Selahattîn Erdem |
Ciwanên kurd bi vê slogana xweşik û watedar a xwedî bang pêngaveke çalakiyan a nû dimeşîne. Li ser vî esasî, dixwaze peywirên stratejiya şerê gel a şoreşgerî bi cih bîne. Di vê çarçoveyê de ji 11’ê Îlonê û vir ve li Ewropayê meşeke dirêj daye destpêkirin. Em vê meşa ciwanan silav dikin, bawer dikin ku wê li gorî wateya vê sloganê têkoşînek were kirin.
Slogana ‘Werin tev li şerê azadiyê bibin’ bêguman sloganeke watedar û girîng e. Bang li hemû ciwanan dike ku bila tev li şerê azadiyê bibin. Ji ber ku li Kurdistanê li hemberî dîktatoriya faşîst û qirker a AKP û MHP’ê şerê azadiyê ya pîroz xwedî wateya dîrokî tê meşandin. Bi pêşengiya gerîlayên kurd ên qehreman vî şerê azadiyê derbên giran li hêzên faşîst û qirker dixe û ji aliyê din ve jî kurdbûna azad dide vejandin û hemû kesan dikişîne nav têkoşîna azadiyê.
Beriya her tiştî divê wateya slogana ‘Werin Cenga Azadiyê’ baş were fêmkirin. Gelekî zelal e ku ev slogan di şertên stratejiya şerê gel a şoreşgerî de ne sloganeke propagandayê ye, sloganeke çalakiyan e. Bang li hemû ciwanan dike ku li hemberî dîktatoriya faşîst û qirker a AKP û MHP’ê banga şerê azadiyê dike. Dixwaze çalakiyên azadiyê bike yên ku her roj derbê li faşîzmê dixe. Beriya her tiştî divê hemû ciwanên kurd vê rastiyê rast fêm bike û tişta pêwist di pratîkê de bike.
Heke em ne di nav şertên şerê gel a şoreşgerî de bûna, di navbera qirkeriya faşîst a AKP û MHP’ê û gelê kurd de şerekî man û nemanê nemaya, wê demê dibe ku ev slogan, wê sloganeke propagandayê bûya. Wê ji bo şer peywira perwerde û amadekariyê bi cih bianiya. Lê ya niha rewş ne wisa ye. Di navbera gelê kurd û faşîzma AKP û MHP’ê şerekî man û nemanê heye. Li hemberî şerê taybet ê ku faşîzm dike, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hemû hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê şerekî şoreşger ê berfireh didin meşandin. Ev tişt jî slogana ‘Werin Cenga Azadiyê’ dike slogana çalakiyan, bang li ciwanan dike ku bila her roj li hemberî faşîzmê çalakiyan bikin û tev li şerê azadiyê bibin.
Qirker li ku bin şerê azadiyê jî dê li wir be
Ev tê çi wateyê û wê çawa be? Gelekî zelal e ku divê ciwan tev li şerê azadiyê ya li Kurdistanê bibin. Beriya her tiştî divê xwe bigihînin çiyayên ku kelehên azadiya Kurdistanê ne û tev li nav refên gerîlayên azadiyê yên qehreman bibin. Ji ber ku çil sal in hêzên gerîla yên qehreman pêşengtiya şerê azadiya Kurdistanê dikin. Mekanên şerê azadiyê bûne çiyayên Kurdistanê yên ku nayên zeftkirin.
Vî şerê di bin fermandariya Kemal Pîr, Mehmet Karasûngûr û Mahsûm Korkmaz de dest pê kir, di bin fermandariya Bêrîtan, Zîlan û Delalan de domiya û heta îro jî her roj di dehan qehreman û fermandarên têk naçe, diafirîne. Ji çil salan zêdetir e Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn, Zagros û Xakurkê ya ku ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re bûye war, îro jî bûye kelehên xurt. Ji Serhedê heta Dêrsim û Amanosê, hemû çiyayên Kurdistanê yên ku bûne kelehên azadiyê ya ku faşîzm lê hatiye têkbirin, îro jî vê rola xwe didomînin.
Nexwe slogan beriya her tiştî bang li ciwanan dike ku bila werin çiyayên azadiyê û tev li nav refên gerîlayan bibe. Em bawer in wê hemû ciwanên Kurdistanê, vê bangê rast fêm bike û ji bo ku tişta pêwist bike, wê bikevin nav hewldanan. Li ser vî esasî divê li cihê herî rast tev li şerê azadiyê bibe û ji bo ku rola xwe ya watedar pêk bîne, divê bi fedaiyane têbikoşe.
Bêguman navenda şer çiyayên azadiyê be, şerê herî watedar li van mekanan were meşandin jî, îro şerê azadiyê yê Kurdistanê ne bi tenê li çiyayan e û li eniyekê nameşe. A rast hemû Kurdistan qada şer e. Zelal e ku hemû Tirkiye jî bûye qada şer. Li gorî Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk, bi qasî çiyayan îro deşt û bajar jî dibin mekanên ku şerê azadiyê lê dimeşin. Li hemberî dîktatoriya AKP û MHP’ya faşîst û qirker, îro çalakiyên herî xurt li bajaran tê kirin.
Bi kurtasî hêzên faşîst û qirker li ku bin, şerê azadiyê jî li wir e. Ji ber ku hêzên faşîst û qirker li her derê ne, divê şerê azadiyê ya li hemberî wan jî li her derê be. Bi taybetî divê bajar û metrepolên Tirkiyeyê, wekî qadên ku faşîzma AKP û MHP’ê lê zêde dibin û ew xwe lê ewle hîs dikin, bibin cihên çalakiyên azadiyê. Hêzên faşîst û qirker, herî zêde jî li qadên pişt eniyê divê derban bixwin.
Nexwe slogana ‘Werin Cenga Azadiyê’ ne bi tenê ji bo çiyayên azadiyê di heman demê de ji bo şerên bajaran ên ku şerê herî watedar ê azadiyê lê tê kirin jî bang dike. Ne bi tenê ji bo bakurê Kurdistanê, ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî bang dike û dixwaze tev li şerê li dijî dagirkeriyê bibin. Ne bi tenê ji bo çiya û bajarên Kurdistanê, di heman demê de ji bo bajarên metrepol ên Tirkiyeyê jî ji bo hilweşandina faşîzmê bang li şer dike.
Nexwe şertên îro ji hemû ciwanên kurd dixwaze ku bibin şervanên azadiyê yên xurt. Li ser vî esasî ji bo ku ciwan derkevin çiyayan û tev li şerê gerîla bibin, ji bo ku ciwan li bajaran jî derban li faşîzma AKP û MHP’ê bixin, bang dike. Dema ku şerê derketina çiyayan zehmet be, nîşan dide ku li bajaran jî mirov dikare bi çalakiyan derbê li faşîzmê bixe.
Di vî warî de divê mirov nebêje ‘Dijmin kî ye’ û neçar nemîne. Yên ku li Tirkiyeyê li hemberî gel teroreke faşîst dike, li Kurdistanê şerekî qirker û faşîst dimeşîne û kesên ku piştgiriyê didin vî şerî, hemû dijmin in. Çavkaniyên ekonomîk ên ku di warê maddî de piştgiriyê dide faşîzmê dijmin in. Kesên ku biryara êrîşên faşîst didin û wê bi rê ve dibin, dijmin in. Kesên li metrepolan li hemberî kesên kurdî diaxivin lîncê dikin, dijmin in. Hemû kesên ku piştgiriya îstîxbaratê didin faşîzmê û sîxurtiyê dikin dijmin in. Mirov bala xwe bidiyê, li bajaran cihê ku mirov şerê azadiyê bimeşîne, ne kêm in, berevajî wê zêdetir in.
Ji aliyê din ve jî divê mirov nebêje ‘Ez ê çawa bikim’ û bêçare nemîne. Zelal e ku mirov tiştekî bixwaze dikare bike. Ne dijwar e ku mirov karibe we perwerde bike û ji bo çalakiyan tiştên pêwist bibîne. Wekî ku mirov dikare bi tena serê xwe bike û çend kes dikarin werin ba hev, xwe rêxistin bikin û çalakiyên azadiyê jî bikin. Li vir tişta girîng, mirov bixwaze çalakiyan bike, xwe wekî şervanê azadiyê bibîne, bêyî ku ji kesên din bixwaze, ew şerê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê ji xwe re bike peywir. Hemû kesên wisa nêz dibin, dikarin ji xwe re rêyekê bibînin û çalakiyên azadiyê li her derê geş bike.
Têkoşîna antîfaşîst divê li her qadê were geşkirin
Bêguman rê û metodên cihê hene ku mirov li dijî dîktatoriya faşîst û qirker şer bike û şerê azadî û demokrasiyê geş bike. Girîng e ku mirov dakeve qadan û kolanan, li hemberî faşîzmê her çeperê bi kar bîne û bi her metodê li ber xwe bide. Bi taybetî bi van metodan, ji bo kesên dixwazin têkoşîna antîfaşîst geş bikin, divê ciwan pêşengtiya wan bikin, wan rêxistin bikin, wan daxe kolanan û berê wan bide çalakiyan. Ev jî di nav peywirên çalakiyê yên ciwanan de ye û beşeke wê bi vî awayî dikare hemû jin û mêran amade bike ku li dijî feraset û siyaseta faşîst û qirker, karibe têbikoşe.
Lê şervaniya azadiyê cihê ye. Dema li çiyayan şerê gerîla tê kirin, li bajaran jî mirov derbên xurt li hêzên faşîst û qirker bide, wate û girîngiya wê jî cihê ye. Ev tê wateya ku tişta tu kes nikare, mirov bike. Ev kirin wê cesaretê bide hemû kesan, pêşiya hemû kesan veke. Ev tişt tê wateya ku mirov pêşengtiyê li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li dijî hêzên faşîst û qirker bike. Teqez e ku wê ciwanên kurd, bi wêrektiyeke wisa li ber xwe bide, ji bo pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bi ser bixîne wê bêtir bibin şervanên azadiyê.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka