Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji serlêdana CHP’ê bêhna xêrê nayê

Serlêdana CHP’ê ya başûrê Kurdistanê tê gengeşîkirin. Gelek kes dixwazin meseleyê fam bikin. Bi rastî em jî dixwazin meseleyê fam bikin. Ev çend roj in li pey kulîsan ketim. Heta hevalên me çendî car xwestin bi endamên heyeta CHP’ê ku çûbûn başûrê Kurdistanê biaxivin. Lê ew jî bersiv nedan, venegeriyan hevalê me. Diyar e, di nav hesab û kitêban de ne.

Bêguman, ew ê di nêz de zêdetir aşkera bibe. Xwedê mezin e. Lê berî ku aşkera bibe, em li meseleyê binêrin.

Yekemîn îtîraf ji AKP’yiyan hat. Melîh Altinokê nivîskarê Sabahê ku ‘çepgirekî’ kevin û qelemşorekî AKP’yê ye, gelek zelal nivîsî. Dijberiya CHP nekir, tenê rexne li nêrînên wan ên derheqê AKP’yê girt û got “dereng mane.”

Gelo ji bo çi dereng mane? Bi gorî Melîh Altinok, di pêkanîna siyaseta dewletê de dereng mane. Siyaseta dewletê jî aşkera dike û wiha dibêje:

“Enqere ji heyama Ozal û vir ve ji cûdabîna navbera malbata Barzanî û PKK’yê ku carina bûye sedemên şer di nava her du aliyan de, îstîfade dike. Wekî di dema pêvajoya çareseriyê de hat dîtin, bi malbata Barzaniyê re – ku bingeheke wan ê xurt di nav civaka kurd de heye – peywendiyek stratejîk pêk tîne bi vî awayî dixwaze hukma PKK’ê di herêmê de lawaz bike.”

Ev îtîrafek aşkera ye. Ew ê muxatap çi qas ji vê îtîrafê encam derdixin, li aliyekî. Lê ger wiha be, sedema serlêdana CHP’ê zêdetir zelal dibe. Ew, xwe amadeyê îktîdara pêşerojê dikin û dixwazin armanca dewletê ev car ew rêve bibin.

Kesên di heyetê de cih digirin jî, vê armancê zelal dikin. Unal Çevîkoz bi salan li derveyî welat niwêneriya Tirkiyeyê kiriye û niha jî li ser navê CHP’ê vê niwêneriya xwe bi cih tîne.

Bêgûman, sedem tenê ne ev in. Hin sedemên din jî hene. Sedemek girîng jî bêçarebûna li hember HDP’ê ye.

Bi salan e ew ji alîkî, AKP ji alîkî li HDP’ê didin. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’a mejiyê wan têk çû. HDP, wekî alternatîfek xurt derket meydanê. Erdogan winda kir. CHP bi pêş neket. HDP, bi hêz û kesayetiyên ku bi wan re tifaqên demokratîk danîbû hema bêje hemû Tirkiye û bakurê Kurdistanê temsîl dikir.

Ev xurtbûn berî AKP’ê CHP’ê tirsand. Ew jî piştgirî da AKP’ê û hilbijartin careke din hat dubarekirin. Di 1’ê mijdarê de AKP’ê carekî din bi ser ket. Êrîşên li ser HDP’ê dom kir. Ev car bi hev re destlênadana hevserok û parlamenterên HDP’ê rakirin. Bi hezaran HDP’yî avêtin zindanan.

Bi alîkî ve jî şerê li dijî kurdan mezin kirin. Her cûre qirêjî bi kar anîn û bi hezaran kurd qetil kirin. Axên li derveyî bakurê Kurdistanê jî dagir kirin. Ev êrîş hê jî didomin.

Bila kes nebêje, berpirsiyarê ev siyaseta tena serê xwe AKP ye. AKP, MHP û Ergenekonî çi qas berpirsiyar in, her ew qas jî CHP û Îyî Partî jî ji van êrîşan berpirsiyar in.

CHP dît ku li hember van êrîşan jî tevgera kurd li ser pêyan e û HDP jî her diçe xurttir dibe, ev car dest bi ceribandina rêyekî nû kir. Ew jî dilxweşkirina kurdan e. Peyama ceribandina vê siyasetê jî ji başûrê Kurdistanê dan.

Ji vê siyaseta nû ya CHP’ê, bêhna lawazkirina tevgera kurd û HDP’ê bi aşkera dixuye. Ev jî bi me diyar dike ku ne dewlet û ne jî CHP, derheqê bakurê Kurdistanê de hesaba xêrê nakin.

Kin û kurt, ji vê ziyareta CHP’ê bêhna lêvegerînek demokratîk naye. Hêvî dikim ku em şaş bin.

Nûçeyên Têkildar