Bi dehan şêniyên Qamişlo û gundên derdora wê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya tirk re, xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandan ji xaçerêya Hilko ya Qamişloyê dest pê kir û di kolana sereke re heta navenda Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Xwepêşandêran dirûşmeyên şermezarkirina xiyanetê û hevkariya bi dagirkeran re berz kirin. Beşdarên xwepêşandanê pankertên ‘Gerîla pêşeroj û rûmeta Kurdistanê ye’ , ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê’ û ‘Bêdengiya navneteweyî erêkirina qirkirina Êzidxanê ye’ hatin hildan.
Li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê, endama rêveberiya Kongreya Star Welîde Botî axivî û siyasetên PDK’ê û hevkariya bi dewleta tirk a dagirker re, şermezar kir.
Welîde piştrast kir ku êrîşên dewleta tirk a dagirker berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ev êrîş hewldana qirkirina kurdan e. Gelê kurd li hemberî siyasetên parçekirinê li ber xwe dan, hîn jî têkoşînê dewam dike.”
Til Hemîs
Li navçeya Til Hemîsê bi sedan şênî bi heman armancî meşiyan.
Xwepêşandan ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û li kolana sereke ya navçeyê dewam kir.
Xwepêşandêr li pêşiya çerxerêya şehîdan kom bûn. Rûspiyê êla El-Bûasî Mihemed El-Muslih şer û destdirêjiya berdewam a hikûmeta Erdogan li dijî ax û gelên herêmê, bi taybet gelê Sûriyeyê ji Idlib, Cerablus, Kobanê, Serê Kaniyê û Eyn Îsa şermezar kir.
Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîs, Xalid El-Nayif jî wiha got: “Civaka navneteweyî tiştên ku li Şengal û Mexmûrê, Til Temir û Eyn Îsayê diqewimin, paşguh dike.”
Xwepêşandan bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û gerîlayên li dijî dagirkeriya tirk bi dawî bû.
Tirbespiyê
Li navçeya Tirbespiyê jî Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi hevkariya PDK’ê tên kirin, şermezar kirin.
Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Nisrîn Hisên daxuyanî xwend û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker hîn jî dest li welatên cîran wer dide û hewl dide kurdan û pêkhateyên din ên herêmê qir bike. Bi taybetî piştî ku DAIŞ nikarî vê erkê pêk bîne, îro dewleta tirk bi hemû rêbazan hewl dide azadiya gelê kurd asteng bike. Gelê kurd hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re bi tu awayan qebûl nake.”
Her wiha bang li partî û hêzên kurd hat kirin ku di vê qonaxa xeter de refên xwe bikin yek û zextê li PDK’ê bikin da ku dev ji hevkariya bi dagirkeran re berde û êrîşên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestîne.
Til Birak
Di heman çarçoveyê de, şêniyên navçeya Til Birak bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampa Mexmûrê û Şengalê xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandan bi tevlibûna şêniyên navçeya Til Birakê û gundên wê, ji çerxerêya El-Firin dest pê kir û ber bi çerxerêya şehîdan ya li navenda navçeyê dewam kir.
Di xwepêşandanê de diruşmeyên redkirina dagirkeriya tirk û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hat berzkirin.
Yek ji rêveberên Kongreya Star a navçeyê Meysa El-Hesên axivî û bal kişand ser xetereya plana berfireh a dewleta tirk a dagirker ji bo qirkirina civaka êzidî û wiha got: “Em van êrîş û sûcên dewleta tirk ên li dijî gelê Şengalê, êrîşên sîstematîk ên li dijî kampa Mexmûrê û bêdengiya hikûmeta Iraqê şermezar dikin.” QAMIŞLO