Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kalkan: Berxwedan divê bi her rê û rêbazê be

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li dijî terora faşîst a AKP-MHP'ê bal kişand ser pêwîstiya bi tundiya şoreşgerî û wiha got: “Bi berxwedana topyekûn em dikarin têk bibin. Divê her rêbaz bê bikaranîn. Dubare dikim; her rêbaz.”

Navenda Nûçeyan |

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku faşîzma AKP-MHP’ê li gel hişyarî, hewldan û têkoşînê jî tecrîda girankirî, îşkenceya li Îmraliyê dewam dike.

Kalkan destnîşan kir ku li dijî vê yekê divê ew hîn bêhtir têbikoşin û wiha got: “Ev yek tenê bi têkoşînê dikare ji holê bê rakirin. Divê mirov ne li benda tiştekî cuda bin. Bendewarî ya herî xerab e. Li şûna bendewariyê divê her kes li cihê lê ye, bi defetên xwe li dijî sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe. Ev girîng e.”

Li dijî terora faşîst pêwistiya bi tundiya şoreşger

Di dewama axaftina xwe de Dûran Kalkan bal kişand ser kiryarên rejîma AKP-MHP’ê û ev tişt anî ziman: “Eger desthilatdariya AKP-MHP’ê dîktatoriyeke faşîst be, wê demê çawa ku li dijî dîktatoriyên faşîst têkoşîn hatiye meşandin, li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî divê bi wî rengî têkoşîn bê meşandin. Li dijî faşîzma Hîtler, Saddam û Franço bi çi rengî têkoşîn hatibe kirin, li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê jî divê bi wî rengî têkoşîn bê kirin. Tu yê şerê antî faşîst bimeşînî. Belê, têkoşîn tê gotin, bi vî rengî nabin yek. Di têkoşînê de gelek lawazî hene. Parçe ye, bêbandor e. Berxwedana antî faşîst weke şerekî şoreşger, şerê gelê şoreşger nayê dîtin. Bêguman hêzên ku şer dikin hene.”

Divê nêzîkatiyên xumamî bên terikandin

Kalkan diyar kir ku divê nêzîkatiyên xumamî bêne terikandin û ev nirxandin kir: “Eger AKP-MHP dîktatoriyeke faşîst e, hingî ev dîktatorî terora faşîst li her derê dimeşîne. Li her devera Tirkiyeyê terora faşîst dike, li Kurdistanê terora faşîst qirker dimeşîne, komkujiyan dike. Bi rêya vê terorê gefê li tevahiya mirovahiyê dixwe.

Wê demê li dijî vê terora faşîst çi pêwîst e? Tundiya şoreşgerî pêwîst e, şerê şoreşgerî pêwîst e, şerê antî faşîst pêwîst e, divê artêşên demokrasiyê bêne avakirin û şer bê kirin. Di navenda têkoşîna dijî faşîzmê de divê şer hebe. Hêzên ku şer dikin divê piştgirî ji wan re bê dayîn. Tu çawa têdikoşe bi wî rengî bike lê belê piştgiriyê bide hêzên ku şer dikin. Yên ku dikarin şer bikin divê tev li şer bibin. Di vê mijarê de divê em stratejiya xwe, taktîkên xwe rast diyar bikin. Faşîzm bi berxwedaneke topyekûn dikare bê hilweşandin. Ji ber ku faşîzm êrîşeke topyekûn e. Her kes divê li cihê lê ye li ber xwe bide. Her çeper divê bê bikaranîn. Li dijî faşîzmê di têkoşînê de divê her derfet bê bikaranîn. Bi her rêbazên divê li her derê têkoşîn bê meşandin. Her kes divê têbikoşe. Ev hemû hêja ne, girîng e, bi wate ne. Bi yekitiyê divê were kirin û divê neyê jibîrkirin a faşîzmê hilweşîne şerekî şoreşgerî ye. Yanî şerê gelan e. Pêkanîna tundiya şoreşgerî ye. Şerekî şoreşgerî ye ku terora faşîst, komkujiyên faşîst bişikîne, pêşî li êrîşkariyê bigire, tola wan hilîne, qat bi qat bersivê bide. Tiştekî cuda nîne. Wê demê divê mirov şer bike. Bi taybetî ciwanên ku dikarin vî karî bikin, ciwanên kurd, ciwanên Tirkiyeyê divê vê bikin. Yanî divê xwedî li şerê şoreşgerî derkevin, xwedî li şervanan derkevin, propagandaya vî şerî bikin. Divê her kes bibîne û qebûl bike ku yê serketinê misoger bike ev şerê şoreşgerî ye û xwedî li pêşengên vê têkoşînê derkevin, piştevaniya wan bê kirin.

Hew maye çeka nukleere bi kar bînin

Çeka kîmyewî bi kar tînin, hew maye çeka nukleerê bi kar bînin. Sûcên şer dikin. Dagirkerî heye, komkujî heye, lînc dikin. Êrîşî goristanan dikin. Kes zêde li ber vê êrîşkariyê ranabe. Rewşeke welê heye ku mîna ku dibêje ‘Du hêz şer dikin, bihêlin bila çer bikin, em çi bikin’. Nêzîkatiyeke welê heye ku dibêjin ‘Divê êrîşî sivîlan nekin, divê êrîşî gerîla bike’. Bi vî rengî piştgirî ji gerîla re nayê dayîn. Hêzê şoreşger, şervanên azadiyê, şervanên antî faşîst piştgiriyeke têrker nabînin. Bi têrkerî xwedî li wan nayê derketin, bi tenê têne hiştin. Dijmin hîn bêhtir êrîş dike. Bi vî rengî nabe, divê bi vî rengî nebe. Divê em vê nêzîkatiyê rast bikin.

Belê divê bi her awayî berxwedana antîfaşîst hebe. Pîroz e, girîng e, bi wate ye. Divê em xwedî li hemûyan derkevin lê hemû jî bi heman bandorê nîne. Hinek heye ku pêşeng e, şerê pêşeng e. Şer nebe kes nikare li ber xwe bide. Eger niha ne ji berxwedana lehengî ya gerîlayên HPG û YJA Starê be, kes nikare li hemberî faşîzmê gotinekê jî bêje. Nikare derkeve kolanan jî, nikare bimeşe jî. Nikare dirûşmê jî biqîre. Nikare armancekê jî deyne ber xwe, ev yek rastiyeke. Eger ev hemû dibe, yê ku van hemûyan diafirîne, şerê li ser vê xeta lehengiyê ye.

Berxwedana antî faşîst dê teqez faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne

Ev xet xeta berxwedana zindanan a 1982’an e. Ev xet xeta pêngava 15’ê Tebaxê ye. Çawa ku bi berxwedana zindanan, bi pêngava 15’ê Tebaxê darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hate hilweşandin û têkbirin, niha jî berxwedana gerîla ya li ser vê xeta lehengiyê, berxwedana antî faşîst a li dora vê xetê dibe yek wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne. Divê mirov bi rengekî topyekûn li ber xwe bide. Berê her kesî bide berxwedanê. Berxwedana herî pîroz û pêşeng berxwedana gerîla ye, berxwedana li çiyê û bajaran e. Ew berdêlê didin pêş çavên xwe. Her roj şehîdan didin. Derba kuştinê li dijmin dixin. Hêviyê mezin dikin.”

Berê xwe bidin çiyayên azad

Kalkan bi taybetî bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin çiyayê azad ji bo xurtkirina gerîla û divê ji bo têkoşînê li benda tiştekî nemînin.

Dûran Kalkan destnîşan kir ku bi her rê û rêbazê divê têkoşîn bê meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dubare dikim, bi her rê û rêbazê divê şer bê kirin, têkoşîn bê meşandin. Ev gelekî girîng û bi wate ye. Divê her kes tev li bibe, bibe yek û bi yekitiya antîfaşîst têbikoşe. Lê belê ya ku vê têkoşînê mezin bike û bi ser bixîne berxwedana çekdarî ya şoreşgerî ye, berxwedana gerîla ye, berxwedana xweparastinê ye. Pêşeng ev e. Yê ku dil û mejiyê xwe dikare rake divê tev li vê berxwedanê bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar