PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Dewleta tirk qirkirina fîzîkî û çandî ya gelê kurd daye pêşiya xwe’

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê têkilî qedexekirina zimanê kurdî ya li Efrînê daxuyaniyek da û wiha got: “Li Efrînê bi temamî kurdî ji bernameyên perwerdeyê derxistin. Tevî ku cih û warên kurdan dagir kirin û bi hemû şêweyan kiryarên dij mirovî li hemberî kurdan pêk anîn, herî dawî di cih û warê gelê me de zimanê wan jî qedexe kirin.”

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê têkilî qedexekirina zimanê kurdî ya li Efrînê daxuyaniyek da.

Tevahiya daxuyaniyê ya Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê wiha ye:

“Weke tê zanîn dewleta tirk a dagirker û qirker, li hemberî gelê me siyasetek têk birin û qirkirinê bi rê ve dibe. Ji bo ku karibe vê siyasetê ser bixe tu sînor, nirx û pîvanek mirovahî nas nake. Li ser bingeha vê siyasetê, li welat û derveyî welat her dereke ku derfet, nirx û destkeftiyek gelê me lê hebe êrîş dibe ser û dixwaze tune bike. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne ango gelê kurd têk bibe, bi hemû awahî hêz û derfetên xwe bikar tîne. Di vê rewşa nû ya cîhanî de Ji bo ku civaka me weke netew û civak bi tu awahî neyê naskirin ango nebe xwedî maf û statû her tişta ku ji dest tê dike. Li gel dagirkirina her cihekê ku destkeftiyên gelê me lê heyî, bi hemû şêweyan êrîşan dibe ser gelê me. Tevî erîşên fîzîkî, bi hemu cûreyên bişaftin û qirkirina çandî jî li ser gelê me pek tîne.

Gelê me yê hêja û bi rûmet; di serî de dewleta tirk a dagirker û qirker, dijminên gelê me bi van êrîşên ku pêk tînin, weke ku di sedsala borî de pêk anîbûn di vê sedsalê de jî dixwazin carek din bi navê kurd û Kurdistan tiştek li ser rûyê erdê çê nebe. Weke tê zanîn ên ku vê daxwaza wan asteng dike ango nahêle bigihêjin armancên xwe, tevgera azadiyê ye. Lewma bi hemû hêz û îmkanên xwe li hemberî tevgera azadiyê di nav êrîşekê de ne. Tevî hemû êrîşên dijmirovî û hovane yên ku li hember tevgera azadiyê ya gelê me pêk tînin jî nikarin armancên xwe pêk bînin. Lewma neçar dibin ku ligel van êrîşên hovane serî li rê û rêbazên şerê qirêj ê taybet didin. Gotinên weke kurd birayên me ne, pirsgirêkên me bi kurdan re nînin, armanca me ne ew e ku em kurdan têk bibin û tenê em dixwazin PKK têk bibin derdixin pêş. Ligel vê yekê dost û dijmin herkes vê rastiyê pir baş dizane ku PKK li çar parçeyên Kurdistanê vîna rêxistinkirî ya hemû gelê kurd e. Lewma, ji bo ku karibin gelê me têk bibin ango qirkirinek çandî û fîzîkî re rû bi rû bihêlin neçar in ku di serî de PKK têk bibin. Eger PKK tasfiyê bibe wê gelê kurd têk biçe. Pir aşkera ye ku ev gotin derewin û bê bingehin. Bi gotinên weke pirsgirêkên me bi kurdan re nînin pirsgirêka me bi PKK’ê re ye dixwazin dijminahiya xwe ya li hemberî gelê me veşêrin û qirkirina kurdan rewa nîşan bidin. Rexmê ku rasti evqas aşkera ye jî, weke ku hûn jî dizanin û dişopînin hin hêzên ku bi nav kurd ên wek PDK û hevalbendên wan jî bi vê siyaseta qirêj a li dijî civaka me pêk tê re hevkarî û hevalbendiyê dikin. Divê ev yek baş were zanîn ku yên bi dijminên gelê me re hevalbendiyek wiha pêk tînin ji dijmin pirtir zirarê didin daxwaz, destkeftî û doza azadiyê ya gelê me.

Gelê me yê bi rûmet; weke ku hûn jî dizanîn, di serî de dewleta tirk, dijminên gelê me tu cîhekî Kurdistanê hebûn û destkeftiyên gelê me qebûl nakin. Lewma li ku derê dibe bila bibe êrîş dikin û dixwazin destkeftiyên gelê me têk bibin. Ev rastî me bi êrîşên li ser bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, li ser Kerkûk, Şengal, Mexmûr, Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serekanyê û herî dawiyê jî bi êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayên ku li başûrê Kurdistan pêk tên me bi çavên xwe dît û jiya. Ev êrîşên li ser gelê me pêk hatin bê guman bi hin tifaqên herêmî û navdewletî pêkhatin û pêk tên lê di her êrîşekê de ku pêk hatiye jî hin tevgerên bi nav kurd û kesên xayîn ên ku bi dijminê gelê me re hevalbendî pêkanîn hebûn û hene. Bêyî ku hevalbendiyek wiha pêk were ne hêsan bu ku ev çend êrîş bi vê awahî pêk werin û bi vê rengî bi ser bikevin. Tevî lewazkirina hêz û berxwedana neteweyî ya gelê me ya ku deng û textên nav netewî sistkirin û xwestin ku ev êrîş rewa bibin jî heman hêzên hevkar ên li ser navê kurdan ligel dijmin cihgirtî bûn. Yên ku gotinên weke ku ev êrîş li dijî PKK û hêzên li ser PKK’ê ne û ev êrîş ne li hemberî kurdan e bi lêv dikirin jî ev hêz û kesên kurd ên ku bi dijmin re di nav hevkariyê de bûn. Ev hêz û kesên hevkar hê jî vê siyaseta qirker a li hemberî gelê me pêk tê re di nav vê hevalbendiyeke qirêj de ne.

Gele me yê hêja; weke ku hûn jî dizanin dewleta tirk a qirker û tevî çeteyên xwe bi armanca dagir kirin û qirkirinê, gelek êrîşên dijwar û hovane li ser rojavayê Kurdistanê pêk anîn. Di encama van êrîşan de herêmên azad û xweser ên wek Efrîn, Girê Spî û Serekaniyê, ji aliyê dewleta tirk a qirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin. Di encama van êrîşan de bi hezaran kurd tevî şervanên xwe hatin qetilkirin û bi sed hezaran kurd jî, neçar man ku cih û warên xwe biterikînin. Bi destê dewleta tirk û çeteyên wê, cih û warên kurdan hatin xirabkirin û dest danîn ser hemû mal û milkên wan. Tevî dagirkirin û dest danîna li ser ked, mal û milkên gele me, li van herêman kiryarên weke destavêtina jinan, revandina keçên kurd, dizî, girtin, îşkence û kuştin bênavber berdewam dikin. Tevî çete û malbatên çeteyan, bi sed hezaran malbatên ereb, tirkmen hwd. li van cih û warên kurdan hatine bicihkirin. Tevî van pêk anînan, hemû sazî û dezgah, remz û pîroziyên gelê me hatin texrîbkirin û ji holê hatin rakirin. Dewleta qirker û çete yên wê her ku diçe zexta li ser kurdan zêde dikin û bi rê û rêbazên dij mirovî, kurdan li cih û warên wan derdixin. Tevî ku ev kiryar li gor qanûnên navneteweyî weke sûcên mirovahiyê hatine pejirandin di serî de Yekitiya Netewan li hemberî van kiryaran bêdengiyek heye. Dewleta tirk a qirker ji vê bedengiyê jî zêdetir cesaret digire û roj bi roj li Efrîn, Serêkanyê û Girê Spî guhartinek aşkera ya demografik tê pêk tîne. Ji kemera erebî ya Rejîma Baasê xirabtir û bi tehluketir li van herêmên kurdan siyaseta tirk kirin û ereb kirinê tê birevebirin. Dewleta tirk a dagirker û qirker a ku qirkirina fîzîkî û çandî ya gelê kurd daye ber xwe, wek berdewamiya vê siyasetê herî dawî li Efrînê, bi temamî kurdî ji bernameyên perwerdê derxistin. Tevî ku cih û warên kurdan dagir kirin û bi hemû şêweyan kiryarên dij mirovî li hemberî kurdan pêk anîn, herî dawî di cih û warê gelê me de zimanê wan jî qedexe kirin. Li pêş çavên cîhanê, di bajar û navçeyên me de tirkî û erebî weke zimanê fermî pêşxistine û li ser zarokên kurd, ev ziman tên ferzkirin. Tevî êrîş û qetlîamên fîzîkî yên li ser gelê me pêk tên, bi rêk û rêbazên wiha yên tune hesibandin û bişaftinê dixwazin li ser gelê me qira çandî bînin. Bê guman wê gelê me vê bê rumetiyê nepejirîne û li hemberê hemû cureyên qirkirina fîzîkî û çandî li ber xwe bide.

Gelê me yê hêja û bi rûmet; di serî de dewleta qirker a tirk, dijminên kurd û Kurdistanê bi van kiryarên dij mirovî û bê exlaq dixwazin hebûna me ji holê rakin. Bi van kiryaran jî em dibînin ku dijminên gelê me bi tu awayî mafên hebûnî, mirovî û jiyanî nas nakin. Weke ku bi van kiryarên wan jî em dibînin, bi ti awahî hebûna kurdan qebûl nakin û ji bo ku kurdan qir bikin hemû hêz û derfetên xwe bi kar tînin. Dubare aşkera dibe ku gotinên weke, kurd birayên me ne, em li dijî kurdan nînin û li dijî PKK’ê ne derewek mezin e. Jixwe, sedema ku ewqas PKK’ê dikin rojev û êrîşan dibin li ser PKK’ê jî ew e ku weke vîna rêxistinkirî ya gelê Kurd PKK li pêşiya plan û armancên wan yên qirkirina kurdan armanc dike astengiya herî mezin e. Dost û dijmin hemû kes vê yekê baş dizane ku heya PKK hebe wê planên qirkirinê ya li ser gelê me ser nekevin. Berovajî vê yekê, wê bi rûhê berxwedêr yê tevgera azadiyê meşa gelê me ya azadî û demokrasiye wê roj bi roj ber bi serkeftinê ve here.

Em Komîteya Perwerdê ya KCK hemû kiryar û êrîşên li hemberî gelê me pek tên em red dikin û bi awayek herî tund şermezar dikin. Dubare em bang li gelê xwe dikin da ku li hemberî vê siyaseta qirker a ku li ser gelê me pêk tê şiyar bin û bi her awahî tekoşîna xwe geş bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar