Navenda Nûçeyan |
Li gorî nûçeya Rojnewsê ku ji herêmê girtî, îro danê siharê, dewleta Îranê bi dijwarî herêma Balekayetî ya ser bi Hewlêrê topbaran kir. Bi taybet Îran herêmên ku cotyarî lê tê kirin topbaran dike.
Çavkaniyan ragihand ku Îranê 30 kêliyan bi dijwarî wan herêman topbaran kiriye.
Hêjayî gotinê ye duh êvarî jî rejîma Îranê gundê Berbezên, Bineperêz, Nawrûbaran û Ketîne ên bi ser Sîdekan a herêma Biradost bombebaran û topbaran kir. Ji hefteya borî ve Îran herêmên Biradost û Balekayetî bi dijwarî topbaran dike.