Di van salên dawî de rêveberiyên hikûmeta başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê her tim behsa serweriya xwe dikin. Dibêjin bila hêz ji serweriya me re rêzê bigirin. Serwerî li ser erdnîgariyeke hêza siyasî, leşkerî û qanûnî ye. Eger ji aliyê hin hêzên din ve êrîşî vê erdnîgariyê bê kirin, were dagirkirin û operasyonên çekdarî, terorîstî bê lidarxistin, hêza siyasî, leşkerî û qanûnî neyê esasgirtin li ser wî erdnîgariyê serwerî dikeve nav dest û pêyan.
Dewleta tirk ji 2018’an û vir ve li ser xaka başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê daye destpêkirin. 24’ê Nîsana 2021’ê û vir ve jî bi êrîşên li ser Zap, Metîna û Avaşînê xwest van êrîşên dagirkeriyê bigihîne asta herî jor. Lê xuya ye ku bi van êrîşan bi ser neket. Ev 5 meh in qet li pêş neket û derbên giran xwar. Ji ber vê yekê jî berê xwe da cihê ku sivîl lê dijîn. Ji 1’ê îlonê vir ve êrîşên terorî dimeşîne. Pêşî êrîşê nexweşxaneya sivîlan a li Şengalê kir. Di êrîşê de 8 sîvîlan jiyanên xwe ji dest dan. Di heman demê de êrîşên suîkastî pêk anî. Rojek piştî êrîşa li ser Şengalê êrîşê Mexmûrê kir. Cihe ku êrîş lê hat kirin cihê niştecihên mexmûriyan bû.
Beriya 2 rojan jî li Silêmaniyê di navbera rojekî de 2 êrîşên çeteyî pêk anî. Pêşî êrîşê Ferhat Baris Kondu kirin. Ferhat Kondu di kompaniya Can Diyarbekir de dixebitî. Mirovek welatperwer bû. Lê rastî êrîşa çekdarî hat. Ferhat ji êrîşê birîndar filitî. Ji ber zilm û zordariya dewleta tirk berê xwe dabû başûrê Kurdistanê. Piştî rojekê di heman saetê de serê sibê vê carê êrîşê Yasîn Bulut kirin. Yasîn Bulut dilxwaz, dildar û kedkarên doza xwe 40 salan bû. Di êrîşên hovane de ket nav kerwanên şehîdan.
Bi van êrîşên li ser sivîlan, xuya ye dewleta tirk êrîşên xwe derxistiye asta gemar û qirêjiyê. Qatilan kirê kiriye û êrîşên xwe yên çeteyî û mafyawarî dimeşîne. Mirovan bi jin û zarokên wan ditirsînin û gefan li wan dixwin. Ev êrîş didin xuyakirin ku dewleta tirk û desthilata AKP-MHP’ê bi êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê negihîştiye armanca xwe û xitimiye. Di hundir de ji aliyê siyasî û aborî ve jî hatiye ber qedandinê. Ji ber vê yekê jî wek gayê li ber kêrê êrîşan dike. Ev êrîşên li ser sivîlan ne ji hêza wî ye ji ber qelsbûn û têkçûyîna wî ye.
Rayedarên başûrê Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê van êrîşên dawî tenê li ser hêzekê û kesan digirin dest dê bi xwe re xetereyên mezin bîne. Ev êrîş li ser serwerî û statuya başûrê Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê ye. Ev êrîş li ser gelê Kurdistan û gelên bajarê Silêmaniyê ye. Bi taybetî jî dixwazin bajarê Silêmaniyê bitirsînin û teslîm bigirin. Dixwazin aloziya li Silêmaniyê kûrtir bikin û ji aloziyê feyde bigirin. Bi van êrîşan dide xuyakirin ku ew serweriya Silêmanî û başûre Kurdistanê nas nake û dê her tim êrîş bike. Heta niha jî rêveberiya başûrê Kurdistanê ji xeynî Qubat Talabanî tu kesî daxuyaniyekê nedaye. Divê li hember vê yekê helwestek tund û niştimanî derkeve pêş. Îstixbarat û asayîşa Silêmaniyê da xuyakirin ku wan êrîşkar girtine û dê di rojên pêş de daxuyanî bidin. Lê tenê girtina wan têrê nake. Divê ev organîzasyona çeteyî were deşîfrekirin û helwesteke neteweyî/niştimanî derkeve holê . Ne bûyereke jirêzê ye ku mirov ser bigire.
Beriya hefteyekê jî dewleta Îranê êrîşê xaka başûrê Kurdistanê kir. Rayedaren Îranê pêşî gefan li PDK-Îranê xwarin, paşî jî du roj li ser hev bi balafiran Herema Biradostê ya Berbizinê bombebaran kir. Beriya heyvekî li Hewlêrê rayedarê PDK-Îranê bi suîqastekê hat qetilkirin. Ji aliyekî dewleta tirk êrîş dike ji aliyek din jî Îran. Dewleta tirk bi hewayî bejayî û bi gefan her roj serweriya başûrê Kurdistanê dixe nav dest û pêyan, Îran jî bi aweyekî din her meh êrîşê Hewlêrê dike û bi hewayî, bi suîqastan êrîşên çekdarî bi kar tîne. PKK û PDK-Î hincet in. Armanc dagirkirin û belavkirina statuya başûrê Kurdistanê ye. Lê rayedarên başûrê Kurdistanê li hember vê yekê bêdeng in û di hesabên şaş de ne. Eger bi vî rengî berdewam bike û helwesteke neteweyî dernekeve dê ne statu bimîne ne jî serwerî.