PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li Avaşîn û Metînayê herî kêm 9 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêmên Avaşîn û Metînayê di çalakiyên gerîla de herî kêm 9 dagirker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê çalakiyên gerîlayan a li dijî dewleta tirk a dagirker, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li Avaşînê 4 dagirker, li Metînayê jî herî kêm 5 dagirker hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

11’ê îlonê saet di 08:30’î de li dijî çepereke dijmin ku 6 dagirker tê de bûn û bi gazên kîmyewî û teqemeniyan êrîş dibir ser qada berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê çalakî li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û çeper tevî madeyên kîmyewî yên tê de bi temamî hate îmhakirin. Hêzên me yên YJA Starê ji bo silavkirina berxwedêrên Girê Sor û Werxelê ev çalakî pêk anîn. Piştî vê çalakiya serkeftî, artêşa tirk a dagirker saet di 09:00 de kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê bir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Dagirkerên ku li derdora Girê Koordîneyê li ber makîneyên kar ên rêyên dagirkeriyê çêdikirin, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. 12’ê îlonê saet di 03:30’î de ji du baskan ve li dijî dagirkeran çalakiya gerîla hat lidarxistin. Di vê çalakiya koordîneyî de baskê destpêkê ji nêz ve li dagirkeran xist û 3 dagirker ceza kir. Baskê duyemîn jî li dagirkerên xwestin dest li qada çalakiyê werbidin xist û herî kêm 2 dagirker ceza kir. Bi giştî herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. Artêşa tirk a dagirker piştî vê çalakiya koordîneyî ya gerîla, kuştiyên xwe bi helîkopteran ji qadê bir.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

10’ê îlonê artêşa tirk a dagirker bi şev bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û xwest bi pêş ve biçe. Ji cihekî nêz ve şerekî giran qewimî û dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

12’ê îlonê saet di 05:40’î de artêşa tirk a dagirker ji bo bombekirina qada berxwedanê ya Werxelê teqemenî bi cih kir. Teqemenî ji aliyê hêzên me ve hat bêbandorkirin.

10’ê îlonê saet di 12:30’î de li qada Deşta Kafya ya herêma Garê balafirên şer qada Boxaza Şehîd Amed bombe kirin.

11’ê îlonê saet di navbera 13:25-14:10 de li herêma Avaşînê qada Stûnê bi balafirên şer hate bombekirin. Şeva heman rojê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman helîkopter geriyan, Girê Şehîd Întîkam, Geliyê Basya, Dola Bizina û Girê Qartal bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

11’ê îlonê saet di 17:40’î de gundê Şiyê yê nehiya Dînarte ya navçeya Akrê bi balafirên şer hate bombekirin.

12’ê îlonê saet di navbera 07:30-08:00 de li herêma Zapê qada Kurojahro û qada Werxelê ya Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar