûyîna me ya dadgehan rewatiya dewletê nîşan dide. Binêrin li girtîgehan hezaran girtiyên siyasî hene. Li gorî kêfa dewletê rehîn tên girtin û kengî bixwazin berdidin. Hiqûqeke ku encama wê diyar be tuneye. Rêber Apo beriya bi 2 salan di hevdîtinên xwe de jî ev tişt gotin. Îro em bi dewleta tirk re di nava şerekî de ne. Di vî şerî de ji dewletê tiştek nayê xwestin. Hin mijar hene di encama muzakere û têkoşînê de bi dest dikevin. Yanî ne ku hiqûq û qanûn vê yekê diyar dikin. Lewma jî divê em vê çerxa ku dizîvire baş fêm bikin.
Îro li Tirkiyeyê faşîzmek heye. Dewleteke ku dikuje, qir dike û talan dike heye. Lewma jî bi faşîzmê re lihevkirin çênabe. Faşîzm divê were têkbirin. Pênaseya navbera me û dewleta tirk bi vî awayî ye. Dewleteke ku em şermezar bikin tuneye. Dewleteke ku em faşîzma wê têk bibin heye. Tu çiqasî bi hêz bî dê ewqasî cih ji te re vebe. Tu çiqasî bi hêz bî tu yê ewqasî werî naskirin.