Îro di saet 08:00’an de balafirên bêmirov û bi çek (SÎHA) yên girêdayî dewleta tirk a dagirker bombe li malên sivîlên Wargeha Penaberan a Şehîda Rustem Cûdî (Mexmûr) barand.
Piştî bi saetan ji êrîşa li ser Mexmûrê derbas bû, şandeyek girêdayî Hikûmeta Iraqê bi armanca lêkolînê bike serdana cihê êrîşa SÎHA’yê kir.
Şande piştî lêkolînê bêyî ku daxuyaniyekê bide vegeriyan cihên xwe.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku ew çendîn care ku piştî êrîşên li ser Mexmûrê şandeyên Iraqê tên cihê bûyerê, lêkolîn dikin; lê heya niha ne helwestekê ber bi çav nîşan dane û ne jî karîne pêşiya êrîşên dewleta tirk a li ser şêniyên sivîl ên Mexmûrê bigire. MEXMÛR