PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Gerîlayên YJA Starê tol hildan: 6 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê ji bo 6 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve şehîd hatin xistin, çalakiya tolhildanê li dar xist. Li Şemzînanê di çalakiya sabotajê de wesayîteke zirxî ya bi tîpa Reo hat îmhakirin û 6 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

15’ê îlonê saet di 08:40’î de li nevçaya Şemzînanê ya Colemêrgê, wesayîteke artêşa tirk a dagirker a bi tîpa Reo ku ji qereqola Şkeftan derket û ber bi gundê Katûna ve diçû, bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me yên YJA Starê. Di çalakiyê de wesayît hate îmhakirin, 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopteran ji qadê bir.

Ev çalakiya serkeftî ya ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin, ji bo tolhildana 6 hevrêyên me pêk hat ku li Girê Sor di êrîşa nemerdane ya dewleta tirk a dagirker de bi çekên kîmyewî hatibûn şehîdxistin.

Li herêma Avaşînê, li qada berxwedanê ya Werxelê;

15’ê îlonê saset di 20:40’î de artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

15’ê îlonê saet di navbera 21:40-21:45 de li herêma Zapê qadên Kûnîşka û Karker bi balafirên şer hatin bombekirin.

15’ê îlonê saet di navbera 22:30-00:30’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Girê Silêman geriyan. Heman demê qadên Girê Şehîd Întîkam, Girê Qartal û Stûnê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

15’ê îlonê saet di navbera 12:50-17:30’î û 16’ê îlonê saet di 08:00 de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Dêşîşê, Kêste, Hirorê û Serarî û qada Qela Qûmriyê bi obus û hawanan hatin bombekirin. Ji ber vê bombardûmana dewleta tirk a dagirker xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me bû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar