Duh bi şev balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker gundê Sînemok a girêdayî Qeladizê, 3 caran bombebaran kir. Balafiran yekser welatiyên sivîl kir hedef û di encamê de 2 welatî birîndar bûn.
Hevserokê şaredariya Binarê Qendîlê Mihemed Hesen der barê êrîşê de ji ajansa Rojnewsê re axivî û wiha got: “Duh bi şev balafirên şer 3 caran gundê Sînemok bombebaran kirin. Ji ber êrîşê 2 welatî birîndar bûn. Ji bilî birîndarbûna welatiyan ziyanek mezin gihişt bax û baxçeyê welatiyan. Derî û pencerên malên welatiyan jî şikestin.” QELADIZ