Navenda Nûçeyan |
Meclisa Rêveberiya Siyasî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdxistina Endamê Komîteya Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) ê ji aliyê MÎT’a tirk ve, şermezar kir û ragihand ku sûc û bêrêziya li hemberî mafên mirovan, rêbazekî dewleta tirk e ku têkoşeran hedef digire.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê şehîdxistina Yasîn Bulut ji aliyê dewleta tirk ve şermezar dike û wiha hat gotin:” Şehîdxistina Bulut îradeya azadî, aştî û biratiya gelan xurtir kir. Her wiha bi van êrîşan nikarin îradeya kesên ku parastina nirxên edalet, azadî û biratiya gelan dikin, lawaz bikin.”