Nêrgiz Ismayîl |
Hîn jî jin li ber xwe didin. Bi qasî hemû zehmetiyên şer û êrîşên bêeman ku ne tenê bi ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyayê vehatine kirin, li seranserî Rojhilata Navîn bigiştî ew rewş heye. Guman di vê mijarê de nîne ku jin li ku derê be bila bibe li wê derê deriyekî azadiyê ji xwe re vedikin û çiqasî ew derî deng ango biçûk be dîsa çirûskek ronahiyê jî hebe xwe lê dipêçe. Yek ji wan jinên ereb ku bi hestên xwe hezkiriya axê, avê, xwezayê û hunerê şêwekara hêja Emel Eletar e. Di nav şert û mercên zor de dîsa dev jê ruhê xwe yê hunerî berneda heta vê kêliyê ji bo Ferateke azad û jinên azad neqşên keskesoran li ser rûkên taboloyan ronî dike. Ev ezmûna wê ya jiyanê, li kêleka çemê Feratê me xwest em nas bikin û serpêhatiyên wê di rêka hunerê de bikin xemla jiyanê.
We kengî dest bi rêwîtiya xwe bi jiyan û hunerê re kir?
Emel Eletar: Beriya her titşî ez gelek spasdar im ji Rojnemaya Azadiya Welat re ku ji dil guh dide berhem û hunera rengîn a jinan, di heman demê de bê ferq û cudahî. Serkeftin di xebatên wan de dixwazim. Bi rastî ez hîn di temeneke biçûk de dest bi şêwekariyê kir. Ew jî bandora birayê min Elî Eletar, şêwekar û mamoste bû. Ew niha li Reqa ye û dev ji karê şêwekariyê berdaye. Dikarim bibêjim ez jî yek ji wan şagirtên payebilind wekî Fewaz Elyunis hatim perwerdekirin. Di sala 2001’ê de ku navenda Çanda û Hunerê li Reqa avabû, bêguman di wan salan de pergal ne wisa bû. Tenê em weke miletê ereb bûn (jixwe niha xweştir e mozaîka hunerê ye). Heta 2008’an min waneyên şêwekariyê berdewam kirin.
Her ku tu fêrî rengekî dibû, ango beşekî dibû hestên te çawa bûn mîna jinekê?
Emel Eletar: A niha di vê kêliyê de hestên mîna volqanan dikele û difûre, ez li kêleka çemê Feratê me û bedewiya wê min dide, wê demê jî wiha bû, firçe û renga min ji min didizîn. Mîna ku dilê min li gemiyakê siwar bike û bibe cihekî dûr ez jî li dû dilê xwe herim warên nû keşif bikim. Her ku fêrî pileyekê dibûn weke ku hîn gelek pile ji min re mane. Ji ber ku ez derbas wan heft dibistanê şêwekariyê bûm. Çi ya şênber be çi ya siriyalî be.
Gelo civak û kelepûra heyî ji xwe tê zanîn tu astengî li pêşiya te dernedixistin? Her çendî malbat rewşenbîr be, ji ber çanda civakê li ber çavan e? Ev mijar çiqasî bandora xwe ya erênî û neynî li te dikir?
Emel Eletar: Bê guman… bêguman.. mijara herî sereke jî ew e. Ez nikarim bibêjim em weke civaka ereb paşketî ne. Ev ne rast e. Civakek resen û li ser koka xwe maye. Lê belê ji ber ji gelek aliyan ve xwe rizgar nekiriye ev yek nahêle ku bi hişmendiyek azad bijî. Şensê min î her baş ku malbata me hemû jî tevî dayika min çav vekirî mezinbûne. Di wan aliyan de derfetê didin jinan ku bikaribe li dû xewn û xeyalên xwe bibezin. Lê belê ew jî ne hêsan e. Li vê derê piraniya keçan dixwînin lê ne ji bo ku azad bijîn, ji bo pera qezenc bikin û bidin malbatê. Dibe ku malbata min pêşketî bû li di vê mijarê de civak heye û civak jî xwedî kelpûre ev jî ne rehet e.
Min xwest di nava civaka xwe de bikaribim xwedî biryara jiyana xwe bim. Ez gelekî li xwe geriyam û min xwe di hunera şêwekarî de dît. Ez gelekî bextewar im. Jixwe ev huner girêdana wê bi “sebirê” re gelekî heye. Carna jî di nêrîna min de Sebra Eyûb lazim e. Ji ber ku şert û mercên ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe ne hindik e. Şer, pevçûn û dagirker ne kêm in.
Baş e ka hinekî li ser vê tabloyê şîrove bike, ev hemû jin in û dîlanê di nava xwezaya kesek de dikin, mebesta te ji vê tabloyê çi bû dema çêkir? An jî di nava kîjan şert û mercan de te çêkir?
Emel Eletar: Gava li vê tabolyê mêze dikim hem dixwazim bigirîm (giriyê kêfxweşiyê) hem jî serbilind im. Ji ber ku pênc salên ku DAIŞ’ê li vê derê ma em ne dikarin bi gotinan bînin ser ziman, ne jî bi tabloyan. Mîna ku ji nişkave roj ewqas germ û bedew û dunyaya te tarî bibe. Em sê salan man û piştre nêzî du salên berî rizgarkirina Reqayê em çûn Lubnanê. Ji ber rewş gelekî ne baş bû. Her kes serjê dikirin. Li wê derê her demê hestek min hebû ku em ê vegerin Reqayê. Her roj min ji malbat û dostên xwe re digot ku em ê vegerin. Lewra ew kêfxweşiya rizgarkirinê û azadiyê min kirin tablo. Ev rengê jiyanê û xwezaya xweşik a Reqaya azad e. Bi rastî jî dema rizgar bû ji xwe ev tablo bû rastî em hemû keçik, zarok û hetanî bi temenmezinan reqisîn û ji kêfxweşiyê re em giriyan. Loma ev tablo gelekî bi nirx e li ber dilê min. Ez wê li malê dihêlim û diparêzim. Ji ber ku qîmeteke wê ya taybet heye. Di vê tabloya yekemîn de min Ferata azad çêkir û ya din min reqsa azadiyê ya jinan çêkir. Tê bîra min gava min dirisiman wiha dilê min lêdida… lêdida mîna ku ez bûme kevokek û nizanim ev esman têra min nake ku lê azad bifirim. Em wekî miletê Reqa baş dizanin tama azadiyê. Zilm û zexta ku me dît di wan pênc salan de hêlişt ku em ji dil bizanibin çêja azadiyê çi ye.
Ê niha di vê pêajoya dawî de çi projeyên te hene? Tu li ku derê kar û xebata xwe ya hunerî didî meşandin? Çawa, tu kêfxweş î?
Emel Eletar: Belê.. belê.. piştî ku Reqa bi destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat rizgarkirin, me navenda Çand û Hunerê ya Reqayê damezrand. Ez jî yek ji wan endamê damezrandinê me. Gelekî serbilind im. Ji tunebûnê me hebûn çêkir. Em geriya ka kî hunermend mane, kî ji vê derê çûne. Taybet jî em li jinan geriyan. Demekê ji deman li Reqayê gelek nivîskarên jin û şêwekar hebûn bi nav û deng bûn. Weke Fewziye Elmerî, Celal Elhemzawî, şêwekarên wekî Cûliya û Kewser. Heta şanoger jî hebûn. Lê pêvajoya ku em tê re derbasbûn me gelek kesayetên hêja winda kirin. Ji ber vê sedemê kesayetên ku mane niha têne li navendê ne.
Me di navenda Çand û Hunerê de gelek beş vekirin, çi muzîk be, şano û şêwekarî be. Bi azadî em xebatên xwe didin meşandin. Ji ber ku her kes li vê derê dixwaze welatek aram û aştiyane de bijî. Zilma ku bi serê me hat ne kêm bû. Niha jî wekî dewleta tirk dev xaka Sûriyeyê bernade em dagirkeriyê qebûl nakin. Bi çi mafî êrîşî welatê me dike. Bi çi mafî neheqiyê li vê civaka me dike. Û em bi dehan sal in ku pev re dijîn. Tu ferq û cudahî di navbera ne olan, mezheban ne jî netew û pêkhateyan de hebû û dê nebe jî. Ev xaka welatê di navbera Ferat û Dîcleyê de ye. Xelkê li vê derê jiyanê her demê bi hezkirin û wekhevî jiyane.
Ez jî di navendê de me, em ê hîn baştir û xweşiktir vê hunerê li pêş bixin. Em deriyê azadiyê ji hemû jinan re vekin bila hemû xewn û hesretên xwe pêk bînin. Em ê jî bi tablo, rîşe û rengên jiyanê li ber xwe bidin. Ji ber ku ez di her tabloyekê de şer dikujim û rengan azad dikim.