Li taxa Onûr a navçeya Seyhanê ya Edeneyê, li ser derenceya Dibistana Navîn a Sala 125’emîn hat nivîsandin ku ji bilî tirkî zimanekî din neyê axaftin. Li ser pêpêlûkên derenceyê nivîsa ‘Tirk gotî tirkî ye. Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be. Em ji zimanê xwe şerm nekin’ hat nivîsandin.
Dayik û bavên zarokan diyar kirin ku ji ber piraniya taxê kurd in nivîsên bi rengî tên nivîsandin û xwestin ku nivîsa tekperest û nijadperest jê derenceya dibistanê bê jêbirin. EDENE