Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Werxelê 5 dagirker hatin kuştin û 2 çeper jî hatin rûxandin

Gerîlayên HPG/YJA Star li qada Werxelê ya Avaşîn li leşkerên tirk ên dagirker dan. Di van çalakiyan de bi qasî hat zelalkirin 5 dagirker hatine kuştin û 2 çeper jî hatine rûxandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ya tirk daxuyaniyek da.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosan a li Avaşîn de;

3’yê îlonê saet 08:50’î li qontarên Werxelê yekîneyeke ya artêşa tirk a dagirer veşartî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kontorlkirin, ji du baskan ve li wan dan. Baskê yekem ê çalakiya gerîlayan a bi kordîneyî, ji nêzîk ve li 2 çeperên 5 dagirker li nav bûn, da. Li vir 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin. Baskê duyemîn jî; li dagikerên li derdor li bin daran bûn, ji nêzîk ve li wan dan. Di vê çalakiyê de têkildarî hejmara zelal a dagirkerên hatin cezakirin agahiyên zelal nehatin girtin.

Di encama vê çalakiya serketî û kordîneyî ya Berxwedêrên Werxelê lidar xist de, bi kêmanî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin.

Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşîn;

3’yê îlonê saet navbera 17:30-03:30’î, artêşa tirk a dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi 14 caran bi teqemenî, gaza jehrî, çekên giran bombe kir. Di encama çalakiya serketî ya Berxwedêrên Werxelê de, artêşa TC a derbên giran xwarin û nekarîn bikevin Qadên Berxwedanê, sûcê şer kir, bi domdarî gaza jehrî bikar tîne. Tevî hemû êrîşên dagirekeran jî, berxwedana dîrokî ya hêzên me didomin.

Li ser Qadên Berxwedanê tevgerekî zêde ya dron û balafirên keşfê hene.

2’yê îlonê saet navbera 00:40-01:30’î helîkopter li deverên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman ên herêma Avaşîn geriyane.

3’yê îlonê saet di navbera 09:20-09:25’an de derdora gundê Rêdinê ya Garê ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin. Şewata ji ber bomberdûmanê derketibû hê jî didome.

3’yê îlonê saet 12:50’î qontara Girê Çarçela ya Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar