Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

KCK: PDK bûye hevparê dewleta tirk pêwîst e gelê kurd helwesteke zelal nîşan bide

KCK'ê diyar kir ku PDK bi êrîşên li ser gerîla bûye hevparê konsepta dewleta tirk a ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û bang li gel û raya giştî ya kurd kir ku bi helwesteke vekirî li ber vê yekê rabin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên PDK’ê daxuyaniyek da. Daxuyaniya PDK’ê wiha ye:

“Komeke gerîla ya ji 7 kesî, dema hewl dida ji qadeke gerîla derbasî qadeke din a gerîla bibe, PDK’ê li qada Xelîfanê kemîn danî ber û êrîş bir ser vê komê. Beriya niha kemîn danîbû ber komeke gerîla ya ji 3 kesî û êrîş biribû ser wan. Hîn jî li ser aqûbeta van 3 gerîlayan daxuyaniyek nedaye. HPG’ê ragihand ku 7 gerîlayên li Xelîfanê êrîş li wan hate kirin, şehîd bûne. Her wiha li Metînayê 7 berxwedêrên Zendûrayê ji aliyê hêzên dagirker ên ku sûd ji dorpêçiya PDK’ê wergirtin, hatin qetilkirin. PDK bi vê helwesta xwe bi rengekî aşkera xwe daye aliyê dewleta tirk û li dijî gerîla ketiye nava şer.

PDK’ê bersiv da daxuyaniya HPG’ê û bi gotina ‘Çi karê gerîla li Xelîfanê heye’ berpirsyariya vê êrîşê daye ser milê xwe. PDK ji bihara 2020’î û vir ve hewl dide qadên gerîla dorpêç bike. Hewl dide rêyan hemûyan bigire, bi vî rengî nehêle ku gerîla ji qadekê derbasî qadeke din bibe û liv û tevgera gerîla teng bike.

PDK’ê bi gotina ‘Çi karê gerîla li qada Xelîfanê heye’ mikurhatina wê yekê ye ku dorê li hêzên gerîla digire û ji bo têkiliyê navbera gerîla bibire, gavan diavêje. Jixwe kemîna ku beriya niha danîbû pêşiya 3 gerîlayan, her wiha kemîna ku li heman qadê danî pêşiya 7 gerîlayan, encamên vê dorpêçkirinê ye.

Bi gotina ‘Çi karê gerîla li Xelîfanê neye’ dixwaze êrîşên li dijî gerîla rewa bike. Ji vê yekê tê fêhmkirin ku wê ji niha û pê ve jî hewl bide qadên gerîla dorpêç bike, kemînan deyne pêşiya gerîla û bi vî rengî piştgiriyê bide êrîşên dewleta tirk ên ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd.

PDK bûye hevkarê konsepta tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd

HPG’ê di daxuyaniya xwe de bi taybetî destnîşan kir ku ew heta niha xwe ji şerekî gengaz ê PDK li ser wan ferz dike, vedigire. HPG’ê diyar kir ku gerîla bi xwevegirtina ji şer, armanca PDK’ê ya derxistina şer pûç kir, lewma vê carê PDK bi rengekî yekalî dest bi êrîşê kir. HPG’ê bi gotina ‘Em vê helwesta PDK’ê ji wijdan û edaleta gelê kurd re dihêlin’ bang li raya giştî û gelê kurd kir ku li dijî vê helwestê bikeve nava liv û tevgerê.

Gerîla çar meh û nîv in li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk ji bo tevahiya gelê kurd li ber xwe dide. Dewleta tirk li herêmên ku xwe gihandiyê, asê maye. Dewleta tirk a qirker mêtinger ku serkêşiyê ji dijminatiya li kurdan re dike, ji bo xwe ji vê çiravê rizgar bike êrîşî herêmên Şengal, Mexmûr, Pencewîn, Şehrazor û Rojava dike. Di encama van êrîşan de bi dehan kurd hatin qetilkirin û gelek birîndar bûn.

Di demekê de ku dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrîşên dagirkeriyê dewam dike û êrîşî her devera Kurdistanê dike, hewldanên dorpêçkirin û êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla zêde bûne. Ev êrîş bi rengekî aşkera, destê dewleta tirk sivik dike, bêhnê tîne ber û ji êrîşên dagirkeriyê re dibe alîkar. Ev yek hevkariya li konsepta tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e.

Dewleta tirk bi cesareta ji helwesta PDK’ê werdigire êrîş dike

Dewleta tirk ji vê helwesta PDK’ê cesaretê werdigire û êrîşî Şengalê, Pencewîn, Mexmûr û Rojava dike. Êrîşên PDK’ê ji bo xwe weke bingehek rewatiyê û zêdekirina êrîşan dibîne. Jixwe rayedarên dewleta tirk bi awayekî vekirî ragihandin ku êrîşên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê bi rengekî koordîneyî dikin. Têkiliyên PDK’ê yên bi dewleta tirk re û êrîşên hevpar ên li dijî PKK’ê ku di vê çarçoveyê de dikin, êdî zirarê dide destketî û têkoşîna gelê kurd a li çar parçeyên Kurdistanê, zirarê dide gelê kurd. Ev polîtîkayên PDK’ê encamên welê bi xwe re tîne ku kurdan hemûyan lawaz dike; ger ev polîtîka bê dewamkirin wê hîn bêhtir zirarê bide û qels bike.

Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla zanin ku şerekî li dijî PDK’ê wê zirarên gelekî mezin bide têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û paşerojê, lewma bi hesasiyeteke mezin xwe ji rewşeke bi vî rengî vedigirin. Xuya ye PDK vê nêzîkatiya me ya berpirsyarane weke lawaziyekê dibîne û bi ser gerîla ve diçe. Eger ev rewş bi vî rengî dewam bike, di vê pêvajoya têkoşînê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû têne danîn, mîna di sedsala 20’î de bû, wê metirsî zêde bibin ku kurd nikaribin bi xurtî cihê xwe di nava hevsengiyan de bigire. Jixwe dewleta tirk a mêtinger qirker ji bo di pêvajoyeke wiha siyasî de kurd xurt nebin û statuyeke mayinde bi dest nexin, li her derê êrîş dike. Polîtîka û têkiliyên xwe yên dîplomatîk hemûyan ji bo pêşîgirtina li xurtbûna kurdan bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze bigihêje armanca xwe ya qirkirina kurdan a di sedsala 20’î de danîbû ber xwe.

Banga li rewşenbîr û hunermendan

Gelê kurd û raya giştî divê li hemberî vê rewşê ku yekser hebûn, paşeroj û jiyana azad û demokratîk a kurdan eleqedar dike, bi rengekî aşkera helwesta xwe nîşan bide. Eger bi gotina ‘Rêxistineke kurd e, li qadekê serweriya xwe ya siyasî heye’ li dijî polîtîkayên PDK’ê helwest neyê nîşandan, dibe ku rewşeke welê rû bide ku piştre jê poşman bibin. Li dijî têkiliyên PDK’ê yên bi dewleta tirk re, li hemberî nêzîkatiyên PDK’ê yên dijminatiya li PKK’ê û li dijî êrîşên li ser gerîla divê partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê helwesta welatparêziyê nîşan bidin. Ev rewşa ku wê bibe sedema lawazbûna hêza siyasî ya kurdan, wê li çar parçeyên Kurdistanê hêzên siyasî jî qels bike.

Li hemberî helwesta PDK’ê ku bi êrîşa li ser gerîla piştgiriyê dide êrîşên tasfiyekirina PKK’ê yên dewleta tirk ku serkêşiyê ji dijminatiya li kurdan re dike, wezîfe û berpirsyariya dîrokî ya gelê kurd, rewşenbîr û hunermendên xwedî wijdan e ku bikevin nava liv û tevgerê û pêşî li vê rewşê bigirin ku zerareke mezin dide paşeroj û hebûna kurdan.

Divê gelê kurd û raya giştî zanibe; PDK bi polîtîkayên xwe, bi dorpêçkirina qadên gerîla û bi êrîşên xwe, şer ferz dike û bingehê ji vê yekê re amade dike. Li ser tevgera me teslîmiyetê ferz dike, her wiha ferz dike ku dest ji têkoşîna li dijî dewleta tirk a mêtinger qirker berde. Tevî ku tevgera me ya azadiyê û hêzên me yên gerîla bi sebir û bi berpirsyarî tevdigerin jî, PDK dest ji vê polîtîka û helwesta xwe bernade. Ji ber vê yekê divê êdî rastî bi her awayî bêne dîtin.

Gelê kurd, rewşenbîr, hunermend û hêzên siyasî yên kurd, bi hişmendiya kûr a welatparêziyê û rastiya naskirina dijminê kurdan ku di nava têkoşîna sed salî ya gelê kurd de bûne xwedî vê hişmendiyê, em di wê baweriyê de ne ku ê pêşî li van polîtîka û helwestan bigirin ku paşeroj û hebûna gelê kurd dixe nava metirsiyê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar