Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji Mexmûr û Şengalê çi dixwazin?

Dema dawî di çarçoveya planên qirkirinê ya dewleta tirk, cîranên wê, hevkarên wê NATO, Ewropa û hêzên navxweyî, taybet em dibînin li ser Mexmûr û Şengalê konseptek taybet hatiye amadekirin û li ser vî esasî rojane êrîş tên kirin.

Heman armanc û konsep ji bo Mexmûr û Şengal hatiye amadekirin, taybet bi hevkariya Iraq û hêzên navxweyî bi îstixbarat û dîsa destên kesên hatine xistin, êrîşên esmanî li dijî rêveber û kesên pêşengtiyê ji bo civakê dikin, tên kirin.

Çima taybet Mexmûr û Şengal tê hedefgirtin?

Îro biqasî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku têkoşînek bê eman a li ber zilmê û dagirkeriyê tê kirin, nimûneya wê ya siyasî û civakî Mexmûr û Şengal e. Hêzên hevkar ên navxweyî û taybet dewleta tirk û cîranên Kurdistanê yên dagirker vê dibînin û ji bo vê destê hev girtine û dixwazin nimûneya vê ya xweragiriyê têk bibin û çeperek din a berxwedanê berteref bike.

Şengal, piştî 73 Fermanan û jihevxistina civakî xwe bi vê îrade û hêza ku Rêber Apo dayî gelê kurd û 40 sal in têkoşînê dimeşîne, gotin di cih de be bi xwîna xwe xwe şîn kir û bû hêz. Ev ne hesan e, berdêla wê 73’ê caran ferman bi serê wan hat û bi sed hezaran mirov bûn qurbanî.

Heta niha Mexmûr yek ji modela Modernîteya Demokratîk bû, niha Şengal jî lê zêde bû. Her diçe ev enî xurt dibe û bala civakên derdor jî dikişîne. Bi hêz û qudreta ji vê modelê tê girtin, xwe rêxistin dike, ava dike û pêş dixe. Şengal bi vê modelê xwe ji tunebûnê rizgar kir, îro bûye muxatab. Bûye hêz û îrade. Li dijî êrîş û xiyanetê serî hildaye û taybet dayikên Şengalê ji bo Şengalê bûne çavkaniya berxwedan û îlhamê.

Dayikan pêşiya leşkerên Iraqê digirin û dibêjin; ‘Eger li ber çavên we êrîşî zarokên em tên kirin, hûn tiştek nekin, neyê vir; biçin. Tu karê we li vir tune.’ û bi keviran didin pey wan. Pêşiya wesayîtên wan digirin. Ev dijmin dide tirsandin. Dijmin vê dibîn û dixwaze vê yekê tune bike.

Mexmûr jixwe bi berxwedan û meşa xwe ya biryardar a serxistina vê dozê û berdêlên dayî navê xwe li dîroka têkoşîna azadiyê daye. Mexmûr eniyeke ya têkoşîna li ber zilmê û xweragiriyê ye. Zêdetirî 20 sal in, çawa ku dewleta tirk nekariye li qadên azad bigihêje armancên xwe, winda dike; heman rengî li ber gelê Mexmûrê jî nekariye bi ser bikeve. Bi çi rêbazê tê, vala diçe û têk diçe. Dewleta tirk li ber vê hişê xwe xwariye. Çi dike pê nikare. Ji bo vê çavsorî bi bombeyan êrîş dike û li nava kampan bombeyan li ser sivîlan dibarîne.

Heta ev hêz û biryardarî hem li Şengal û Mexmûr hebe, wê dijmin nikare tiştekî bike. Wê berdêl bên dayîn, wê zarokên vî gelî yên herî bi qedir bên dayîn, encam wê serketin a vî gelî be. Divê di vî warî de gumana kesê nebe. Li vir dixwazim gotina xelkê Mexmûr a piştî êrîşa 3’ê Îlonê dayî bi bîr bixim û dibêjin; ‘Me bi berxwedanê dest bi vê meşê kir, em ê heta dawî li ber xwe bidin.’ Ev gotin biryardariya têkoşînê ye û peyama ji bo dijmin e, heta yek ji me hebe, wê li ber xwe bide û teslîm ne dibe û nabe.

Li vir dixwazim balê bikişînim piştperdeya van êrîşan jî. Di meha tebaxê de li paytexta Iraqê Bexdayê Lûtyeka Erebî ya cîranên Iraqê pêk hat û bi rola çavdêrî jî Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron jî tev li lûtkeyê bû. Li vir li pêş raya giştî gelek aliyan li gel parastina sînorên Iraqê hemfikir bûn û heta Macron jî anî ziman ku Şengalî ji ber êrîşên Tırkiyeyê nikarin vegerin ser cih û warên xwe. Lê em dibînin hê toza lingê Macron li Bexda û Mûsil li hewa bû êrîşî Şengalê hat kirin. Ev ne tesaduf e. Li ber çavan tiştek dibêjin, li pişt perdan xefik û davan didanin.

Di van êrîşan de rola Iraq, PDK û welatên Ewropa û taybet DYE’yê çavên xwe li van êrîşan digire heye. Li aliyekê dibêjin serweriyê biparêzin, li aliyê din êrîş tê kirin çavê xwe lê digirin, ev durûtî ye. Hikûmeta Iraqê şandeyê xwe dişînin herêmê sivîl hatine qetilkirin, serweriya xaka Iraqê hatiye binpêkirin, lêkolîn dikin û diçin. Piştre tiştek bi raya giştî re nayê parvekirin. Ev bi vê civakê henekê xwe kirine. Bi erêkirina derbaskirina sînor mirovan qetil dike, tê lêkolîn dike û diçe. Divê gelê kurd li ber vê rabe û xwedî helwest bin.

Rayedarên Iraqê daxwaza parastina sînor dike, li aliyê din diçe ji Tirkiyeyê daxwaza kirîna çek û teknîka leşkerî dike. Jixwe di lûtkeya Iraqê de Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çawîşoglû gotibû ku ger di mijara PKK’ê de alîkariya wan bikin, wê di her alî de piştevaniya Iraqê bike. Gelo piştevaniya Tirkiye ya ji bo Iraqê bombebarandina li ser sivîlan e? Gelo li vir hiqûq heye? Kî/ê dikare di mijara bombeyan li ser sivîlan bibarîne de qala hiqûqê bike? Hiqûq nîne, hiqûq ji bo kurdan hê ji mêj ve hatiye binaxkirin.

Hiqûq jî em in, yê vê têk jî bibe em in. Yên li ber van êrîşan li ber xwe bidin her em in. Bawerî û vîna me ye. Sekna me ya têkoşer a li ber zilmê ye. Ne DYE, ne Rûsya û ne jî Iraq dikare Şengal, Mexmûr û kurdan biparêze. Yê me biparêze wê zarokên me ji xwîna me be. Em li gorî vê rastiyê tev bigerin, wê teqez serketin a me be.

Nûçeyên Têkildar