Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî

Diyardeya ku dibêje ‘Cografya qeder e’ gelek caran ji ber bûyerên diqewimîn dike ku hem ji bo Kurdistan û hem jî ji bo Rojhilata Navîn em careke din li ser vê diyardeyê bifikirin. Tê zanîn herî zêde li ser axa Mezopotamyaya qedîm, weke têgîn çarenûs an jî bi gotineke din qeder di nav civakan de xwe sepandiye. Weke ol di baweriyê de jî rehê xwe berdaye kurahiya nav dil û mêjiyan.

Baş e, gelo qedera cografyaya Kurdistanê çi ye? Çawa tê pênasekirin an jî formê jiyan, bînîn û Kurdistanîbûyînê çi ye? Şer, parçebûyîn, bêtifaqî, destê navxweyî yê bi dijmin re, bîreweriya lawaz, girîngdayîna berjewendiyên demkî û hwd. ku her yek ji me dikare li ser van xalan hin xalên din jî lê zêdeke. Di roja me ya îro de jî li Kurdistanê tişta ku tê jiyîn ev rewşa heyî ye. Weke diyardeyeke sepandî di nav gel de xwe daye qebûlkirin hinek jî ev e. Li çar parçeyên Kurdistanê dema ku em li rewşa heyî mêze dikin, kêm zêde ev rewşa heyî derdikeve holê. Helbet divê bê gotin ji ber girîngiya Kurdistanê dike ku hem hêzên herêmî û her wiha hem jî hêzên cîhanî her tim welatê me bikin qada cengê û şer û pevçûnan weke çarenûsa cografyaya me li ser me bisepînin. Helbet li dijî hesabên van hêzên ku dijminane tevdigerin her wext demareke azadîxwaz jî berxwedaniyekê li dar xistiye. Hesabên qirêj ewqas bi erzanî negihîştine armancên xwe. Lê helbet divê ji bo dîtina rastiyan jî encamên ku derdikevin werin dîtin û li gor wan encaman, seknek bê raberkirin.  Mînak; diyardeya ku dibêje ‘Kurd tu carî nayên gel hev û tifaq ava nakin’ an jî ‘Kurmê me em bi xwe ne’ yan jî ‘heke em ne dijiminê hev bin kesek bi me nikare’  her car û di her parçeyê de di gotubêjan de tên bilêvkirin. Ev jî bi xwe re encamekê derdixe ku ji xwe tişta ku dijmin dixwazin pêk bînin ew e; Bêhêvîtî. Bêhêvîtî di beşek Kurdistaniyan de weke derencama van polîtîkayên şer û aloziyan xwe derdike. Xeteriya herî mezin jî ji bo me kurdan ev e. Ev hest dike ku em ji helwestê, ji têkoşanê, ji baweriyê dûr bikevin. Avakirina psîkolojiya ‘nabe’ bi taybetî tê avakirin.

Di nav çar parçeyên Kurdistanê de yê ku di vê mijara bêhêvîtî de herî zêde berpirsiyar e û bi polîtîkayên xwe, vê hestê her diçe zêdetir dike parçeyê başûrê Kurdistanê ye.

Çima berpirsiyariya başûrê Kurdistanê zêdetir e;  ji ber ku di nava hemû parçeyan de herî zû başûrê Kurdistanê weke statu û derfeta xwe birêvebirinê bidest xist. Ji sala 1991’an ve kêm an zêde, di berdêla xwîna şehîdan, îşkence û azaran, komkûjî û penaberbûyînê, derfeteke ku karibe xwebirêve bibe û ji bo parçeyên din jî bibe çavkaniya hêz, moral û berzkirina têkoşîna li dijî dagirkeran bi dest xist. Ji bo kurdan hesta ku parçeyek welatê me heye û em birêve dibin gelek hêjayî bû. Heta niha jî her wiha ye. Di encam de ev pirs li gel me kurdan pêş dikeve; Gelo rêveberiya başûrê Kurdistanê vê rol û erkê xwe pêk anî yan na? Mixabîn dema ku li pratîkên van demên dawî jî mêze dikin bi dilrehetî em nikarin bêjîn ‘belê pêk anî’. Na! Şerên kurd bi kurd ku weke şerên birakujî jî tên pênasekirin, di bin navê peymanên aboriyê de hevkariya bi dagirkeran re, nehiştina hêza muxalefetê, gendelî, dizî û hejariya gel, li Başûrê welêt bi xwe re encameke gelek xirab anî; ew jî ‘Bêhêvîtiya Gel’ e. Gel ji desthilatiya heyî bêhêvî ye, ji hêza muxalefetê ya heyî bêhêvî ye, ji hevkariya bi dijminan re bêhêvî ye, ji ber rewşa gendeliyê, ji ber hejariya beşeke mezin a civakê bêhêvî ye. Ev hest encameke gelek xirab e û ji ber xwe ve derneket, ji ber ku heta beriya salekê jî gelek car nerazîbûn di asta herî bilind de xwe nîşan dan, nerazîbûna ji halê heyî re kir ku xwepêşanderên li meydanan gelek şûnên partiyan bişewitînin. Xwîna ciwanan li meydanan rijiya. Lê ev nerazîbûn ji hêla desthilatdariya Başûr ve hate çewisandin û li şûna çareseriyên bingehîn daxwazên gel tune hatin hesibandin. Ji vê derencamê her aliyekî siyasî yên li Başûrê welêt berpirsiyar e. Bêdengî û xwe kerrkirin, berpirsiyariyê ji holê ranake, helwesta pêwist di dema xwe de girîng e.

Li dijî dagirkeriyê, li dijî hevkariya bi dijminan re, li dijî hejariya civakê yan jî gendelî û diziyê, berpirsiyariya her aliyekî siyasî, civaka sivîl û takekesan ew e ku henase û coşa hêviyê berztir bike. Çarenûsa erdnîgariya me bi vê henase û coşê dikare biguhere.

Nûçeyên Têkildar