Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

KNK’ê bang li Îranê kir

KNK'ê êrîşên Îranê şermezar kir û bang lê kir ku dest ji gef û êrîşan berde, ji bo çareseriya pirsgirêkan bi hêzên kurdistanî re diyalogê bike

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser gef û êrîşên dewleta Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê û Hêzên Şoreşgerî daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Rayedarên dewleta Îranê ev demeke gefan li hêzên kurdistanî dixwe û ev çend roj in jî êrîşên hewayî pêk tînin. Dewleta Îranê beriya niha jî dem dem bi topan êrîş dikir, van rojên derbasbûyî dest bi êrîşên hewayî jî kirine. Di nava hefteyekê de ev du car in bi firokeyên bê mirov (Dron), li başûrê Kurdistanê deverên Biradost û Balekayetî, têne bombabarankirin. Li van deveran baregehên hêzên rojhilatê Kurdistanê têne bombekirin. Pêşiya van êrîşan rayedarên Îranê gef li hêzên kurdistanî xwaribûn. Ev rewşeke nû ye û wê encamên nû jî bi xwe re bîne.

Ev serê dehan salan e dewleta tirk êrîşê başûrê Kurdistanê dike û hinek deveran dagir dike û baregehên leşkerî datîne. Niha êrîşên Îranê jî ser ve zêde bûne. Di vê demê de zêdebûna gef û êrîşên dewleta Îranê watedar in. Ev jî dide nîşan ku dagirkerên li Kurdistanê li dijî destketiyên gelê me tifaqdar in. Jixwe di dema referandûma başûrê Kurdistanê de bi awayekî aşkera tifaqa xwe nûkiribûn û ev tifaqa wan a li dijî Kurdistanê dewam e. Hêzên dagirker her çend dibêjin êrîşên me bi hinek hêzan ve sînordar in lê rast nabêjin, êrîş li dijî hemû destketiyên gelê Kurdistanê ne.

Hikûmeta navendî ya Iraqê, weke li hember êrîşên dewleta tirk bêdeng e, heman demê li hember êrîşên dewleta Îranê jî bêdeng e û xwe nebîstî dike. Ev jî dide nîşan ku agahdarî û erêkirina hikûmeta Bexdayê di van êrîşan de heye. Mixabin rêveberiya başûrê Kurdistanê jî, rastiyê nabîne û ew jî bêdeng e. Ev jî rewşê xetertir dike.

Gef û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, ne tenê li dijî hinek partî û hêzên kurdistanî ne. Ev êrîş li dijî destketî û berjewendiyên hemû Kurdistanê ne. Divê ev rastî ji aliyê hemû dem û dezgehên kurdistanî ve bê dîtin. Divê hemû hêzên kurdistanî bi awayekî koordînekirî li ber van êrîşan rabin.

Em weke KNK’ê, gef û êrîşên dewleta Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê û hêzên kurdistanî, bi tundî şermezar dikin. Bi vê munasbetê em bang li dewleta Îranê dikin û dibêjin, bi gef û êrîşan hûn sernakevin û ji bo çareseriya pisgirêkan bi hêzên kurdistanî re bikevin nava diyalogê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar