Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Çîroka 7 gerîlayan… Xelîfan!

Li başûrê Kurdistanê agahiyên metirsîdar belav dibin. Ev rewşa dawî dilê gelê kurd ne rihet dike û salên 90’î tîne bîra me. Em qala bûyera Xelîfanê dikin. HPG’ê ragihand ku 29’ê tebaxê, dema yekîneyeke gerîla ava Zê derbas dikirin, 7 gerîlayên wan di kemîneke hêzên PDK’ê de şehîd dibin û piştî hefteyekê ji lêgerînê ev agahî bi dest xistine. Ev agahyeke ne ji rêzê ye. Ji ber ku dewleta tirk jî êrîşî heman hêzê dike û ji berî 4 mehan ranewestiyaye. PDK’ê jî îdia dike ku hêzên wan tiştekî bi vî rengî nekiriye. Niha jî her kes li bendê ye ku HPG’ê nasnameyên wan şehîdan aşkera bike.

Jixwe ji 26’ê tîrmehê ve 3 gerîla ne xuya ne lê tişta balkêş  ew e ku ew jî li heman herêmê bûn, tevî bangên malbatên wan jî, PDK’ê deng ji xwe dernexist. Bûyera dawiyê ev dosyayê careke din vekir û daxwaza diyarkirina çarenûsa her sê gerîlayan tê kirin.

Niha ev yekê gelek maskeyan parçe dike û êdî pêwsîtiye wê bi lêhûrbûneke nema ye. Mijar ji PKK’ê mezintir e. Mijar hebûn û tunebûna gelê kurd e!

Dema PDK’ê dibêje agahiya min ji vê bûyerê tune ye, du pirs di serê her kesî de ava dibe;

  • Gelo 7 gerîla bi destê kê şehîd bûne?
  • Çima PDK’ê xwe ji bûyerê dişo, bêyî ku ziraviyên mijarê bêje, tevî ku ew li wir serwer e?

Diyar e, PDK’ê xwedî planekê ye lê ew plan çi ye, gelo dixwaze şerekî navxweyî derxîne yan jî di berjwendiyên dewleta tirk de kar dike, da ku hêza gerîla qels bike?!

Di her daxuyaniyeke xwe de, PDK’ê her tim PKK’ê weke sedema êrîşên Tirkiyeyê  yên li dijî başûrê Kurdistanê pênase dike lê rojekê jî qal nekiriye ku bêhtirî 70 baregeh û noqteyên wê dewletê li ser axê wê hene.

Bi taybet ji êrîşên 23’ê nîsanê ve, ji sedî 35 daristanên Kurdistanê şewitî ne lê dîsa jî bêdeng e!

Eger PKK’ê weke dijbera berjwendiyên gelê kurd nîşan dide, Tirkiye heta niha ji bo kurdan ji bilî kuştin, qirkirin, koçberkirin û pişaftinê çi kiriye?!

Niha her tişt li meydana gelê kurd e, ew dikare berê mijarê bide cihê rast û her tiştî aşkera bike. Ji ber ku aliyên kurd îro di rewşeke metirsîdar de ne û dijminên wan weke rejîmên Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê planên nû datînin da ku wan destkeftiyên li Rojava û Başûr têk bibin.

Helbet ger di serî de PDK’ê hevkarî û desteka xwe ji bo dewleta tirk bidomîne wê demê dê rûpelên dîrokê têra derdê gelê kurd neke û her tişt bi xwînê were nivîsandin û ev jî dûrî hêviya dilê dayik û bavê kurdan e!

Nûçeyên Têkildar