Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Dagirker nikarin xwe li pêşberî berxwedana gerîlayan bigirin

Tevî ku dewleta tirk a dagirker 7 caran bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin, nekarîn li pêşberî berxwedana hêzên gerîla bi pêş ve biçin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî berxwedana gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Li herêma Avaşînê, li qada berxwedanê ya Werxelê;

16’ê îlonê saet di navbera 19:45-22:00 de artêşa tirk a dagirker 7 caran bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Piştî vê bombardûmanê xwestin bikevin qada berxwedanê lê belê di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Dagirker li pêşberî berxwedana hêzên me nekarîn bi pêş ve biçin.

16’ê îlonê saet di navbera 15:27-22:20’î de li herêma Garê bi balafirên şer bombe li qada Kafyayê hate barandin.

16’ê îlonê saet di navbera 19:20-22:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser qada Qaşûrayê geriyan. Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Kêste, Hirorê, Êdinê, Dêşîşê û Serarû, qada Koordîne bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

16’ê îlonê nîvê şevê li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Girê Silêman geriyan. Heman saetê qadên Girê Qartal, Stûnê, Geliyê Basya, Dola Bizina û Werxelê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

16’ê îlonê saet di navbera 13:20-13:30’î de li herêma Zapê qada Kurojahro bi balafirên şer hate bombekirin.

Hêzên Îranê di navbera 8-15’ê îlonê de qadên Berbizina, Goşînê, Girê Şehîd Laşer û Kelaşînê bi balafiran û hawanan bombe kirin.

15’ê îlonê li qadeke ser bi Dinartê, tu têkiliya hêzên me bi bûyera ku li hemberî hêzên PDK’ê hate kirin nîne. Ne rast e ku rayedarên PDK’ê beriya ku bûyerê lêkolîn bike, yekser tevgera me sûcdar kirin. Ev yek dûrî ji rastiyê ye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar