Li gorî nûçeya ANF’ê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wan gundê Dibîsê yê li rojavayê Eyn Îsa bombe kirine. Çavkaniyê herêmê ragihand ku di encama êrîşa artêşa tirk a dagirker de, 4 sivîl şehîd bûne û 3 kes jî birîndar bûne.
Navê sivîlên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Malik el Muharib ê 25 salî, Xemus El Biseyli yê 20 salî, Hemed El Xineys el Cerbueh ê 20 salî û Îdan Hemed El Omeyrî yê 40 salî ne. EYN ÎSA