Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Ji bo Îmraliyê serî li CPT’yê dan: Demildest tevbigerin

OHD, ÎHD, TÎHV, TOHAV, CÎSST û ÇHD, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîllî Yildirim û Veysî Aktaşê li Îmraliyê bi awayekî giran tên tecrîdkirin serî li CPT'yê dan

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîk Di Pergala Înfaza Ceza De (CÎSST) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî girankirî tên tecrîdkirin serî li Komîteya Pêşîlêgirtin û Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku hevdîtina Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş a bi parêzeran re bi awayekî bêhiqûqî tê astengkirin û ji 7’ê tebaxa 2019’an heya niha serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê bi Ocalan re tê astengkirin û Aktaş, Yildirim û Konar jî ji roja neqlê Îmraliyê hatine kirin, ji sala 2015’an, heya niha tenê carekê jî nikaribûne hevdîtinê bi parêzeran re bikin.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku ji 15’ê Sibata 1999’an heya niha li Îmraliyê awayê taybet ê pêkanîna îzolasyonê pêk tê. Di serlêdanê da hat bibîrxistin ku qedexekirina hevdîtina bi parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heya 2’yê Gulana 2019’an tam 8 salan bênavber dewam kiriye û di sala 2019’an de jî tenê 5 hevdîtin pêk hatine û ji 7’ê Tebaxa 2019’an heya niha jî hevdîtina bi parêzeran bênavber didome.

Qedexeyên li Îmraliyê

Di serlêdanê de serdana CPT’yê ya 2019’an a ji bo Girtîgeha Îmraliyê jî hat birbîxistin. Di berdewama serlêdanê de ev tişt hatin gotin: “Tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê di rapora we ya di 5’ê Tebaxa 2020’an de ku piştî serdana 6-7’ê Gulana 2019’an a komîteya ve hat amadekirin û weşandin de jî hatiye diyarkirin. Di rapora we de gelek binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin û têkildarî hevdîtina malbatan û parêzeran jî hatiye diyarkirin ku ‘CPT, bang li meqamên tirk dike ku hemû mehkûmên li Girtîgeha Îmraliyê divê hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzeran xwe re bikin û ji bo vê çi hewce be divê bê kirin û qedexekirina hevdîtinan a bi ‘dîsîplînê’ jî divê ji holê bê rakirin. Her wiha komîte, ji meqamên tirk daxwaz dike ku der barê hevdîtinên malbatan û parêzeran ên girtiyên Îmraliyê de mehane daxuyanî bê dayîn.’ Ev tiştên ku we di rapora xwe de diyar kirine niha bi awayekî herî giran didomin. Piştî vê rapora we dihat payîn ku şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê bên sivikkirin, lê cezane dîsîplînê yên nû li girtiyan hatine birîn û ev biryarên qedexekirinê yên Dadgerîya Înfazê ji aliyê parêzeran wan ve hatine daxuyadin.”

Saziyan di serlêdana xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê jî. Ji xeynî vê di serlêdanê de sepkulasyonên têkildarî tenduristiya Ocalan de yên di 14’ê Adara 2021’ê de li ser medyaya dîjîtal hatibûn belavkirin û hevdîtina bi rêya telefonê ya piştî van spekulasyonan jî hat bibîrxistin.

Helwesta CPT’yê

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku CPT di warê têkoşîna ji bo mafên mirovan de saziyeke girîng û hêja ye û di berdewamiyê de ev tişt hatin gotin: “Li gor felsefe û peymana damezrandina CPT’yê, divê CPT li dijî vê tecrîda girankirî bi berpirsiyarî tevbigere û daxwaza raya giştî jî di vî warî de ye. Lê mixabin di serdana 11-25’ê Çileya 2021’ê de çendî rapora 5’ê Tebaxa 2020’an li holê ye û hê jî şert û mercên li Girtîgeha Îmraliyê nehatine başkirin, serdana Girtîgeha Îmraliyê daxilî nav bernameyê nehatiye girtin an jî nûnerên wê yên qanûnî hevdîtin nekirine. Ev jî nîşan dide ku di domandina van pêkanînan de paya wê jî hey.”

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku CPT’yê ji 1999’an heya niha 10 caran çûye Girtîgeha Îmraliyê û di 22 salên borî de bi çavê xwe dîtiyye ku bê li şert û mercên girtîgehê çi qasî giran bûne.

Daxwaza ji bo serdan û amadekirina raporê

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku qedexeya li Îmraliyê li dijî Pîvanên Standart ên Asgarî yên di warê Nêzîkatiya Xirab a Derbarê Girtiyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, tewsiyeyên CPT’yê û Qanûna Înfazê ya jimare 5275’an e.

Di berdewamiya serlêdanê de hat destnîşankirin ku mîsogerkirina mafên girtiyan berpirsiyariya dewletan e û ev tişt hatin gotin: “Em saziyên hiqûqê û mafên mirovan ên ku îmzeya wan li bin metnê ne, dixwazin divêtiyên rapora 5’ê Tebaxa 2020’an pêk bên û ji bo qedexeya li ber hevdîtina parêzeran ku ev perçeyeke tecrîda li Îmraliyê ye, bê rakirin demildest divê hûn tevbigerin. Piştî serlêdana we ya 2019’an zêdetirî 2 sal derbas bûne û di vê demê de şertên li girtîgehê girantir bûne. Lewma em dixwazin hûn li gor berpirsiyariya xwe ya sazîbûniyê tevbigerin û biçin Girtîgeha Îmraliyê û raporekê amade bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar