Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Desteya Rêveber a Şengalê bang li êzidiyên kampan kir

Desteya Rêveber a Şengalê bi daxuyaniyekê bang li hemû êzidiyên di kampan de dimînin kir da ku vegerin ser xaka xwe û bi hevre Şengalek azad ava bikin

Desteya Rêveber a Şengalê li ser rewşa Iraqê ku herî dawî 28’ê tebaxê komcivînek bi beşdariya gelek welatan pêk hat û êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi guhertinên li herêmê, bi taybetî jî yên li Iraqê hat kirin û komcivîna 28’ê tebaxê ya li Iraqê ya bi beşdariya welatên derdorê hate lidarxistin, hat bibîrxistin.

Desteyê diyar kir ku komcivîn li ser mijarên misogerkirina ewlekarî, aramiya siyasî, bazirganî û civakî ya Iraqê hatibe kirin jî ew nabînin ku pirsgirêkên heyî bên çareserkirin û bal kişand ser bêdengiya li hemberî bêrêziya dewleta tirk a dagirker.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civaka êzidî ku di sedsala 21’an de herî zêde qirkirin û êrîş lê hat kirin û cih û warê wan hatiye wêrankirin, di civînê de zêde nebûne rojev û wiha hat gotin: “Lê em nirxandinên birêz Macron girîng dibînin û rêzê didin. Tevî vê yekê jî Macron soz dabû ku serdana civaka êzidî li Şengalê bike. Em dipirsin, gelo ev protokol çima hat guhertin?”

‘Bexda û Hewlêr li pêşiya serdana Macron a li Şengalê bûne asteng’

Desteya Rêveber a Şengalê diyar kir ku ew bi guman in ku hikumetên Bexda û Hewlêrê li pêşiya serdana Macron a li Şengalê bûne asteng û ev tişt anî ziman: “Her kes zane ku Şengal ji ber çi nayê avakirin û kî rê li ber vegera koçberan digire. Ev yek di axaftina birêz Macron de jî hatibû diyarkirin. Lê belê ev axaftin divê tenê di daxuyaniyê de nemîne, divê bikeve pratîkê. Dewleta tirk dixwaze bi rêya êrîşan Şengalê ji êzidiyan vala bike. Mafê êzidiyan tenê bi axaftinê misoger nabe, divê tevahiya cîhanê ji bo misogerkirina mafên êzidiyan kar bike.”

Êrîşa li ser kampa êzidiyan

Desteyê bi bîr xist ku 7 sal in rê nayê dayîn ku xelkê Şengalê li warê xwe vegere û li nava kampan jî nikarin jiyana xwe biparêzin û wiha dewam kir: “Gelê me yê li kampan di bin desthilatdariya PDK’ê de dibin qurbanî. Herî dawî 30’ê tebaxê civaka me ya li kampa Qadiya bû hedefa êrîşa dewleta tirk. Ji bo malbatên şehîdan em sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin.”

Desteyê daxuyaniyên rêveberên PDK’ê yên ji bo berevajîkirina rastiya êrîşê bi bîr xist û destnîşan kir ku her alî ve diyar e ku ev êrîşeke hewayî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin.

Desteyê diyar kir ku ew rewşa li kampê dişopînin û wiha got: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê dikin ku bi zûtirîn demê lêkolînê li cihê bûyerê bike û encamên wê ji raya giştî re aşkera bike.”

Her wiha desteye bang li gelê xwe yê êzidî kir ku êdî li xaka xwe vegerin û Şengaleke azad bi hev re ava bikin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar